9 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

DFG: Bila hempîşeyên me serbest bên berdan

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), girtina 3 rojnamegeran şermezar kir û xwest hempîşeyên wan serbest bên berdan. DFG’ê da zanîn ku çareserî ne girtin û sansur e, çareserî azadiya çapemeniyê û demokrasî ye.

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), têkildarî girtina 3 rojnamegeran daxuyanî da  û xwest hempîşeyên wan ên hatine girtin serbest bên berdan. DFG’ê anî ziman ku dri 23’yê nîsanê de bi serdangirtinên malan ên navenda wan Stenbol û li Enqere û Rihayê jî hatin kirin de nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Esra Solîn Dal û Mehmet Aslan, xebatkarê Rojnameya Yenî Yaşamê Enes Sezgîn û kedkarên Çapemeniya Azad Saliha Aras, Yeşîm Alici, Beste Argat Balci, Şîrîn Ermîş û Erdogan Alayûmat û nûçegihanê MA’yê yê berê Dogan Kaynak hatibûn binçavkirin û wiha got: “Rojnamevan Enes Sezgîn, Salîha Aras, Yeşîm Alici, Beste Argat Balci û Şîrîn Ermîş ên karûbarên wan ên midûriyeta polîsan bi dawî bûn duh sewqî Edliyeya Stenbolê hatin kirin û bi şertê kontrola edlî hatin berdan. Nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Esra Solîn Dal, Mehmet Aslan û rojnamevan Erdogan Alayûmat piştî karûbarên wan ên dadgeriyê yên heta nîvê şevê berdewam kirin hatin girtin û şandin girtîgehê.”

Çareserî azadiya çapemeniyê ye

DFG’ê di daxuyaniyê de bal kişand ser pirsên ji rojnamegeran pirsînê û wiha lê zêde kir: “Di lêpirsînê de hate îdiakirin ku daxuyaniyên têkildarî 22’yê Nîsanê Roja Rojnamevanên Kurd hatin kirin de rojnamevan araste kirine. Hem di îfadeyên dozgeriye hem jî yên dadgehê nûçe û hevpeyvînên hempîşeyên me çêkirine hatin pirsîn. Hemû nûçeyên rojnamevanan ên têkildarî pirsgirêka kurd, şer, tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku rojevên bingehîn ên vî welatîne, hewl hate dayîn weke sûc bên nîşandan. Em bi bîr dixin ku pirsgirêka kurd û tecrîd yek ji rojevên bingehîn ên vî welatî ne û çêkirina nûçeyan a rojnamevanan a derbarê vê yekê de ne sûc e. Peywîra nûçegihanan nûçeçêkirine û bi nûçeyên xwe civakê agahdar bikine. Her nûçeyên ku di dosyaya lêpirsînê de cih digirin û hewl didin bi “endametiya rêxistinê” re têkildar bin, nûçeyên bi armanca agahdarkirinê li gorî berjewendiya civakê hatine çêkirin in. Desthilat bi salan e rojnamevanên di serî de pirsgirêka kurd têkildarî her rojeva ku li Tirkiyeyê veguheriye birîneke nekewandî de nûçeyan çêdikin hedef digire. Em careke din bi bîr dixin ku çareseriya hikûmeta ku hewl dide bi sansûr, lêpirsîn, astengkirin, doz û girtinan rojnamevanan bêdeng bike, ne girtina rojnamegeran e. Ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêkan, astengiyên li pêşiya azadiya çapemenî û îfadeyê rakin û darizandina rojnamevaniyê rawestînin.”

Karê rojnamegeran bidin bihîstin û dîtin

DFG’ê di dewama daxuyaniyê de bal kişand ser rol û rista rojnamegeriyê û û wiha  bi dawî kir:  “Kevneşopiya Çapemeniya Azad a ku zêdetirî 30 salan e di bin pêşengtiya rojnamegerên kurd de li hemberî tu astengiyekê ranewestiyaye, bêdeng nemaye û gavek bi paş ve neavêtiye. Di zextên ji sala 2022’yan ve zêde bûne de nêzî 40 rojnamevan hatin girtin, darizandin lê dest ji karê xwe bernedan. Di operasyona dawî de jî dê rewşeke ku were guhertin nebe. Rojnamevanên kurd dê ya ku neyê dîtin bidin nîşandan û ya nayê bihîstin bidin bihîstin. Em careke din dibêjin ku hempîşeyên me yên hatine girtin rojnamevan in û divê demildest bên berdan. Her wiha em bang li hemû rêxistinên pîşeyî û raya giştî dikin ku ji bo parastina mafê agahîgirtinê û rojnamevaniyê bi hev re têbikoşin. Rojnamevanî Sûc Nîne / Nikare were darizandin.”