9 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Marûnisî li dijî talanê axa xwe diparêzin

Gundiyên Marûnisê bertek nîşanî xebatên kana madenê dan û xwestin ji axa wan derkevin. Welatiyan gotin: “Axa me biterikînin, bicehemin û biçin.”

Di salên dawî de gelek şîrket li ser axa Kurdistanê kanên madene vedikin û xwezaya Kurdistanê talan û wêran dikin. Li aliyekî bendavan çêdikin, li aliyê din zozan û mêrgên Kurdistanê qedexe dikin, li aliyê din jî kanên madene vedikin. Yek ji vihê kanên madene hatiye vekirin jî Gundê Marûnîs ê Colemêrgê ye. Şêniyên gundê Marûnisê li dijî xebatên kana madena ku ji sala 2007’an heya niha xwezayê talan dike, di 22’yê nîsanê de dest bi çalakiyê kirin. Çalakgerên di roja 5’emîn de çalakiya xwe didomînin daxwazên xwe yên, “Bila xebatên kana madenê werin rawestandin, zirara hatiye dayîn bila were rastkirin, bila gund werkî berê were sererastkirin, bila dar ji nû ve li herêmê werin danîn” dubare kirin. Daxwazên gel û çalakgerên li sehaya kana madenê çalakiya xwe didomînin bêbersiv hatin hiştin. Şêniyên gund bi biryardarî û moral çalakiya xwe didomînin. Rayedarên şîrketan di kana madenê de bi sedan tûnelên kaçax li herêmê vekirine û piştî çalakiyê lez ser van tunelan bi ax û keviran girtin.

Piştî çalakiyê gelek leşker hatin cihê çalakiyê û rayedarên şîrketê diparêzin. Welatiyên li dijî talana kana madenê çalakiyê li dar dixin ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivîn.

Abdulkerim Seven detnîşan kir ku ew 8 sal berî niha di kana madenê de xebitiye û da zanîn ku ew ji ber gelek şahidiya texrîbkirina xwezayê kiriye dest ji karê kanê berdaye ev tişt gotin: “Tevî ku dewlet dizane divê di rûbar de kana madenê neyê vekirin, li dijî vê yekê dernakeve. Mixabin niha avê çem jehrî bûye. Bi tu awayî ji ajalan re jîngeh nehat hiştin û jîngeh hatin tengkirin. Berî çend salan nêzî 20 hezar çêre ji herêmê dixwarin. Niha ji ber jehriya kana madenê tu ajal naçêrin. Gelê me ji ber xazên jehrî nikarin sewelkariyê bikin û mêşan xwedî bikin. Di demekî nêz de çend pez ji ber av ji çem vexwarin, mirin. Mirov ked didin û bi hezaran mêşan dikirin lê dawiya salê em dibînin ku hemû mirine.”

Seven da zanîn ku yek ji xwediyê şîrketê serhengê bi navê “Hizir” e û diyar kir ku ev kes xwe wek xwediyê dewletê dide nasîn û wiha got: “Serhengê teqawid bi kesên 3’yem re dema diaxive dibêje ‘ez çi bixwazim dikarim bikim, dewlet jî meclis jî muxatab jî ez im, kesek nikare tiştekî bike’ û daxwazên gel piştguh dike. Em ji tu kesî pere an jî tiştekî din naxwazin. Daxwaza me ya tekane ew e ku kana madenê were girtin û careke din neyê vekirin. Em dixwazin demildest ji erdnîgariya me derkevin, bicehnimin biçin.”

Ji Welatiyan Salîh Kûrt jî diyar kir ku berî kana madenê li herêmê were vekirin, ber lêva çem darên tirî, gûz û sêvan hebûn û da zanîn ku piştî kana madenê herêm bû çolistan, av jî jehrî bûne. Kûrt bilêv kir ku piştî kana madenê çandinî jî bi dawî bûye û wiha got: “Dara berûyê ya oksîjenê dide me kuştin. Ev qetlîama xwezayê ye. Her der qûl qûlî kirine. Jîngeha 14 hezar mirovên me hatiye texrîbkirin. Berê bi hezaran ajal li hêrêmê diçêriyan niha em nikarin 10 bizinan biçerînin.”

Kûrt bi bîr xist ku tevî biryara kolandina cihekî hatiye dayîn, sedan cih bi awayekî qaçax hatine kolandin û wiha pê de çû: “Dê nikarin bi tu sozan me ji biryara me vegerînin. Divê êdî xebatên kana madenê bi dawî bibin. Di roja çalakiya me ya 4’emîn de lez û bez tunêlên bi aweyekî qaçax hatibûn vekirin girtin û me wan bi ser sûc qefalt. Me ev yek bi bi dîmen û wêneyan qeyd kirin û ji parêzeran re şandin. Dê kirariyên pêwîst werin kirin.”

Kûrt anî ziman ku ji ber jîngehên gundiyan hatine texrîbkirin, şêniyên ji gund çûne, nikarin vegerin li gundê xwe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Çem tune, çiya tune, kevir tune, daristan tune. Tekane daxwaza me heye ew jî girtina kana madenê ye. Di çarçoveya qanûnî de heya ku em encamekî bi dest dixin, dê çalakiya xwe bidomînin. Em ê heya encam bigirin li vir bin. Em bang li tevahiya cemaweriyê dikin ku xwedî li çalakiyê me derkevin û piştgiriyê bidin me. Em dixwazin rêxistinên hawîrdorê û hemû rayedar têkevin liv û tevgerê.”

Omer Tekîn ê ji Wanê ji bo piştgiriyê bide çalakiyê hatiye gund jî destnîşan kir ku kana madenê nêzî 500 tûnel û cihên qaçax vekirine. Tekîn da zanîn ku dema şîrketa kana madenê zanî ku dê Walîtî di herêmê de lêkolînan bike tunelên ku vekiriye bi ax û keviran da girtin.