8 Eylül, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

41 meh in tecrîd heye

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Emran Emekçî diyar kir ku hincetên “cezayên disiplînê” yên tecrîda li Îmraliyê derqanûnî ne û got: “Dê têkoşîna civakî encamê diyar bike.”

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji 15’ê Sibata 1999’an heta niha li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di tecrîdê tê ragirtin. Tecrîda li dijî Abdullah Ocalan di 27’ê tîrmeha 2011’an de hate girankirin. Heta sala 2016’an jî hevdîtin bi hincetên weke “keştî xerabe ye”, “rewşa hewayî nebaş e” û hwd. hatin astengkirin. Ev demekî dirêje hevdîtin bi hinceta “cezayên disiplînê” tên astengkirin.

Abdullah Ocalan, piştî berxwedana greva birçîbûnê ya girtiyan di sala 2019’an de 5 caran bi parêzerên xwe re hevdîtin kir. Wezîrê Dadê yê demê Abdulhamît Gul di 16’ê gulana 2019’an de got: “Li pêşiya qedexeya hevdîtinê ji hêla hiqûqî ve tu astengî nînin.” Tevî vê jî ji 7’ê tebaxa 2019’an heta niha destûra hevdîtina bi parêzeran re nayê dayîn.

Ocalan, herî dawî di 3’yê adara 2020’an de bi malbata xwe re hevdîtina rû bi rû kir. Hevdîtina herî dawî ya li ser telefonê jî di 25’ê adara 2021’ê de hate kirin. Ji wê rojê ve tu agahî ji Ocalan nayên girtin.

Emekçî: Mînaka vê tecrîde tune ye

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Emran Emekçî tecrîda li ser miwekîlê xwe nirxand. Emekçî, 27’ê tîrmeha 2011’ê weke “dîroka amadekirina bingeha derhiqûqtiya keyfî” nirxand û wiha got: “Ji wê rojê ve destûra hevdîtina bi parêzeran re nayê dayîn û mînaka vê li cîhanê nîne. Heta di Peymana Cinevê de jî mafê hevdîtina bi parêzearn re nehatiye astengkirin û mafekî sereke ye. Di rewşên awarte û şer de li Guantanamoyê jî ev maf nehatiye binpêkirin. Di rapora CPT’yê ya di 2013’an de hat tespîtkirin ku ev biryareke polîtîk e. Heke li cihekî mafê hevdîtina bi parêzeran re tune be, li wir rewatiya tu biryaran nîne. Hemû kirariyên ji parastinê bêpar, derhiqûqî ne. Ev rêgeza sereke ya pergala hiqûqê ya cîhanê ye.”

13 sal in biryarên polîtîk tên dayîn

Emekçî, bi bîr xist ku dema tecrîd didomiya parêzer di bin navê “KCK”ê de hatine girtin û ev tişt anî ziman:” Ez wê demê girtî bûm. Ji bo pirsa rojnamegeran a ‘Çima destûr nayê dayîn ku parêzer bikarin bi Ocalan re hevdîtinê bikin?’ Edogan digot; ‘Bila parêzer li kêlekê bisekinin.’ Ev jî tespîta CPT’yê ku digot biryarên siyasî ne piştrast dike. Ev biryara polîtîk 13 sal in tê domandin. Dema di navbera 2013-2015’an de bi Ocalan re hevdîtin dihatin kirin jî nehiştin parêzer biçin serdanê. Ev, ji bo astengkirina agahîgirtina Ocalan e.”

Ocalan got ‘ez ji bo çareseriyê amade me’

Emekçî, hevdîtinên piştî grevên birçîbûnê weke “îstîsnaî” nirxand û wiha pê de çû: “Piştre qedexe dîsa dest pê kirin û bi hincetên cuda heta îro didomin. Qedexeya hevdîtinên piştî 2019’an, berdewamiya israra di siyaseta neçareseriyê de ye. Ji ber ku birêz Ocalan di hevdîtina dawî ya bi parêzeran de digot; ‘Ez ji bo çareseriyê amade me.’ Birêz Ocalan di pêvajoya 2013-2015’an de ji ekolojiyê heta azadiya jinê, aborî û hiqûq û hwd. 10 komîsyon ava kiribû. Anku dema digot ‘ez ê pirsgirêkê di hefteyekê de çareser bikim’ zelal bû. Lê ev bi kêrî îktîdara heyî nehat. Jixwe piştre operasyonên derveyî sînor dest pê kirin û pêvajoya bi temamî guherî.”

