7 Eylül, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bekdaş: Jinan pêşengtiya şoreşê kir

Berdevka PYD’ê Sema Bekdaş anî ziman ku jinan pêşengtiya Şoreşa 19’ê tîrmehê kir û wiha got: “Bi fikr û felsefeya Rêber Apo gel xwe bi rêxistin û werperde kir. Xwe nas kir. Jin bûn xwedî vîn û pêşengên şoreşê.”

Di 19`ê Tîrmeha 2012`an de li bajarê Kobanê pêvajoyek dîrokî dest pê kir. Pêla ku bi pêşengiya kurdan dest pê kir piştre li tevahiya herêmê bi beşdariya gel, çand û baweriyên din veguherî pergala xwerêvebirinê. Kobanê di dîroka Kurd û gelan de wekî cihên destpêkan jî tê naskirin. Navê Kobanê cara yekem sala 1979`an de di nava rûpelên dîrokê de cihê xwe girtiye. 2`yê Tîrmeha heman salê de Rêber Abdullah Ocalan têkoşîna azadiyê ya hemdem dabû destpêkirin, derbasî Kobanê bû. Ev rêwîtiya li gundê Elpelûrê dest pê kir, wê piştre belavî tevahiya Kurdistan û Rojhilata Navîn bûbûya.

12’ê Adara sala 2004’an berxwedana li dijî komkujiya li Qamişlo, bibû serdemeke dîrokî. Ji wê demê ve bingeha Yekîneyên Parastina Gel (YPG) hat avêtin. Partiya herî mezin a siyasî ya herêmê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) di vê demê de (2003) hatibû avakirin. Têkoşîna jinan ku pêşengiya şoreşê kiribaya 2005`an wekî Yekitiya Star veguherî sazûmaniyê.

Wexta pêla “Bihara Gelan” di sala 2010’an de li Tûnisê dest pê kir û piştre li Misir, Lîbyayê sala 2011`an de derbasî Sûriyeyê bû, li Rojava têkoşîn û berxwedana dehan salan a li dijî polîtîkayên tinekirin û înkarê derbasî merheleyek nû bû.

Saziya Zimanê Kurdî (SZK) ku sala 2007’an hatibû avakirin û bi veşartî xebat didan meşandin, êdî aşkera kar meşand. 26`ê Kanûna 2011`an cara yekem dibistanên bi zimanê Kurdî vekir. Yekemîn dibistana serêtayî li bajarê Kobanê bi navê Dibistana Serêtayî ya Şehîd Mamoste Osman Silêman hate vekirin.

Di Cotmeha 2011’an de wekî sîwana sazûmaniyan Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) hat damezirandin. Piştre Meclisa Gel a Rojavayê Kurdistanê (MGRK) ku ji 354 kesan pêk dihat û sedî 40’ê wê jin bûn hat avakirin.

Di 19`ê Tîrmeha 2012’an de li Kobanê agirê şoreşê geş bû. Agirê şoreşê li avahiya partiya Baas geş bû. Avahiya ku tê de nijadperestiyê pêş dixistin niha bûye navenda xwerêvebirina gelên herêmê.

Piştî agirê şoreşê li Kobanê geş bu, bi rêzê li Efrîn, Serêkaniyê, Dirbêsiyê, Amûdê, Dêrik, Girkê Legê, Tirbespiyê, Qamişlo, Til Temir û Hesekê geş bû. Gelan rêveberî xistin destên xwe. Li bajaran meclisên gel, li taxan Malên Gel û girêdayî wan jî komîteyên xebatê ava kirin.Jinên ku pêşengiya şoreşê kirin, di qada parastinê de jî gavên girîng avetin û 4`ê Nîsana 2013`an YPJ (Yekîneya Parastina Jin) ava kirin.

Gel piştî şoreşê gav bi gav sazî û rêxistinên xwe ava kirin. Bêtir xwe bi rêxistnin kirin û di qada siyasî, bîrdozî, çandî, ziman, parastinê de xwe bi rêxistin kir. Mi minasebeta salvegera Şoreşa  19’ê Tîrmehê em bi Endama Meclisa Giştî û Berdevka PYD’ê Sema Bekdaş re axivîn. Bektaş têkildarî Şoreşa Rojava û geşedanên dawî nirxandinen girîng kir.

