24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Zrîngê navber da weşana xwe

Kovara xêzeroman Zrîngê ku bi zaravayên kurmancî û kirmanckî mehane derdikeve ji ber vîrusa koronayê navber da weşana xwe.

Zrîngê bi rêya medyaya civakî wiha bang li şopdarên xwe kir:

“Merheba Hevalno!

Belê, me hejmara vê mehê ya kovara xwe taloq kir. Ji bo em gelê xwe ji vê şewba vîrusa coronayê biparêzin, em mecbûr man biryareke bi vî rengî bigirin.

Me dikaribû kovara xwe li malê amade bike, lê rê û rêbaza me ya belavkirinê kir ku em biryareke bi vî rengî bigirin. Çimkî em kovara xwe ne bi bayiyan, dest bi dest teslîmî we dikin an jî datînin mekanan û bi vî hawî digihînin we.

Piştî vê bela û kambaxa vîrusa coronayê heger me heman rêbaz bidomanda, me yê hem tenduristî û siheta hevalên xwe yê belavkar hem jî ya xwendevanên hêja têxista talûkê. Lê em fikirîn ku heqekî me yê wiha tuneye.

Lê em ê di vê mehê de xwe li betaliyê daneynin. Di vê navê de em ê hewl bidin ku hem naveroka kovara xwe xurt bikin, hem jî ji bo em karibin bi awayekî baş ZRÎNG’ê bigihînin we, em ê li ser rê û rêbazine nû hûr bibin. Armanca me ew e ku hûn li mala xwe sîparîş bikin û em jî demildest bigihînin navnîşana we.

Helbet îqtidara vîrusan jî wekî ya qeyûman demborî ye. Dibe ku niha kuçe yên vîrusan bin, lê sibê wê dîsa yê me bin. Bêhna xwe fireh bikin, xwedî sebr û tebat bin û di mal de bimînin.

Bi hêviya hejmara meha bê, gohdarî xwe bin, li xwe miqate bin.” AMED