19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Zivistana îsal dijwar e

Dara Mirada

Salekê wê vê demê dawiya payîzê û destpêka zivistanê bû, endamên qebîleya çermsoran ji rêberê xwe pirsîn gelo wê zivistana îsal çawa be. Bi metirsî got wê zivistaneke sar be, dest bi berhevkirina êzingan bikin. Ji bo lîderê wan agahiyên xwe piştrast bike li saziya şopandina rewşa hewayê geriya û wan jî jê re gotin: wê zivistan gelekî sar be. Piştî çend rojan dîsa endamên qebîleyê ji lîderê xwe pirsîn. Vê carê lîderê wan bê şik û guman got: erê wê îsal zivistan gelekî sar be. Heta hûn dikarin destê xwe sivik bikin û ji xwe êzingên xwe deynin. Piştî çend rojan dîsa lîderê qebîleyê li saziya şopandina rewşa hewayê geriya û dîsa pirsî we gotibû wê gelekî sar be ne wiha. Saziyê vê carê jê re got, wê îsal zivistanek wiha dijwar bê ku tu salan me swermaya wiha nedîtiye. Vê carê lîderê qebîleyê ji wan pirsî: Xwedê ji te razî ka bêje hûn çawa dizanin ku zivistan gelekî dijwar be. Endamê saziya şopandina rewşa hewayê jê re dibêje: Ya rastî em dibînin û dişopînin ku îsal qebîleya çermsorên herêma me ji her sal bêtir êzingan didin hev loma ez texmîn dikim ku wê zivistan gelekî dijwar derbas bibe.