7 Temmuz, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Anli: Welatên cîhanê li hemberî êrîşên li ser kurdan bêdeng in

Siyasetmedar Firat Anli, têkildarî civînên ku mafên mirovan ku li Cenevreyê pêk tên diyar kir ku wan têkildarî rewşa mafên mirovan a kurdan û Tirkiyeyê rapor pêşkêşî NY'ê kiriye û heta pirsgirêkê çareser bikin dê şopdarê vê dozê bin.

Tevgera Dostaniya Navbera Gelan a li dijî Nijadperestiyê (MRAP), di çarçoveya Rûniştinên Mafên Mirovan ên 56’emîn ên Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) de li Ofîsa Cenevreyê ya Neteweyên Yekbûyî, bi sernavê “Li Tirkiyeyê mafên mirovan” konferansek pêk anî.

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez, Parlamentera Parlamenta Ewropayê Laûra Castel Fort û siyasetmedarê Kurd Firat Anli beşdarî konferansê bûn. Di konferansê de tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û kiryarên nehiqûqî yên dewleta Tirk ên li Kurdistanê hatin nîqaşkirin.

Têkildarî civîn û konferansên ku li Cenevreyê pek tên, siyasetmedarê kurd Firat Anli çavdêriyên xwe û xebatên xwe yên ji bo civinê parve kir.

Siyasetmedar Firat Anli, anî ziman ku li Neteweyên Yekbûyî (NY) dema rûniştinê ye û wiha got: “Di van rûniştinan de mafên mirovan a li tevahiya Cîhanê tê niqaşkirin. Rewşa welatan û dewletan cuda cuda tê niqaşkirin. Der barê binpêkirina mafên mirovan rapor tên amadekirin. Nûnerên sazî û rêxistinên sivîl ji bo dewletên Rojhilata Navîn û derdorê niqaşan dikin. Ev niqaş û raporên mafên mirovan dê heta 18’ê Tîrmehê bidome. Bi taybetî di 16-17-18’ê Tîrmehê de dê li ser raporên Tirkiyeyê niqaş bên kirin. Ji bo vê yekê jî niha panel, konferans tên lidarxistin û rapor tên pêşkêşkirin. Vê pêvajoyê dest pê kiriye.”

Li ser rewşa  Tirkiyeyê û kurdan axivîn

Firat Anli, anî ziman ku wan jî xwest pirsgirêka kurd û rewşa Rojhilata Navîn, rewşa kurdan çar parçeyan tevahî di konferansê de parve bikin û wiha axivî: “Me rapora xwe amade kir.  Îro jî konferansek pêk hat. Di konferansê de li ser navê Buroya  Asrîne Prz.Îbrahîm Bîlmez hatibû. Birêz Bîlmez li ser rewşa dawî ya birêz Ocalan û li ser rewşa Îmraliyê agahî parve kirin. Tecrîd û îzolasyonek demdirêj didome. Qala wê kir. Dîsa parlamentera Katalan Birêz  Laûra Castel Fort li ser tevahî rewşa Tirkiyeyê axivî. Lê bi taybet li ser mijarên kurd û Kurdistanê rawestiya. Ji êrîşên rojava û başûr bigire heta doza Kobanê û heta tecrîdê niqaş kir. Li ser rewşa girtigehan û tayînkirina qeyûm a şaredariyan axivî. Dîsa  li ser tevahiya pirsgirêkên ku kurd bi wan re rû bi rû dimînin anî ziman.”

‘Em li ser qeyûm û tecrîdê axivîn’

Siyasetmedar Firat Anli, destnîşan kir ku wan ji wekî saziya mafên mirovan a Kurdan rewşa dawî parve kir û wiha got: “Zêdetir em li ser rewşa tayînkirina qeyûm a Colemêrgê û qeyûmên din ên di rojevê de axivîn. Der barê 9 hevalên me yên Hevşaredar de biryara qedexeya derketina dervê welat hatiye dayîn. Me dîsa zêdetir bal kişand ser girtiyên nexweş û girtiyên nayên berdan. Em li ser tecrîd û îzolasyonê rawestiyan. Em li ser çalakiyên li girtîgehan didome rawestiyan. Hêj pirsgirêk nehatiye çareserkirin.”

‘Divê saziyên mafên mirovan ên Ewropa erka xwe pêk bînin’

Anli, da zanîn ku divê di serî de Neteweyên Yekbûyî (NY), Yekîtiya Ewropa (YE), saziyên sivîl û nêzên navneteweyî, berpirsiyariya xwe bibînin û bi cih bînin. Tirkiye demek dirêj e biryara Konyesa Ewropa (KE) û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) pêk nîne. Divê ev sazî êdî mudaxaleyekê li Tirkiyeyê bikin. Lê bala xwe nadin Tirkiyeyê.”

Cîhan ji bo Xezayê bertek nîşan dide, lê ji bo kurdan bêdeng e

Firat Anli bibîr xist ku dema Îsraîl êrîşî Xezzayê dike hemû welatên cîhanê bertek nîşan didin û wiha bi dawî kir: “Lê dema li Rojava û Başûr operasyonên mezin ên leşkerî ji bejahî û hewayî pêk tên. Lê welatên cîhanê li hemberî vê rewşê bêdeng e. Me di vê mijarê de jî hişyarî kir û xwest hestiyar tev bigerin. Mexwest bertek nîşan bidin. Me xwest bi taybet di 17-18’ê tirmehê de ev rapora Tirkiyeyê bê xwendin û bê niqaşkirin. Heta wê demê dê kar û xebatên me bidome. Em ê li wir jî bikevin têkiliyê. Em ê hem raporê parve bikin û hem di niqaşan de rastiya gelê xwe bînin ziman. Em ê di her platformê de rewşa Kurd û Kurdistanê bînin ziman. Heta ku em pirsgirêkê çareser bikin em ê şopdarê vê karê xwe bin.”