17 Haziran, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

210 roj derbasbûn lê asayîşa PDK’ê aqûbeta Silêman Ehmed zelal nake

Rojnameger Silêman Ehmed  li deriyê sînor ê Sêmalka ji hêla hêzên PDK’ê ve hate revandin û ev 210 roj e agahî jê nayên girtin

Parêzerê Silêman Ehmed, Narîman Ehmed Reşîd der barê mijarê de gotibû ku wan çend caran ji bo dîtina muwekîlê xwe serlêdan kiribûn lê Asayîşa Dihokê hevdîtinê asteng kiriye.

Parêzer Narîman Ehmed Reşîd destnîşan kiribû ku tawanên li dijî Silêman ne rast in û gotibû: “Silêman bi awayekî fermî derbasî Rojava bibû û fermî ji wir vegeriya bû. Di heman demê de belgeyên wî yên fermî yên bicihbûna li Başûrê Kurdistanê hene û tu pirsgirêkên wî yên qanûnî tune ne.”

Rojnameger Silêman Ehmed di 1’ê Cotmehê de ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li taxa Şêxmeqsûd a Helebê. Silêman Ehmed, di 25’ê Cotmehê de xwest di deriyê Sêmalkayê re derbasî Başûrê Kurdistanê bibe.