9 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

43 sal in Yedîgol winda ye

Dayikên Şemiyê, aqûbeta Nûrettîn Yedîgol ê polîsan ew 43 sal berê di bin çavan de winda kirin pirsîn û anîn ziman ku dê heta dawî daxwaza edaletê bikin.

Dayikên/Mirovên Şemiyê bi daxwaza aqûbeta xizmên xwe yên ku polîs û leşkeran ew di bin çavan de winda kirin pirsîn û xwestin faîl bên darizandin. Dayik û xizmên windayan ên di hefteya 996’an de li Qada Galatasarayê kom bûn, qûrnefîl û wêneyên windakiriyan xistin destê xwe û li Qada Galatasarayê daxwazên xwe anîn ziman. Parazvanên mafên mirovan, Seroka Komeleya Rojnamevanên Jin ên Mezopotamyayê (MKG) Roza Metîna, nûnerên Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) tev li çalakiyê bûn. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Nûrettîn Yedîgol ê piştî di 10’ê nîsana 1981’an de bi serdegirtina malê ya li Îdealtepe ya Stenbolê hate binçavkirin û windakirin hate pirsîn. Nûnerê TÎHV’ê yê Stenbolê Umît Efer yê daxuyaniya çapemeniyê xwend, diyar kir ku darizandina faîlan di berpirsyartiya meqamên edlî de ye. Efe yê çîroka Yedîgol vegot, diyar kir ku çend sal derbas bibin jî dê dest ji daxwaza edaletê bernedin û bi bîr bixînin ku dewlet neçare di nava normên hiqûqa gerdûnî de tevbigere.”

Çalakî bi danîna qûrnefîlan a li Qada Galatasarayê bi dawî bû.