Rojnameya Heftane

Strana helbestê: Yûnûs Dîşkaya

Hin kes hen e, ne hewce ye mirov pesnê wan bidin ji ber hunera wan, wan dipesinîne. Lê ji qewlê Ehmedê Xanî, ji Kurdî re: 'çi bikim ku qewî kesad e bazar” Dixwazim çend tiştan li ser dengê Yûnûs û muzîka wî bibêjim. Gava yên cara…

Pirtûka kilamên Radyoya Êrîvanê

Ji aliyê Enstîtuya Çanda Kurd-Alman (Deutsch Kurdisches Kultur Institut) û Kurdisches Musik Und Kulturerbe E.W. (KMK) pirtûka bi navê ‘Stranên Arşîva Radyoya Êrîvanê’ ku ji 4 cildan pêk tê…

Em bi xwe ne!

Şeva 21’ê kanûnê şeva herî dirêj a salê ye. Piştî vê şevê êdî hikmê tarîtiyê kêm dibe û ronahî li tevahiya rojê serwer dibe. Di nav gelên Rojhilata Navîn de baweriyeke bi navê Şeva Yelda heye. Li hinek deverên Kurdistanê bi boneya vê şevê pîrozbahî tên lidarxistin. Ji bo vê şevê pênaseyên mîtra, mêhrda, mihrza, mîrza tên kirin ango wateya xwe roj hilat e.
Em jî di rojeke wiha de bi belavkirina rojnameya ‘Xwebûn’ê silavekê didin xwendevanên xwe. Reh û kokên zimanê me heta bi hezaran salan dirêj dibin. Xêrnexwaz dixwazin rehên me qut bikin da ku em ji xwebûna xwe dûr bikevin. Ji bo em pêşiya xwe baştir bibînin em ji duh, îro û sibeyê di nav hev de dibînin û pêwendiya dem û mekanê ji hev qut nakin.
Xwebûn, xwenasîn û xwezanîn e. Di felsefeyê de xwenasîn bingeha hemû zanebûnan e. Em xwebûna xwe di ziman, çand, erdnîgarî û azadiyê de dibînin.
Îro hebûn û zimanê me desteser kirine û wekî çek li hemberî me bi kar tînin.
Wek rojnameya Xwebûn bêguman çend rêgezên me yên weşanê hene. Ya yekemîn li hemberî pişaftinê parastina zimanê kurdî ye. Rêgezeke din a bingehîn agahdarkirina rast a civakê ye. Her wiha yekitiya neteweyî ku niha di rojeva kurdan de ji bo me jî rêgezeke din e. Em dixwazin hemû kurd xwe di vê rojnameyê de bibînin. Ger di rêya yekitiya neteweyî de hindik be jî roleke vê rojnameyê hebe wê demê em ê karibin bibêjin ku em serfiraz in.
Dibe ku hinek kes meraq bikin û bibêjin gelo ev kî ne? Bersiva kurt û kurmancî; em bi xwe ne!

Têkilî

Kooperatifler Mah. Gevran Cad.
Akkoyunlu No:5/13 Yenişehir/Diyarbakır

Email: [email protected]
Web: xwebun.org