23 Temmuz, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bakirhan: Çareserî hevdîtina bi Ocalan re ye

Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di civîna koma partiya xwe de wiha got: “Çareserî, naskirina îradeya gelê kurd e. Çareserî hevdîtina bi birêz Ocalan re ye ku rê li ber pêkvejiyana gelan vekir û ji bo çareseriyê hewl dide.”

Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan di civîna koma partiya xwe de rojevên heyî nirxand. Bakirhan bal kişand ser serkeftina tifaqa çep a li Fransayê got ku dema li dijî pêla faşîzmê yekitî çêdibe, encam jê tê girtin û encamên li Fransayê ji bo wan jî bûne hêvî.

Bi domdarî Bakirhan çalakî û xwepêşandanên li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê nirxand û ev tişt anî ziman: “Ev çalakî li her derê didomin. Em ê dengê xwe bilindtir bikin. Meşa rêzgirtina ji îradeyê re çalakiya me ya dawî nîne û dê çalakî bidomin. Ji bo qeyûm êdî li tu herêman neyên tayînkirin a ji destê me tê em ê bikin. Dê têkoşîna me bidome. Em feraseta qeyûman tayîn dike hişyar dikin; dev ji vê ferasetê berdin. Heke cesaret û hêza we hebe, va yê kedkar û xizanên Tirkiyeyê amade ne. Yên ku ji bo sindoqê cesareta wan tune ye, qeyûman tayîn dikin. Em kesên dixwazin hêza xwe bibînin, vedixwînin ser sindoqê. Em ji bo vê her tim amade ne.”

Bakirhan, qala xizmeta 3 mehan a şaredariyên qeyûm lê hatibûn tayînkirin kir û got: “Ev xizmete bedela xizmeta qeyûman a 5 salan e. Qeyûmê Curnê Reş 500 milyon deyn hiştibû. Şaredariya niha milyonek pere daniye. Rê nedan bertîlê, her qirûşek ji bo xizmeta gel xerc kirin û niha pereyî zêde dikin. Vayê feraseta me ya şaredariyê ev e.”

TUÎK rêjeya enflasyonê kêm nîşan dide

Bakirhan, got ku şaredarî li dijî pişaftinê çalakiyên cur bi cur li dar dixin, qadên îstîhdamê vekirine, pirsgirêkên binesaziyê çareser dikin û xizmetên din ên şaredariyan bi mînakan vegot.

Bi domdarî Bakirhan bal kişand ser krîza aborî û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi milyonan kes terkî hejariyê hatine kirin. Lê belê bûdçeya Tirkiyeyê ji bo komeke biçûk a baronên şer, sermayedar û rantxwiran tê pêşkeşkirin. TUÎK jî li şûna vê rastiyê derxîne holê, enflasyonê kêm nîşan dide? Ji bo xelkê hejar nekare zemê bistîne, serî li hîleyê didin û pariyê nanê hejaran didizin. Li gorî daneyên TUÎK’ê, ferqa di navbera dewlemend û feqîran de 15 qet zêde bûye. Kesên kêmtirîn mûçeyî werdigirin di bin sînorê birçîtiyê de maeş digirin. Tişta ku em jê re dibêjin TUÎK, dijminê karker û kedkaran e. Derhiqûqtiyê dike.

Gelo yên vê bi serê hejaran tînin dema serê xwe datînin ser balgiyê xwe çawa dikarin razên? Bêwijdaniyeke mezin dikin. Îşala em ê rojekê bi darazeke demokratîk hesabê ji wan bipirsin.

Me jî weke partî ji bo vê rewşê kampanya da destpêkirin. Kampanyaya me Kampanyaya Ked û Edaletê ye. Jixwe bingeha vê pirsgirêkê ked û edalet e. Em ê starta wê di 19’ê tîrmehê de li Mêrdînê bidin. Dê kampanyaya me li her çar aliyên Tirkiyeyê xwe bigihîne hemû karker, kedkar, teqawid, jin û hemû welatiyan. Em ê tenê bi lidarxistina mitîngan bisînor nemînin. Ji ewil em ê biçin bi cotkaran re hevdîtinan bikin, li pirsgirêkên wan guhdarî bikin û pêşniyarên çareseriyê di mitîngan de rêz bikin. Ya herî girîng jî ew e ku em ê hewl bidin bi rêya rêveberiyên herêmî li ser bifikirin bê ka dikarin dahata xelkê xwe çawa zêde bikin. Banga min li her kesî ew e ku tev li vê kampanyayê bibin.

Îcar jî berê xwe dane Esad

Îktîdara AKP’ê li dijî gelê kurd ji ewil li Sûriyeyê bi DAIŞ’ê re bû muxatab. We tevan temaşe kir, ev der bûbû otoban. Milîtanên DAIŞ’ê li vir dihatin tedawîkirin. Veguherandibûn rêgeha derbasbûnê. Piştre DAIŞ nebû. Rêhevalên me yên jin ên kurd ew barbar têk birin. Lewma dev ji wan berdan. Îcar jî OSO derxistin. Di navê wan de peyva azad heye lê ev rêxistin azadiyê tune dikin. Ew jî nebûn ji ber ku van rêxistinan sûcên li dijî mirovahiyê kirin û dikin. Ne OSO bû ne jî DAIŞ. Îcar jî dîsa berê xwe dan Esad.