Berdevka Meclîsa Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Sema Bekdaş ewil Şoreşa 19’ê Tîrmehê li Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, malbatên şehîdan û li hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîroz kir û wiha got: “Îro li beşa biçûk li Rojavayê Kurdistanê di pêşengtiya gelê kurd de şoreşek demokratîk pêş dikeve. Ev şoreş ji bo çar parçeyên kurdistanê destkeftiyek gelek muhîm e. Beriya şoreşê rewşa Rojava wekî parçeyên din en Kurdistanê bû. Kurd û partiyên kurdan berê di bin serweriya dewletên ku Kurdistan dagirkirine debûn. Dewletan li ser hebûna kurdan qirkirina siyasî, çandî dikir. Bi pergalî li ser gelê kurd qirkirinê pêş dixistin. Rojavayê kurdistanê jî para xwe ji vê yekê girt. Rejîma baasê hemû cureyên siyaseta qirker li ser gel meşand. Bi taybetî jî piştî serhildana Qamişloyê ya 2004’an ku kurd rabûn ser piyan. Bi sed hezaran kurd li dijî hişmendî û polîtîkayên rejîma Baas rabûn ser piyan. Piştre me dît ku ew serhildan çawa li her derê Sûrî û çar parçeyên Kurdistanê belav bû.  Piştî serhildanê Rejîma Baas siyaseta xwe ya li ser gelê kurd kûrttir kir. Kemera erebî yek ji parçeyê vê siyasetê ye. Nasname nedan gelê kurd û kurd bê nasname hiştin. Şahî û cejnê kurdan qedexe kirin. Zimanê kurdî qedexe kir. Bi taybetî li herêma Cizîrê kurd bi aboriyê terbiye kirin. Kurd ji bo debarê bikin her tim koç dikirin. Ciwanên kurd ên dibistan û zanîngeh dixwendin, dîsa betal diman û di saziyên dewletê de nikaribûn cih bigirin. Zilm û zora desthilatê li ser kurdan pir zêde bû. Van zext û zordariya li ser gel hişt ku ev şoreş pêş bikeve. Bêguman hebûna Rêber Apo ya li Rojava hişyariyek mezin ava kir. Bandorek mezin li ser gel kir. Rêber Apo bi fikr û felsefeya xwe gel perwerde kiribû”

Şoreş bi alternatifên xurt pêş dikeve

Berdevka PYD’ê Sema Bekdaş, bal kişand ser pêvajoya şoreşê û girîngiya alternatifa çareseriyê û ev agahî dan: “Di destpêkê de dema mirov karibe kêliyên azadiyê qezenç bike, dê karibe serkeftinê jî qezenç bike. Lê eger te kêliyên azadiyê qezenç nekir, dê serkeftin ji destê de jî biçe. Dema bihara ereban li hemû welatên erebî dest pê kir, Şoreşa 19’ê Tîrmehê jî bi alternatifên xwe bingehek ava kir. Eger alternatif û rêxistin tune be, tu nikare şoreşê pêş bixe. Gelek raperîn pêş ketin. Lê em nikarin bibêjin şoreş. Ew îsyan in. Di şoreşa 19’ê tîrmehê de me mal kişand ser hebûna Rêber Apo ya li Rojava. Gel, jin, ciwan û beşên din perwerde kir. Li dijî pergala Netew Dewletê projeya alternatif a Neteweya Demokratîk pêş xist. PYD di 2003’an de hatibû damezirandin. Di 2005’an de kongreya Star hatibû avakirin. Van rêxistinan gel bi rêxistin dikir. Gel û jin perwerde û bi rêxistin dikir. Dema şoreşa 19’ê tirmehê dest pê kir, ew bingehê rêxistinî û şoreşê hebû. Pêşengên ku pêvajoyê bi rêve bibin hebûn. Rêxistinkirina gel û saziyan hebû. Kadroyên pêşeng hebûn. Li gelek bajarên din ên Sûriyeyê gel daketin qadan û daxwaza azadiyê kirin. Lê ji ber bingeha wan û alternatifa wan tune bû, encam negirtin. Pêşengên projeyan tune bûn. Niha gelek kesên li dijî rejîmê hene, lê rewşa wan xerab e. Îro li Rojava gel xwe bi rêxistin kiriye û projeyên xwe ava dike.”

