8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Pirsa Socrates: Nefspiçûkî yan nîhîlîzm

“Tişta ku ez dizanim tenê ew e ku ez bi tiştekî nizanim”. Ev e peyva ku li ser wî herî zêde tê zanîn. Tiştek nenivîsî û li pey xwe nehişt, lê şargirtên wî Platon û Xenophone gelek tişt li ser nivîsandine û belav kirine.

Agahiyên li ser Socrates ji Apolojiya Socrates bigirin heta bi berhemên dawîn jî bêtir ji şagirtekî wî tê ku navê wî Platon bû. Platon an jî Eflatûn, weke ku Ehmedê Xanî jî navê wî di Mem û Zînê de aniye ziman, dibe referansa sereke ya li ser Socrates. Ji bilî Platon, şagirtekî din jî gellekî li ser wî nivîsiye ku ew jî Xenophone e ku hem weke siyasetmedar, weke dîroknas û hem jî leşkerekî tê naskirin. Di nava Kurdan de, weke ku Celadet Bedirxan behsa wî dike, di Anabasîs de behsa şerrê li dijî Kardûkan dike.

Cudahiya her du çavkaniyan herweha bûye sedem ku îmajên cuda li ser Socrates ava bibin.

Sedsala 5’an berî Îsa ye. Yewnana antîk ji sedsala 6’an ve bûye cîhê ramyarên mezin û hatiye, kesên weke Herodot, Parmenîd, Pîsagor, Hîpokrît û Protagoras Abder hema hema ji dewra Socrates in.

Tişta balkêş li ser Socrates ew e ku ji bilî felsefeyê tu karên din nekirine; lê belê tê gotin ku weke pêhlewan tev li çend şerran bûye û mêrxasekî nedîtî bûye ku ev agahî kêm tên zanîn.

Platon û Xenophones li ser li hev dikin ku Socrates ne bi bejn û bala xwe ve xweşik bû, lê belê gellek heyranên wî hebûn. Ji bo zilaman, cesaret û zanabûn, ji xweşikbûna fizîkî bêtir balê dikişînin. Platon dibêje ku xizan bû, lê Xenophones dibêje ku ne xizan bû û qîma xwe bi tiştên weha ve nedianî. Lê, tê zanîn ku ciwanan gellekî dida ser rêya wî, bi taybetû ciwanên dewlemend û wî jî ji xortikên ciwan hez dikir, weke ku adet bû li civaka wê demê. Ji ber wê ye ku hin kes wî weke bîseksuel jî didin nasandin, lê ev agahî zêde nakeve serê mirov; ji xwe sinifandinên bi vî rengî ji derveyî xwezaya mirov in, bi taybetî di dewreke weha de ku homoseksuelî nîşana arîstokrasiyê bû.

Ji ber ku wî bi xwe tiştekî nivîskî nehiştiye, hemû agahî jî li ser devê duyem hatine heta îroj û hema kî rabûye nirxandinek zêdetir li ser wî kiriye. Ji Platon û Xenophone û Arîstot bigire heta bi Hegel û Bergson û Nietzche, û hetta bi Lacan ve jî, Socrates bûye cîhê miraqê ji bo ramyaran. Axir, herkes li ser hemfikir e: Socrates trajedî bi xwe ye. Neheqî lê bûye. Lê trajediya wî ne bi tenê ji neheqiya dadgehê tê. Jiyan bi xwe neheqî ye, weke ku Nietzche li ser wî dibêje. Li ser hebûna ku tahammula wî jê re nedibû, nîhîlîzmek pê re peyda bûbû, lê herçend li hember raqîbên xwe bêrehm bûya jî, cîh ji qurretiya vala re jî nebû li cem wî. Lewre nirx û rûmet, an jî giranî, bi hebûnekê çêdibe. Ji ber wê ye ku di dadgeha dawîn de bangî Meletos dike û henekên xwe bi helbestên wî dike, digel ku Socrates li ser giliyê Meletos û Anîtos û Lîcon dihat darizandin û axir ew ê bi mirinê ve bihataya cezakirin.

Di vê mijara Socrates de, weke ku Dorion yê pisporê mijara Socrates jî balê dikişîne ser, nakokî hene. Bi kurtî, hin xalên hevpar yên bingehîn hene ku divê li ser Socrates werin zanîn: naskirina xwe, pirsiyariya li ser jiyanê, rêbaza pirsan, pirsa li ser zanînê.

Bêguman, Dorion jî di lêkolînên xwe yên li ser Socrates de pişta xwe ji neçarî dispêre Platon û Xenophone û yên piştî wan.

Ya rast, ev mijar bi awayekî îronîk pirsa me ya bingehîn derdixin holê: nefpiçûkî an jî tewazû û bi zimanên ewropî modestî.