Em dibêjin ku yaw li şûna ji bo dijminatiya li dijî kurdan biçî Tehran, Şam û Bexdayê, heke zehmet nebe ji Esad pirsa ‘ya em dikarin çawa pirsgirêka kurd çareser bikin’ bikin. 30 milyon kurd li Tirkiyeyê dijîn. Lê ji bo tunekirina nasname û statûya 30 milyon insanan dîplomasiyê dikin û piştre jî tên dibêjin ‘birayên min ên kurd.’ Û em jî dê bi van gotinan bixapin? Bi van hewldanan Tirkiye nikare li Rojhilata Navîn pêş bikeve, aştiyê pêk bîne. Tenê dikare tevliheviyê derxîne. Gelê kurd li wir dixwazin bi ereb, gel û baweriyên din ên li wir re statûyekê bi dest bixin. Ma çi zirara vê ji bo Tirkiyeyê heye. Ma ji terorîstên OSO û DAIŞ’ê xeternaktir in? Îktîdara ku kurdan weke xetere û gefekê dibîne û siyaseta xwe ya derve li gorî vê teşe dide, mehkûmê têkçûnê ye.

Divê CHP ji bo polîtîkayên dijkurd nebe amûr

Erê baş e me îktîdar fêm kir lê serokê giştî yê muxalefetê jî di vê mijarê de ketiye nava hewldanan. Birêz Ozel digot; ‘Ez dikarim di navbera Erdogan û Esad de navbeynkariyê bikim.’ Ez jî dixwazim vê jê re bibêjim; birêz Ozel, Erdogan dixwaze bi Esad  li ser dijminatiya kurdan tifaqê çêbike. Gelo hûn hewl didin vê siyaseta dijkurd birêxistin bikin? Tu xêra vê nagihije gelên Tirkiyeyê. Tekane tişta divê hûn bikin ew e ku polîtîkaya Rojava-Sûriyeyê ber çavan re derbas bikin û li gel polîtîkaya ku gel bi xwe qedera xwe diyar dikin bin. Dijbertiya kurdan, dijbertiya statûya kurdan ma ji we re ma ye. Ji kerema xwe weke muxalefetê hewl bidin ji bo polîtîkaya aştiyane rol bilîzin. Bila navbeynkariya we ji bo wê be ku Esad û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pirsgirêkên xwe bi hev re çareser bikin.

Para îktîdarê ya di pirsgirêkên Sûriyeyê de zêde ye. Heke para îktîdarê 4 be ya muxalefeta navendî jî 1 e. Dema Efrîn hatibû dagirkirin, serokê giştî yê CHP’ê digot; ‘li wir tiştên baş çêdibin, xizmeteke baş heye.’Tişta ku jê re digot baş jî desteserkirina mal, milk û canê kurdan bû. Êdî kurdên li wir nikarin derkevin kolanan jî. Her roj jin û ciwan tên revandin û bajarê 5 hezar salî di destê çeteyan de dinale. Lê dibêje ‘tiştên baş dibin.’ Divê CHP ji bo polîtîkayên dijkurd nebe amûr. Kes nabêje bi Esad re hevdîtinan neke. Lê bi gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re jî hevdîtinan bikin. Divê ev hevdîtin hevdîtinên rast bin, divê ji bo çareseriyê bin. Divê hevdîtin ji bo aştî û çareseriya wir bin. Divê ne ji bo dijbertî û tunekirina statûya heyî bin. Gelê kurd van hevdîtin ji bîr nake û dema pêwîst kir dê bi bîr bixin.

Piştrast bin ku her hevdîtina li ser bingeha dijberiya kurdan bi Şam, Tehran û Bexdayê re tên kirin, her dîplomasî dê rojekê li we vegere. Zû yan jî dereng dê li wir her çareserî çêbibe. Ya ku dikeve ser milê we ew e ku bibin parçeyeke çareseriyê. Çareserî ne dîplomasiya şer a li Enqere, Şam û Tehranê ye; çareserî li Amedê, Kobanê, Hewlêr û Kirmaşanê ye. Kurd dixwazin siyasteke ku gihiştine mafên xwe yên demokratîk bimeşînin. Ev yek dê bi kêrî gelan bê.

Çareserî, naskirina îradeya gelê kurd e. Çareserî hevdîtina bi birêz Ocalan re ye ku rê li ber pêkvejiyana gelan vekir û ji bo çareseriyê hewl dide. Birêz Ocalan ne tenê di mijara pirsgirêka kurd de muxatab e. Di heman demê de bi fikrên xwe, bi tez û zanebûna xwe dikare sûdekî mezin bide aştiya Rojhilata Navîn. Tam di vê rewşê de divê ji bo çareseriyê bi birêz Ocalan re hevdîtin bên kirin û daxilî pêvajoya aştî û çareseriyê were kirin.”