8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Komîteya amadekar banga tevlêbûna mîtînga 1’ê Gulanê ya Êlihê kir

Hevberdevkê Komîteya Amadekar a Mîtînga 1'ê Gulanê ya Êlihê Cîhan Tuzun got: "Em li dijî kedxwarî, çewisandin, bêedaletî û newekheviyê bibin yek."

1’ê Gulanê Cejna Karkeran wê li Êlih û Wanê bi mîtîngên herêmî dest pê bikin. Pîrozbahiya li Êlihê wê li Parka Jinan a 8’ê Adarê bê pîrozkirin. Girse wê saet di 11.00’an de li Xaçerêya Tûrgût Ozal bê cem hev du û paşê wê wekî kortej ber bi qada mîtîngê ve bimeşe.

Heverdevkê Komîteya Amadekar a Mîtînga 1’ê Gulanê Cîhan Tuzun têkildarî amadekariyên mîtîngê axivî.

Bangawazî

Tuzun diyar kir ku ji bo mîtîngeke qelebalix û xurt dixebitin û got ku piraniya amadekariyên xwe kirine. Tuzun got: “Ji îro pê ve wê li gelek navendên cuda yên bajêr afîş li bîlboardan bên daliqandin. Ez ji vir bang li tevahiya raya giştî dikim; em gelê xwe û hemû kedkaran vedixwînin mîtînga herêmî ya 1’ê Gulanê ya Êlihê.”

Tuzun da zanîn ku wê ji 10 bajaran gel beşdarî mîtîngê bibin; Amed, Sêrt, Mêrdîn, Şirnex, Riha, Mereş û Meletî. Tuzun bilêv kir ku ew ê bi awayekî kortejî ber bi qadê ve bimeşin.

Tuzun got: “Em li dijî kedxwarî, çewisandin, bêedaletî û newekheviyê bibin yek.”