Jinan di şoreşê de rola sereke lîst

Sema Bekdaş li ser rola jinê ya di şoreşa 19’ê Tîrmehê de jî rawestiya û wiha got: “Şoreşa ku nikaribe jinê di nava xwe de vehewîne û şoreşa ku nikaribe ji bo jinê azadiyê bîne, em nikarin bibêjin ‘ew şoreş’ e. Di şoreşa 19’ê Tîrmehê de bi rastî jinan pêşengî dikir. Di xwepêşandanên yekemîn de, di berxwedana dayikan de jinan pêşengî kir. Rola jinan a di vê berxewdana ku îro li cîhanê belav dibe de rolek sereke ye. Kongra-Star ji 2005’an de jin bi rêxistin û perwerde kir. Me dizanibû ku bihara ereban dê xwe bigîne Sûrî jî. Ji ber vê yekê me xwe bi rêxistin û perwerde kir. Şoreşa 19’ê Tîrmehê ango Şoreşa Rojava bi Şoreşa Jin tê naskirin. Jinan li Rojavayê Kurdistan tenê ji bo mafê xwe tênekoşiya. Jinan di nava civakê de pêşengiya civaka demokratîk jî kir. Jinan di civakê û malbatê de pêşengiya guhertin û veguhertinê kir. Jinan di nava biryaran de cih girt û şoreşek siyasî pêş xist. Dîwarê tirsê yên li pêş jinan rûxandin. Pêşiya jinan vekir. Di milê parastin û xwe parastinê de pêşengî kir. YPJ’ê li dijî DAIŞ’ê berxwedana herî xurt pêş xist. Di warê dîplomasî de êdî jinan jî cihê xwe girt û temsîla doza xwe, welatê xwe û nasnameya xwe kir. Dîsa di pergala hevserokatiyê û rêveberiya xweser de cihê xwe girt û rola xwe lîst. Di avakirina zagonan de ji sedî 50 nûnertî û vîna jinan heye. Êdî di qada aborî de pêşengiyê dike. Bi hezaran sal in aborî bi hişmendiya mêr pêş diket. Lê jin di projeyên aborî de cih digirin. Kooperatifan, gundan ava dikin. Projeyên aboriyê bi rêve dibin. Dîsa zanista jin Jeolojî pêş xistin. Jinan rojnamegerî kir. Em dibînin ku jinan di nava şoreşê de gelek şoreş ava kirin. Îro bi sedan jin di ragihandinê de cih digirin. Rojnamevan û pêşkeşvan in. Şoreşê pêşiya azadiya jinê vekir. Îro bi sedan akademiyên ku di warê siyasî, dîplomasî û parastinê de jinan perwerde dikin hene. Jinan pêşengî ji Şoreşê re kir, şoreşê jî rê li pêş jinan vekir. Ne têkoşîna jinan bûya, ev şoreş nedigişt vê astê. Di şoreşê de rola jinan rolek sereke bû.”

‘Gelek netew fikrên Rêber Apo dikin rêgeh’

Sema Bakdaş li ser rola fikrên Rêber Ocalan ên di şoreşê de jî rawestiya û wiha lê zêde kir: “Êdî ne tene gelê kurd, gelek netew, gelek jin, ekolojist û rêxistinên cîhanî fikrên Rêber Ocalan ji bo xwe wekî rêgeh dibînin û dipejirînin. Ji bo karibin azadî û çarenûsa xwe bi dest bixin ji bo xwe dikin rêber. Ne ji fikrên Rêber Ocalan bûya, dê îro şoreşa me jî di asta serhildanê de bima ya. Ji ber vê yekê rola fikr û felsefeya Rêber Apo ya bi rastî ji bo hemû pirsgirêkan çareseriyê tîne. Gelê rojava dema rabû, li diji zilm û zordariyê rabû. Li dijî înkar û tundiyê rabû. Ji bo azadiya xwe bi dest bixe rabû ser piyan. Rêber Apo ji bo hemû pirsgirekan fikr û felsefe pêş xist. Rêber Apo bi fikr û felsefeya xwe hemû gel bi hemû reng, bawerî, ziman û çanda xwe di bin banekî de kom kir. Hemû jin û ciwan di bin projeyekê de li he kom kir. Eger îro li seranserî cîhanê gel banga azadiya fizîkî dike, encama pratîkkirina vê fikr û felsefeye ye. kurd, ereb, suryan êdî Rêber Apo ji bo xwe rêber û çareserî dibînin. Eger Şoreşa Rojava heta vê astê hatiye û me karîbû têkoşînek xurt pêş bixin û destkeftiyan bi dest bixin, hemû bi saya fikr û felsefeya Rêber Apo ye. Yê ku xeta sêyemîn, rêveberiya xweser, konfederalîzma demokratîk, Netewaya demokratîk pêş xist, yê ku ji bo pirsgirêkên aborî, jin, ciwan, ekolojiyê çareserî pêş xist Rêber Apo ye. Reber Apo ji bo şoreşê fikr, bawerî, hêz da. Vînek azad da gel ku xwe bi rêxistin kir. Ev vîna ku Rêber Apo da bû sedem ku gel li dijî DAIŞ’ê têbikoşe.”