Di berdewamê de Emekçî got ku parêzer bi rêbazên “korsanî” tên astengkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Îtîrazên me piştî teqezbûna biryaran dixin meriyetê. Her wiha qeydên UYAP’ê nayên kirin. Anku ji bilî wan 5 hevdîtinên îstîsnaî, ev 13 sal in nikarin mafê xwe yê sûdgirtina ji parêzeran bi kar bînin. Biryarên li hundir ên bêyî parêzeran rewa nînin. Ji ber ku ne li gorî qanûnan e û hincetên wan razber in. Ev biryar derqanûnî ne. Ji bo qedexeya telefon divê carekê hevdîtina telefonê were kirin. Heke di axaftina ser telefonê de tiştek çêbibe dikarî biryarê bidî. Lê ji bo hevdîtinên telefonê yên nehatine kirin biryar tê dayîn. Heman tişt ji bo hevdîtinên bi parêzeran re jî derbasdar in. Divê tu ji ewil bihêlî hevdîtin were kirin. Lê bi usûlên qanûnên xwe nakin.”

Hiqûqa serdestan heye

Parêzer Emekçî anî ziman ku Tirkiye biryarên DMME û NY’ê bi cih nayîne û wiha got: “Bêguman vê cisaretê ji Ewropayê digire. Erdogan digot; ‘di mijara Îmraliyê de me bi Ewropayê re lihev kir.’ Me zêdetirî 60 caran serî li AYM’ê daye. Lê biryarê nadin û bi demê re vedihêlin. Ji sala 2011’an ve em serî li DMME’yê didin lê ew jî bi demê re vedihêlin. Li pêşiya Komîteya Wezîran biryara DMME’yê ya bi dîroka 18’ê adara 2014’an heye. Komîteyê herî dawî ji Tirkiyeyê re got ‘vê biryarê pêk bîne, cezayan daxîne û mewzûatê biguherîne.’ Lê Tirkiyeyê di bersiva xwe de rejîma înfazê parast. Komplo û derhiqûqtî bi vî awayî didome. Em dikarin bibêjin di piştperdeyê de lihevkirin û bazarî hene. Tişta trajîk ev e; biryarên DMME, NY û Komîteya Wezîran û rapora CPT’yê heye lê bi hiqûqê nakin û di navbera xwe de bazariyan dikin. Niha hiqûqa serdestan di meriyetê de ye.”

 CPT çima raporê aşkere nake?

Emekçî, bi lêv kir ku CPT raporên xwe parve nake û li dijî Tirkiye ya biryaran bi cih nayîne jî daxuyaniyê nade. Emekçî, wiha derbirî: “Li gorî benda 10/2 a PMME’yê heke dewletek guh nede pêşniyarên CPT’yê, CPT bêyî destûra dewletan dikare prosedûra teşhîrkirina dewleta têkildar bixe meriyetê û raporê eşkere bike. CPT, di sala 2022’yan de çû serdanê û hêj rapor parve nekiriye. Madem guh nade pêşniyarên te wê demê tu çima parve nakî? Te digot ‘cezayên disiplînê nayên qebûlkirin’ lê Tirkiye dide. Dibêjî ‘qedexeyên ji bo parêzeran keyfî ne’ lê Tirkiye van qedexeyan didomîne.”

 ‘Li gorî hiqûqa xwe tev bigerin’

Emekçî, bi bîr xist ku CPT’yê derheqê Azerbaycan a ku li gorî pêşniyarên wê tevnegeriyayî de daxuyanî daye û xwest heman prosedûr ji bo rewşa li Îmraliyê jî bikeve meriyetê. Emekçî, axaftina xwe wiha qedand: “Dema birêz Ocalan anîn Îmraliyê, di roja ewil de rayedarê CPT’yê ew pêşwazî kir û got; ‘Dê li vir bimînî û tiştên pêwîst em ê bikn.’ Anku ev pergal bi hev re ava kirin. Sekn û nêzikatiyên heyî nîşaneya lihevkirinekê ye. Divê CPT li gorî hiqûqa xwe tevbigere. Divê Ewropa jî ji bo berjewendiyên dîplomatîk hiqûqê feda neke. Tevî hemû derhiqûqtiyan jî dê hewldanên me bidomin. NY’ê du caran biryara rakirina bisînorkirina parêzeran da. CPT’yê jî di rapora xwe de got tecrîd polîtîk e. Em derhiqûqtiya Tirkiyeyê tescîl dikin. Nexwe bêguman ya ku dê encamê diyar bike têkoşîna civakî û siyasî ye.”

Çavkanî: MA / Îbrahîm Irmak

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê