8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çalakiya girtiyên siyasî di roja 153’yan de didome

Ji bo azadiya fîzîkî ya serokê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd, girtiyên azadiyê ev 153 roj in li ber xwe didin û bi çalakiya boykotkirina hevdîtinên malbatan û dadgehê didomînin.

Girtiyên azadiyê yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê di çarçoveya kampanyaya navneteweyî ya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya” de, di 27’ê Mijdara 2023’yan de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kiribûn.

Girtiyên azadiyê di 4’ê Nîsanê de ragihandin ku ew çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bi dawî dikin û çalakiya xwe derbasî qonaxeke nû dikin.

Girtiyan di daxuyaniya xwe de wiha gotin: “Em dixwazin ragihînin ku em ê pêngava xwe ya ‘Azadî ji Rêber Apo re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re’ ji 4’ê Nîsanê û pê ve bi dirûşma ‘Jiyana bi Rêberê xwe re ya di heman şertî de’ bi boykotkirina dadgeh, serdana malbatê û axaftina bi telefonê bimeşînin.”

Çalakiya girtiyên azadiyê di roja 153’emîn de bi qonaxeke nû, bi çalakiya boykotkirina hevdîtinên ser telefonê, malbatan û dadgehê didome.