Şoreş derbasî pêngavek nû dibe

Berdevka Meclîsa PYD’ê Sema Bekdaş, li ser bandora şoreşê rawestiya û wiha dirêj kir: “Eger şoreş nikaribe guhertin û veguhertinê di civakê de ava bike, ew nabe şoreş. Me di her warî de guhertin û veguhertin pêş xist. Ji bo vê yekê jî em dikarin bibêjin bi rastî me şoreş pêk anî. Em berê dûrî zinan, çand, nasname û hemû nirxên xwe ketibûn. Lê îro me karîbû şoreşa çandî, ziman jinê pêş bixin. Piştî 12 sal di ser şoreşê re derbas bû, ev şoreş derbasî merhaleya nû dibe. Ewil ev şoreş di asta Rojava de bû. Lê êdî em hewl didin derbasî asta Bakur û Rojhilata Sûrî û tevahiya Sûriyeyê bikin. Gelek êrîş li ser vê şoreşê û vê fikre hene. Gelek dewlet naxwazin gel bibin xwedî hêz û naxwazin xwe bi rêve bibin. Ji ber ku ev fikr li dibistan, zanîngeh û akademiyan wekî ilmê zanînê tê dayîn. Zarok ji bo siberojê li ser vê fikr û felsefeya modernîteya demokratîk fêr dibin û mezin dibin. Kesên li ser vê fikr û felsefeye xwedî dibin dikarin nûnertiyek rast ji bo gelan bikin. Em ê karibin çawa van destkeftiyan mîsoger bikin. Em ê di vê merhameya nû de vê projeya şoreşê mezin bikin û biparêzin pêş bixin. Em ê çawa karibin vê projeya şoreşa demokratîk li hemû gelan belav bikin. Ev erk dikeve ser milê me.”

Xwîna ciwanên kurd û ereban ket nava hev

Berdevka Meclisa PYD’ê Sema Bekdaş, li ser bandora şoreşê li ser gelên din jî rawestiya û ev agahî dan: “Gelê ereb, suryan, tirkmen xwestin di nava projeye de cihê xwe bigirin. Hemû keç û xortên vî milletî tev li şoreşê bû. Di vê şoreşê de xwîna ciwanên kurd û ereb ket nava hev. Erê kurdan pêşengiya vê şoreşê kir, lê gelên din jî ketin bin bandora şoreşê. Îro em dibînin ku pergala Hevserokatiyê li gel rêxistinên kurdan, din ava rêxistinên ereban de ji pêş dikeve. Ev bandora şoreşa 19’ê Tîrmehê ye. Îro em dibînin li gelek deverên derveyî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê radibin ser piyan. Rêvberiya Xweser ji bo xwe dikin minak. Îro em dibînin li Derhayê, li Swêdayê, li deverên din jî li dijî rejîmê dadikevin qadan û dibêjin ‘Em jî dixwazin rêveberiya xwe bi dest bixin.” Ev nîşan dide ku şoreşê bandor li derve jî kiriye. Îro em dibînin ku di asta Rojhilata Navîn de rêxistinên jinan hatine avakirin. Li ser asta cîhanê meşa jinên cîhanê heye. Ev hemû bi bandora şoreşa 19’ê tîrmehe pêş ketine. Jin dixwazin li welate xwe jî vê şoreşa Rojava pêk bînin. Li 5 parzemînên cîhanê rêxistinên jinan tên cem hev û dixwazin ji cere û tecbureyên tekoşîna jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê sûdê bigirin. Şoreşa 19’ê tîrmehê karibû sentezek nû pêş bixe. Nîşan da ku gel dikare bê dewlet bijî. Îro gelê Filistin jî dikare xwe bi rêxistin bike. Dikare bi rêya neteweya demokratîk bijî. Dikare bê dewlet bijî. Îro li  Iraq, Îran û hemû dewerên ku şer lê hene, gel dikare bi rêya Neteweya Demokratîk bijî. Rêber Apo jî fikra Neteweya Demokratîk ji bo çareseriya pirsgirêkan peş xistiye. Îro di şerê li Rojhilata Navîn de pêş dikeve, her dem jin, zarok dibin qurban. Gel dibe qurban. Pergalên ku şer derdixin her tim xwe diparêzin. Lê yên tên kuştin jin û zarok in. Ji ber vê yekê her gelê ku vê projeya Neteweya Demokratîk Rêveberiya Xweser dibin pê bandor dibe. Dixwazin vê pergalê li welatê xwe jî belav bikin. Êdî hemû gelê Sûriyeyê ji projeya Neteweya Demokratîk û pergala Rêveberiya Xweser bi hêvî ye û dixwaze di nava xwe de pêş bixe.”

