spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Zrîng bi formateke nû derket

Kovara xêzerom a Zrîngê ku mehê carekê dihat weşandin, di meha cotmeha 2019’an de bi 32 rûpelan dest bi weşanê kir. Kovar heta meha adarê bi 6 hejmaran weşana xwe domand û bi mijarên cuda gihîşt ber destê xwîneran.

Piştî ku di meha adarê de bi awayekî fermî vîrûsa koronayê li Tirkiyeyê hat ragihandin û pêketiyên vîrûsê hatin aşkerakirin, kovarê ji neçarî navbera da weşana xwe.

Xêzeromanî terikand

Piştî navberdayîna 7 mehan, kovarê dîsa dest bi weşana xwe kir, lê ne bi awayekî xêzeroman. Şewaza xêzeromaniyê şêweyeke nû bû û cara yekemîn di kovargeriya kurdî de bi kovara Zrîngê hat ceribandin.

Li gel serkeftîbûnê jî daxwaza xwînerên Zrîngê bi giranî li ser mîzahê bû. Ji ber vê sedemê kovarê di serdema xwe ya nû de terka şêweya xêzeromanê kir. Ji niha şûn de dê kovar mîzahê derbixe pêş û weşana xwe wiha bidomîne.

Di weşana nû de kovar bi 28 rûpelan tê weşandin.

Xêzkar û nivîskar

Ji ber guhertina şêwazê ji neçarî di kovarê de hin guhertin pêk hatin. Formata kovarê guherî û gelek xêzkar û nivîskarên nû li kovarê zêde bûn.

Xêzkarên vê hejmarê; Mustafa Yaman, Erceren, Kubîlay Odabaş, Zehra Dogan, Bunyamîn Karakoç, Eşref Mumcu, Berçem, Hakan Esen, Servet Şêr, Mazlûm Dijî û Siyaland in.

Her wiha Şêx Zubêr,  Ozgur Amed, Ikram Balekanî, Mehmet Erbey, Mem Aliyê Kamûr û Azad Kutî jî bi nivîsên xwe di kovarê de cih digirin.

Kovarê di bergaha xwe ya pêşîn de, bi wêneyê dayikeke ku li kolanê nanê bermahî berhev dike, cih da qeyrana aborî ya Tirkiyeyê û daxuyaniyên Wezîrê Xezîne û Darayê yê Tirkiyeyê Berat Albayrak ên der barê mijarê de.