17 Haziran, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Asayîşa PDK’ê 207 roj in aqûbeta Silêman Ehmed zelal nake

207 roj in ji rojnamevan û edîtorê beşa Erebî yê ajansa Rojnews’ê Silêman Ehmed ku ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin, tu agahî nayê girtin.

Edîtorê beşa Erebî ya ajansa Rojnews Silêman Ehmed roja 1’ê Cotmeha 2023’yan ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsud a Helebê. Rojnamevan Silêman roja 25’ê Cotmeha 2023’yan dema xwest di deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin û 207 rojin agahî jê nayê girtin.

Hefteyek piştî windabûna Silêman Ehmed, asayîşa PDK’ê ya Dihokê di daxuyaniyekê got ku qaşo revandina rojnamevan Silêman Ehmed ‘ne ji ber karên wî yên rojnamevanî ye’ û gefa cezakirinê li rojnamevan Silêman xwarin. Silêman Ehmed nêzî 5 sal in di beşa Erebî ya ajansa Rojnews de wek edîtor dixebitî.

Herî dawî 2’yê Çileya 2024’an tîma parêzeran ji bo hevdîtina Silêman Ehmed serî li dadwer dan. Dadwer ferman da ku parêzer Silêman Ehmed bibînin. Lê piştî parêzer çûn asayîşa Duhokê carek din ji aliyê rêveberiya asayîşa PDK’ê ya Duhokê ve parêzer hatin astengkirin û guh nedan fermana dadwer.