26 Haziran, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Adar nîsan û gulan

Adar, nisan û gulan sê mehê evîn û evîndariyê ne. Bi barana biharê, erd nerme, hewa honike.  Roj nîv germ e. Ewr reş û spî ne, dem deman ezman şîne. Kanî dizên. Best û newal keskayî ne. Çem û robar her diherikin.

Her sê mehên biharê, ji boy xwezayê û ajalan û tevahiya ruhberan evîne. Em zarok bûn, mala me li bajêr bû. Mala xalê min li gund bû. Erê em li bajêr bûn lê hiş û dilê me her li gund bû. Di 17’ê adara 1979’an de bavê min ez û xwişka min, birin gund, mala xalê me.

Dema ku berê me diket gund, wek berê me têkeve bihuştê. Em herdu xwişk di romoqa terektorê de me bi pepikê xwe ê piçûk bi qeraxê remoqê girtibû û me bi rûkenî li dora xwe dinerî. Kêfxweşya me di dilê me yê piçûk de hilnedihat. Êvarê bi rojava re em gihiştin gund.

Ji ber em di rê de pir westiyabûn, em berya ku şîvê bixwin, di xew re çûn. Sibê dema min çavê xwe vekir ku ez li gundim û zarokê xalê min li dora minin. Min got qey ez di xewnê de me, min çavê xwe firkand û ez bi deng giriyam, ji kêfxeşiyê.

Jinxala min li şaneşînê sêpiya xwe danî bû, meşka xwe li dar xistibû û dew dikila. Dengê kilê meşka wê, bi hênikaya sibê re, li nava gund belav dibû. Me û zarokê xalê xwe, her yekî pariyek nan rahiştê û me xwe li dengê girmegirma meşkê girt û me bazda şaneşînê.

Jinxala min dewê xwe valayî elba darî kir, rûn û dew ji nav hev girt, her yekê me loqek rûn danî ser nanê me û me bazda ser xanî. Xaniyê gund ku bi hev ve girêdayî û ser wan bi axê seyandî, sifirnekê wan bi beybûn û bûkik xemilî bûn. Li ser her xaniyekî kulekek hebû, dora rojena bi keviran pêçabûn.

Min ji dapîra xwe çîrokên berê bihîstibû Ku mirov kevirê dora kuleka rake û ji Xwedê xwestekekê bixwaze, ji binê kevirê kê kurmikek an jî kêzikek derkeve, Xwedê xwesteka wan qebûl dike.

Em û zarokên gund em bi hev ketin û me yek bi yek, berê xwe da Xwedê û ji Xwedê xwestekek xwest û kevirê dora kuleka rakir. Di bin kevirê kê de kêzikek an jî kurmikek derketa, ji kêfxeşiyê, qêrîna me diçû Xwedê.

Min ji Xwedê ev daxwaz dikir: Xweda em vî sê mehên biharê li gund bimînin. Ya Xwedê… De em zarok bûn. Zaroktiya berê, jiyan bû jîn bû xwezayî bû. Ji ber wê ez ji her sê mehê biharê hez dikim. Adar nîsan û gulan.