9 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

DEM Partiyê bersiva gefên li dijî partiya xwe da

Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû, bang li Wezareta Dadê kir ku ji vîna gel re rêzê bigire û wiha got: “Yên ku gefan li partiya me dixun bila bizanin ku gel destûra vê yekê nade .”

Hevserokên jin ên bajaran ên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo encamên hilbijartinê û xeta têkoşînê ya polîtîk a serdema pêş binirxînin li Navenda Giştî ya DEM Partiyê civiyan.

Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû beriya civînê têkildarî rojevê nirxandin kirin ev tişt gotin: “Pergala hevserokatiyê bi salan e ji aliyê hikûmetê ve tê xwestin bê krîmînalîzekirin. Desthilata faşîst a zayendperest bi salan e ji bo ku pergala hevserokatiyê krîmînalîze bike hewl dide civakê jî razî bike. Lê belê hilbijartinan nîşan da ku pergala me ya hevserokatiyê ji aliyê civakê ve hatiya erêkirin. Jinan di vê hilbijartinê de careke din bi awayekî zelal nîşan dan ku di jiyana bê şer, tundî û îstîsmarê de israr dikin. Wêneya îflasa polîtîkaya ku bi sextekarî, bêedaletî, bêhiqûqî û qeyûman tê meşandin derket holê. Me gelek caran got û em ê dîsa jî bibêjin. Em bi baweriya xwe, bi vîna xwe ya jinê, bi hişmendiya xwe û bi paradîgmaya xwe vê dibêjin.

Divê kujerên jinan cezayê ku heq dikin birin

Belê, hikûmet li hemberî serkeftina ku derket holê dest bi operasyonên ferasetê kir. Li vî welatî her roj jin tên qetilkirin û kiryar bi polîtîkayên bêcezahiştinê tên berdan. Emîne Şenyaşar a ku 6 sal in Nobeda Edaletê digire, 88 roj in jî li ber Wezareta Dadê nobedê digire. Em jin carek din dengê Emîne Şenyaşar a ku ji hêla wezaretê ve nayê bihistin tînin ziman, ev erka me ye. Karê wi rêzgirtina îradeya sindoqan, îradeya jin û ciwanan e. Divê vî welatî êrişkar û kujerên jinan cezayên ku heq dikin bigirin û kuştina jinan bên rawestandin. Divê bêhiqûqiya li hemberî Fahriye Ceylan a ku 32 sal in girtiye û bi hincetên wekî ‘werzişê li gorî rêgezan nake’ bê bidawîkirin. Astengirina berdana 11 jinên li Girtîgeha Sîncanê bên bi dawîkirin. Kesên ku Makbule Ozer a 81 salî û Hatîce Yildiz a 75 salî bi raporên ‘Dikarin di girtîgehê de bimîne’ dişîne girtîgehê, rûyê ku biaxive tune ye.

DEM Partî partiya jinan, ciwan, karkeran, kedkaran û xizanan e.Yên ku bi gefên girtina partiyan û tayînkirina qeyûman re şaredariyên me hedef nîşan didin, divê baş zanibin ku jin û gelên me wê destûrê nedin vê yekê.

Sekna li dijî tecrîdê ne sûc e

Hevseroka HDP’ê ya Îzmîrê Berna Çelîk jî di nav de 11 girtiyên li Girtîgeha Jinan a Şakranê ji ber ku li dijî tecrîdê û zextên li girtîgehê pêk tê ketin greva birçîbûnê 10 roj cezayê hicreyê li wan hat birîn. Li aliyekî Wezareta Dadê ya ku wezîfeya xwe pêk nayne û ji aliyek din jî jinên ku li dijî bêhiqûqiyê li ber xwe didin. Em caren din Wezareta Dadê hişyar dikin û dibêjin sekna li dijî tecrîdê ne sûc e, sûc domandina rejîma tecrîdê ye û divê cezayên ku didin girtiyan bên bi dawî kirin.

Êrîşên li dijî kedkarên çapemeniyê şermezar kirin

Kedkarên çapemeniyê Mehmet Aslan, Esra Solîn Dal û Erdogan Alayumat, di Roja Rojnamegeriya Kurd de hatin binçavkirin û pişt re hatin girtin. Em erişên li dijî kedkarên çapemeniyê şermezar dikin. Ji ber baweriya têkoşîna azadiya jinê em heta wan rojan hatin. Em ê bi vîna jinê hem bajarê xwe û hem jî xwe bi rêve bibin. Me got em ê qeyûman ji Kurdistanê derxin û me gotina xwe jî kir, em bi ser ketin.

Her roja ku diçe xizaniya jinê kûr dibe

Li welat her roja ku derbas dibe xizaniya jinê kûr dibe. Lê belê qeyûmên ku dijminatiya jinan dike çawa dizî kirine? Duh hevşaredarên me yên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê derbarê qeyûman de bi belgeyan bêhiqûqiya ku hatî kirin ragihandin û çawa hatiye talankirin anîn ziman.

Hêza me ya jinan heye ku li dijî polîtîkayên şer, tundî, xizanî û kedxwariyê têbikoşe. Li dijî polîtîkayên tecrîd û şer bi rêxistineke xurt têbikoşîn. Li her derê mal bi mal bigerin û polîtîkayên desthilatê teşhîr bikin. Paradîgmaya Birêz Ocalan dê li her derê bên gotin û bên pratîzekirin. Ev têkoşîn têkoşîna nan, azadî, wekhevî û jiyaneke bi rûmet e. Têkoşîna edaletê ye.

Li vî welatî tecrîd bingeha hemû qeyranan e. Bêedaletî û bêhiqûqî ji ber tecrîdê pêk tê, heke tecrîd bê bidawîkirin dê rê li ber azadî, wekhevî û demokrasiyê vebe. Di tecrîdê de israr, di şer û tundiyê de israr e û ew yek jî tê wateya xizaniyê. Tê wateya dizîna jiyana jinan, kûrkirina xizaniya jinan û mafê jinan. Lê belê em destûrê nadin vê yekê.

Em ê bi hev re bajarên xwe jinûve ava bikin

Em jin bêtir bajarê xwe nas dikin û em dizanin hewcedariyên me çi ne. Em ê bi hev re bajarên xwe ji nû ve avabikin. Hevalên me hemû jî dê bi vê hesasiyetê nêz bibin. Dem dema avakirina bajarên azad ên jinê ye. Em ê li her cihên bi rêxistinkirî bi ruhê seferberiyê tevbigerin. Em bi saziyên demokratîk, rêxistinên sivil û rêxistinên jinan re bi ser ketin. Niha em dibêjin dem dema jinûveavakirinê ye.

Em ê cihên ku jin bikare behnê bigire û hilberînê bike, ava bikin. Navendên li dijî şîdetê, stargehên jinan, marketên xemrî, malên tenûrê û koperatîfan vekin û bixebitin. Em ji aliyekî qadên hilberînê yên herêmî vekin û ji aliyên din jî li dijî îktîdara serdest têbikoşîn.

Em ê kongreyên xwe pêk bînin

Piştî hilbijartinê em ê li gelek navçe û bajaran kongreyên xwe pêk bînin û rêveberiyên xwe xurt bikin. Heke jin di rêveberiyan de bi hêz bin dê bikarin di avakirina bajarên azad ên jinan de ji bi hêz bin. Di kongreyan de em ê hêza jinê xurtir bikin û em ê rengê temsîliyeta jinê bêtir derxin holê. Hemû hevserokên me yên jin dê bi vê motîvasyonê tevbigerin.

Rastiya me ya têkoşînê ew e ku bêyî ziman, nasname û baweriyê bi cudahiyên xwe re werin cem hev û rêxistinbûna xwe mezin bikin. Li dijî şer avakirina tifaq û torên hevgirtinê yên jinan ên herî xurt e. Em baş dizanin ku jin di lêgerîna jiyana azad û wekhev de israr dike û ev yek ji bo jinan ferz e. Rêya me ew e ku em bi hemû jinan û siyaseta xwe ya demokratîk re jiyaneke alternatîf li hev bikin. Hevdîtina li ser rêya 3’yemîn a li dijî polîtîkayên tune hesibandin û cudakeriyê yên serdest a mêr tê wateya avakirina jiyaneke bê şîdet û bê kedxwarî.

Tişta ku li ser me tê ferzkirin em jin qebûl nakin û ne jî mecbûr in. Li Tirkiye û Kurdistanê me got ‘Ev rewş wiha nabe’.  Bijî hevgirtina jinan, jin jiyan azadî.”