Gel bi rêxistin û perwerdekirî bû 

Endama Meclisa Giştî û Berdevka  PYD’ê Sema Bekdaş, destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser projeya herî pratîk a vê fikre ye û wiha got: “Rêveberiya  Xweser ji 2014’an de hat avakirin. Bi avakirina hemû desteyên xwe yên wekî milê xizmetguzarî, siyasî û milê parastinê de dikarîbû gel bike xwedî vîn. Karîbû gel bi rêxistin bike û meclis, komînan pêş bixe. Karîbû çarenûsa aborî pêş bixe. Karibû li hemû herêman meclisan ava bike û rêveberiya xweser li asta Bakur û Rojhilata  Sûriyeyê belav bike. Berê Peymana Civakî (Gel) di asta Rojava de bû. Lê îro Peymana Civakî di asta  Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ye. Ji bo civakê ev Peyman wekî Destûra Bingehîn e. Qanûnên xwe ava kirin, pergala xwe ava kir. Vê yekê bandorek mezin li ser civakê kir. Gelek destkeftiyên mezin bi dest xist. Di hemû aliyên jiyanê de gelek destkeftî bi dest xist. Tevî şerê giran, êrîşên DAIŞ’ê gel karibû destkeftiyên xwe biparêze. Ager îro ev rêveberiya xweser tunebûya, gel ne bi rêxistinkirî bûya, dê ambargoya heyî û siyaseta heyî li ser herêmê bandorek pir neyînî ava kiribûya. Dê gel zahmetiyên mezin ava kiribûya. Ji ber gel bi rêxistinkirî bû û xwe perwerde kiribû, di nava şer de xwe bi rêxistin kirin û ava kirin. Li aliyekî şer dikin, li aliyekî ava dike û xebatên xwe dikin. Kar u xizmetê jî dike.”