Cahilên zana yên dema me ku tenê sernivîsan dixwînin, ji bo peyva “ez bi tiştekî nizanim” nirxandinên lezgîn dikin ku dûrî kûrahiyê ne. Socrates nefspiçûk nebû. Lewma digel ku dizane ku dikare bibe sedema mirina wî jî, napejirîne ku qaziyên dadgeha bilind wî kêm bikin.

Gava ku dadgeh dide zanîn ku biryareke teqez li ser cezayê mirinê çênebûye û li gorî qanûnê hingê mafê Socrates heye ku ew bi xwe cezayê xwe hilbijêre, Socrates dibêje ku ev kiryara dadgehê neheqî ye li hember şexsê wî. Xwe kêm nake.

Hevalên wî derfetê peyda dikin ku wî ji girtîgehê birevînin jî, Socrates careke din red dike. Xwe kêm nake.

Gava ku wê jahrê di îskanekê de didin destê wî, ew bi xwe jahrê vedixwe. Xwe kêm nake.

Nahêle ku kes li ber wî bipeyive. Tew gava ku cahil bin, wan dide ber pirsan da ku ew bi xwe li bersivan bigerrin. Lê weke ku ew bi xwe dibêje “Ez ne mamosteyê tu kesî me”. Rikberên xwe kêm û piçûk dike, weke ku tîne serê dadweran û Metelos. Lewma Nietzche wî weke nîhîlîstê yekem bi nav dike.

Hingê ka nefspiçûkî?

Mêrik bavê qurretiyê bû, ku Nietzche ev yek weke encama aciziyê nirxandiye û ew gîhandiye nîhîlîzmê. Madem Socrates ewçend ji xwe bawer e, gelo çima xwe li nezaniyê daniye?

Gelek kes îroniyê di vê helwêsta wî de dibînin. Lê, bi ya min, ne tenê îronî ye. Weke ku xaleke din ya hevpar e li ser wî, maqûlî û kamilî ye. Socrates zanîbû.

Zanîbû ku zanîn bêdawî ye, lewma gihîştibû wê zanînê ku ew çiqasî fêr bibe û bizane jî, tenê dikare beşekî piçûk bizane û nikare xwe bigihîne hemû zanyariyan û temenê mirov têrê nake ku bi hertiştî bizane. Lewma, rast digot: bi tiştekî nizanîbû. Belkî nehêlana çavkaniyên nivîskî ji ber wê bû. Wî zanîbû ku hemû zanyariyên ku ew ê bihêle dikarin sibê bi zanyariyên nû ve werin guhertin. Ji ber wê ye ku Socrates tenê tiştek li pey xwe hişt: metod, yanî rêbaz; rêbaza zanyariyê. Bala xwe bidin tawanên ku li dadgehê li wî dikirin: ciwanan bi pirsan ji rêyê derdixe, îtîbarê bi Xwedayên me nayne, Xwedayên nû tîne sîteyê.

Socrates dibêje “min tiştek ji ciwanan re negotiye; tenê, min fêrî wan kir ku pirsan bikin”.

Ma mêrik bi hezaran pirtûk bihiştana gelo dê ji van helwêstan xurttir bûya qey?

Rast digot. Wî Xwedayên nû neanîbûn, tenê pirs li ser Xwedayên heyî xistibûn serê ciwanan.

Digel ku Thales weke yekem fîlozofê mezin tê binavkirin jî, herkes Socrates weke bavê felsefeyê dinirxîne, lewre ew e yê ku li ser xwebûn, hebûn û Xweda û rûmet û zanînê helwêsta pêşîn bi awayekî metodîk daniye û bingehê epîstemolojiyê nîşan daye ku arîstokrasiya yûnanî jê hez nedikir.

Nezanîna îronîk jî ne îronîk e. Camêr çiqas zane be jî, ya rast, nezan bû, û wî hay ji vê hebû. Çiqasî serê xwe diêşand jî li xwe hay dibû ku hê gellekî nezan e; lewma digot “heger tiştek hebe ku pê dizanim, ew jî ew e ku ez bi tiştekî nizanim”. Ne nefspiçûkî ye, qurretî ye; lê herweha maqûlî û kamilî ye jî.

Çavkaniyên sereke li ser mijarê:

– Platon: hemû diyalogên Platon, ji bilî Qanûn, behsa Socrates dikin, mîna Apolojiya Socrates, Banquet û Komar û hwd.

– Xenophone: Apolojiya Socrates, Memorables

– Louis-André Dorion, Socrate, Paris, Presses universitaires de France, coll. « Que sais-je ? », 2004

– Gregory Vlastos, Socrate: Ironie et philosophie morale (ji ingilizî wergeriyaye fransî “Socrates, Ironist and moral philosopher”) Paris, Aubier, coll. 1994, 455 p.

– Jean Humbert, Socrate et les petits socratiques, Paris, PUF, 1967

– Claude Mossé, – 399. Le Procès de Socrate, Bruxelles, Complexe, 1987, 153 p.

– Friedrich Nietzsche, Crépuscule des idoles (1888)