spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Zrîngê got; ‘Bijî Newroz’

Kovara mîzahê Zrîng ku mehane weşanê dike, di hejmara xwe ya meha adarê de cih da Newrozê. Di berga kovarê de nivîsa ‘Bijî Newroz’ cih digire û 2 kes bi lastîkan agirê Newrozê pê dixin û dibêjin dê tekerekê jî ji bo yên hundir pêxin.

Kovara Zrîngê bi hejmara 12’emîn gihîşt xwendevanên xwe. Kovar ji sedî sed kurmancî weşanê dike û di kovarê de xêz û nivîsên mîzahî cih digirin. Di vê hejmarê de xêzên; Rûşen, Eşref Mûmcû, Mustafa Yaman, Erceren, Kubîlay Odabaş, Hebûn, Michael Erdman xêz kirine û xêzeke ku ji girtîgehê hatiye şandin hatiye dayîn.

Nivîsên mîzahî

Di kovarê de Azad Kutî bi nivîsa ‘Meselokên Me’, Şêx Zûbêr bi nivîsa ‘Helal û Heram’, Îkram Balekanî bi nivîsa ‘Jin&Mêr’, Ozgur Amed bi nivîsa ‘Leopar Ferhat û evîneke çînî…’, Usiv Mele bi nivîsa ‘Teşqele’, Mem Aliyê Kamûr bi nivîsa ‘Roja we pîroz be!’, Eliyê Xemxwir bi nivîsa ‘Ma ev jî henek e’, Îsa Bal bi nivîsa ‘Feqiyê Xeberbêj’ rengînî dane kovarê.

Portreya Qazî Mihemed

Kovarê vê mehê jî ji bo xwendevanên xwe pêşbirka zanyarî, çand û wêjeyê amade kiriye û her wiha encama pêşbirka meha borî di kovarê de hatiye ragihandin. Li aliyê din di rûpela dawîn de portreya Qazî Mihemed hatiye xêzkirin û kurtejiyana wî hatiye vegotin.