Gelek dewletên mezin ji DAIŞ’e hesab dikir

Endama Meclîsa giştî û Berdevka PYD’ê Sema Bekdaş, li ser şerê li dijî DAIŞ’ê jî wasetiya û wiha got: “Em hemû dizanin DAIŞ hêzek gelek bi rêxistin û xwediyî bîrdoziyek kûr bû. Gelek dewletên mezin ji DAIŞ’ê de hesab dikir. Me dît ku Mûsilê li dijî DAIŞ’ê nikaribû 2 rojan li ber xwe bide. Mûsîl xwedî hêzek mezin a leşkerî bû. Lê nikaribû 2 rojan li ber xwe bide. Lê têkçûna DAIŞ’ê ya li Rojava û piştî 2019’an têkçûna DAIŞ’ê ya li Baxozê, dîsa berxwedana li Kobanê ya li dijî hêza herî tarî ya Cîhanê berxwedanek serkeftî bû. Bi taybet berxwedana jina kurd a li dijî DAIŞ’ê, cîhan ji xeteriya DAIŞ’ê rizgar kir. Em nikarin bibêjin me DAIŞ xelas kir. îro bi bîrdoziya xwe hewl dide dîsa xwe belav bike. Îro di xebatên dîplomasî û têkiliyan de hemû kes dibêjin ‘Raste hemû cîhan deyndarê we ye.’ Lê di pratîkê de ev rastî û dijberiya li dijî DAIŞ’ê dernakeve holê. Em dibînin ku Rejîma Baas bi xwe li dijî DAIŞ’ê herêm berda û li dijî DAIŞ’ê şer nekir. Lê gel li dijî vê hêzê şer kir. 12 hezar şehîd dan. Mixabin rejîm heta niha rast nêzî meseleyê nebûye. Îro di asta cîhanê de jî dibêjin ‘Raste cîhan tev deyndarê we ye’ lê pratîkî li ser erdê nayê tercumekirin. Tenê di devkî de dimîne. Heta niha ji bo çarenûsa gel de gavek nehatiye avêtin. Divê helwestê her kesî ya li dijî DAIŞ’ê xurt be. Em îro dibînin nêzî 50-60 hezar DAIŞ di kampan de dijîn. Îro girtîgehên ku 11-12 hezar DAIŞ’î têde hene heye. Ev ji bo derve xeteriyek mezin e. Rêveberiya Xweser gelek caran xwest di asta navdewletî de dadgehek bê avakirin û ev endamên DAIŞ’ê bên darizandin. Lê tu dewlet û hêzên cîhanê xwe nedan ber vê yekê. Ji ber vê yekê DAIŞ barekî pir mezin e li ser Rêveberiya Xweser e. Ev ji bo cîhanê talûyek mezin e.

Bekdaş, destnîşan kir ku tu hêzên desthilatdar naxwazin pergala xweseriya demokratîk pêş bikeve û naxwaze gel xwe bi xwe bi rêve bibe û wiha lê zêde kir: “Naxwazin projeyên Neteweya demokratîk pêş bikeve. Ji ber ku gelek planên wan hene. Îro ne dewleta Sûriyeyê û ne jî dewleta tirk naxwaze ev projeya neteweya demokratîk li herêmê pêş bikeve. Naxwazin gelê kurd bibin xwedî statü. Hêzên navdewletî jî ji ber berjewendiyên li herêmê rêveberiyek demokratîk û xweser naxwazin. Ji ber vê yekê gelek êrîş li ser vê herêmê hene. Dewleta tirk di destpêkê de bi rêya hêzên çete êrîşî axa Rojava kir. Piştre li Efrînê û herêmên din dewleta tirk raste rast mudaxale kir. Li dijî van êrîşên tirk berxwedanek mezin heye. Îro dewleta tirk dixwaze bi Sûriyeyê re li he bê. Sedema vê yekê ewe ku ev proje bi ser nekeve. Hêzên serdest û navdewletî ku li herêmê ne, çareseriyê naxwazin. Dixwazin her tim qeyran bidomin, da ku projeyên xwe pêk tînin. Îro dewleta tirk aşkere êrîşî herêmê dike. Kesên pêşeng dike hedef. Ev tirs û xofa wan a li dijî projeye nîşan dide.”

Hêza me ji fikr rêxistina me tê

Berdevka PYD’ê Bekdaş li ser parastina şoreşê jî rawestiya û wiha bi dawî kir: “Em ê bi şerê gelê şoreşgerî karibin pergala xwe jî biparêzin û destkeftiyên xwe jî biparêzin. Em ê bi vê hişmendiyê nirxên xwe biparêzin. Ji ber vê yekê divê gel li gorî vê rastiyê xwe bi rêxistin bike û xwe biparêze. Şoreşa Rojava deriyê xwe li cîhanê vekir ku gelên cîhanê gelê kurd nas bikin. Îro têkoşînek di aliyê siyasî û diplomasi de jî tê kirin. Em dixwazin di asta cîhanê de bi hemû hêzên demokratîk re hêza xwe bikin yek. Em dixwazin bi jinên cîhanê bi awayekî azad têkiliyên xwe xurt bikin. Me îro bi rêxistinkirin u perwerdehiya gel destkeftiyên xwe biparêze. Hêza me ji rêxistina me û fikra me tê. Li ser vê projeye em li gelek dewletên cîhanê panel û semîneran didin. Parastin erka me ye. Em tu carî êrîşî derve nakin. Em her tim xwedî maf in ku destkeftiyên xwe biparêzin.”

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê