7 Eylül, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

3 bajaran îxaneta Barzanî û PDK’ê şermezar kir

Rêveberên DEM Partî, DBP, TJA û rêxistinên civakî li Mûş, Amed û Edeneyê bi daxuyaniyên girseyî îxaneta Barzanî û PDK’ê ya li dijî Kurdistanê şermezar kirin.

Dewleta Tirk roj bi roj başûrê Kurdistanê dagir dike. PDK û Malbata Barzanî jî ji vê dagirkirina AKP û artêşa tirk re hembêza xwedike. Ji ber vê yekê şerê li herêmê giran dibe. Îro rêveberên DEM Partî, DBP, TJA û rêxistinên civakî ev êrîşên li dijî axa Kurdistanê û îxaneta PDK’ê ya li dijî gelê kurd û Kurdistaniyan şermezar kir. Gel di çalakiyan de hewldana  PDK’ê wekî îxanet penase kir û xwest PDK dest ji vê îxanetê berde.

Mûş

Li navçeya Kopê ya Mûşê di pêşengtiya DBP, TJA û DEM Partiyê de têkildarî êrişên dewleta tirk ên li dijî Herêma Kurdistana Federe daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniya ku pankarta “Ji dagirkerî û xiyanetê re na” hate vekirin de Hevserokê DBP’ê yê Kopê Siraç Çîftçî metna çapemeniyê xwend.

Çîftçî yê diyar kir ku dewleta tirk hewl dide li Herêma Kurdistana Federe dagirkeriyê mayînde bike, destnîşan kir ku avakirina baregehên leşkerî, kontrola nasnameyan û organîzekirina xebatên provokatîv ên weke şewatê yên dewleta tirk ji rêveberiya PDK’ê ne serbixwe ne û wiha got: “PDK, bûye hêza rêxistinkirinê ya pêvajoyeke ku nikare hesaba wê bide gelê kurd. Axa başûrê Kurdistanê ya bi berdelên giran hatiye bidestxistin, bi boneya berjewendiyên xwe yên biçûk heba kiriye. Ev siyaseta paşverû ya rêveberiya PDK’ê ku li dijî berjewendiyên demokratîk ên neteweyî yên gelê kurd dê bi tu awayî di nava civakê de bersivê nebîne.”

Edene

Rewşa PDK rewşa îxanetê ye

Rêxistina DEM Partiyê ya Edeneyê jî bi daxuyaniyekê bertek nîşanî êrişan da. Gelek kes beşdarî daxuyaniya ku pankarta “Ji dagirkirin û xiyanetê re na” vekirin. Hevserokê DEM Partiyê yê Edeneyê Seyfettîn Aydemîr, êrişên dewleta tirk ên bi hevkariya PDK’ê li dijî Herêma Kurdistanê berdewam dikin şermezar kir û got: “Rewşa ku PDK di nav de ye bi rastî jî xiyanet e. Gelê kurd bi kedeke zêde û bi berxwedaneke bênavber hin destkeftî bidestxistine. Sekinîna cem aqlê ku hewl dide destkeftiyên gelê kurd ji holê rake ji bilî xiyanetê ne tiştekî dine. Ji vir em bang li Tirkiyeya dagirker Û PDK ya ji psîkolojiya mêtîngeriyê ya polîtîze bûyî nikare xelas bibe dikin; Têkoşîna birûmet a gelê kurd wê tu car nebe yekdest. Sekna wê ya kolektîf, rêxistinkirî û polîtîk wê tu car bi paş ve neçe. Ev têkoşîn dê nekeve bi bandora çend malbatan an jî siyaseta pergalê ya serwer.”

 Amed

Li Amedê jî li pêş avahiyên rêxistinên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên navçeyan ên Amedê nûnerên partiyan daxuşanî dan. Rêvberên DBP’ê li Bismilê daxuyanî dan û êrîşen PDK’ê şermezar kirin.

Rêveberên DEM Partiyê li navçeya Peyasê ya  Amedê jî bi heman armancê daxuyanî dan. Rêveber û nûnerên partiyên siyasi û rêxistinên civakî li pêş DEM Partiyê ya Peyasê kom bûn û daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de bang kirin û gotin: “Em şer naxwazin. Bila demildest ev şer were bidawîkirin û ev şerê qirêj xelas bibe.”

Li aliyê din li gelek navçeyên Amedê êrişên li dijî Herêma Kurdistana Federe hatin şermezarkirin.