1 Temmuz, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Beşên neqedandî: Nisêbîn û Qamişlo

Di wê roja ku sînor hat xêzkirin, du bajarên yek ezman parve dikirin bûn parçeyên du cîhanên cuda. Sohbet nîvco man, stranên gelêrî bêdeng bûn, evîn bi hevîya gîhandina hev hatin paşxistin, hêsir bûn çem…

Demekî ne dûr, du bajarên xwişk û bira li ser heman axê, li bin heman ezmanê de bêhna xwe didan û bi heman avê dihatin jiyanê; Nisêbîn û Qamişlo. Bi biryarên hovane yên Şerê Cîhanê yê Yekem û sînorên ku ji aliyê serdestan ve hatibûn xêzkirin, ji hev hatin veqetandin. Ev sînor ne tenê ax; çand, ziman, cejn, xizm û evîndaran jî ji hev veqetand. Ji hingê ve ev her du bajar bûne lehengên çîrokeke neqediyayî. Du nîv beden ji hev veqetiyane, lê giyanên wan hîna bi hev ve girêdayî ne.

Di wê roja ku sînor hat xêzkirin, du bajarên yek ezman parve dikirin bûn parçeyên du cîhanên cuda. Dema gel derbasî aliyê din ê sînor bûn her tişt neqediya ma; Sohbet nîvco man, stranên gelêrî bêdeng bûn, evîn bi hevîya gîhandina hev hatin paşxistin, hêsir bûn çem…

Dema cejn tê, xelkê her du aliyên sînor bi hoparloran gazî hev dikirin. Banga nimêjê ya li Nisêbînê li Qamişlo jî deng vedide, ji aliyê din ê sînor qêrîna zarokan a ji kêfan tê. Heman coşa cejnê li herdu bajaran tê jiyîn; lê bi awayekî tahl. Ji ber ku mezinên sibeya eydê destên wan tên maçkirin û zarokên ku perê eydê didin wan nikarin li ser sifreya eydê bên cem hev. Dengên ku ji dengbêjan tên stranên biratiyê tînin bîra me, lê em nikarin hevdu hembêz bikin. Her sibeha cejnê dayikên her du aliyên sînor ji zarokên xwe re heman çîrokê dibêjin; çîroka xizmên li aliyê din ê sînor. Lê ev çîrok tenê di bîranînan de dimînin. Her cejn, ku ji bo hevgirtinê hêvî dikir, li xeta sînor diqede.

Xizm li her du aliyên sînor bi girî li bendê ne. Ji bo ku hev bibînin diçin ber têlên sînor, lê nikarin gavekê jî pêş de biçin. Di şevên dirêj ên zivistanê de xwarina li ser heman sifrê û vegotina çîrokan wek rojên berê êdî bûye xeyal. Nameyên ku ji hev re dinivîsin û diyariyên piçûk ên ku dişînin rûyê sar ên hesreta xwe hinekî germ dikin. Lê tu tişt nikare êşa salên ku windane sivik bike. Li aliyê din dawetek bi coş tê kirin an jî cenaze li aliyê din bi hêstirên bêdeng tê temaşekirin. Her name, her diyarî bi rastî îfadeya hesreta bêdawî ye. Her hêviya hevdîtinê bi xemgîniya xatirxwestinê re tevlihev e.

Evîn jî nîvco man. Dilên evîndar li herdu aliyên sînor li ser têlên sînor asê man. Ciwanên evîndar bi awiran her du aliyên sînor bi hev re diaxivin. Stranên evînê yên ku di bin ronahiya heyvê de têne gotin, ji sînor derbas dibin, lê evîndar nikarin hev bibînin. Xewnên li ser siberojê li ser xetên hovane yên sînor tên tunekirin. Her şev li her du aliyên sînor li heman stêrkan dinêrin û daxwaza xwe dikin. Lê ew daxwaz nikarin ji sînor derkevin û bibin rastî. Her evîn xemgîn e mîna straneke neqediyayî.

Ev her du bajar, Nisêbîn û Qamişlo, du lehengên çîrokeke neqediyayî ne. Xwişk û birayên ku bi sînoran ji hev veqetiyane, lê bi ruhê yekbûyî. Hestên wan rastî hev in, derdê wan rastî hev in, heta goristanên van herdu bajaran jî rastî hev in. Cejn û sersalê bi hev re pîroz dikin, êş û serhildana wan bi hev re ye. Loma jî di her cejnê de, di her namê de, di her strana evînê de dema li heman ezmanê dinêrin, bi hêviya ku rojekê li hev bicivin dijîn. Ev hêvî strana xûşk û biratiyê ye ku sînoran derbas dike. Û rojekê dê dengên vê stranê sînoran derbas bikin û her du bajarên qadîm bigihînin hev.

Her roja nû destpêkek e ku vê hêviyê geş dike. Çîroka Nisêbîn û Qamişlo sembola wê baweriyê ye ku her tiştê neqediyayî wê rojekê temam bibe. Û ev bawerî dê rojekê dîsa du bajaran, du dilan, du bîne cem hev. Her du bajarên dîrokî dê vegerin ser heqîqeta xwe.