17 Haziran, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bi cil û bergên kurdî beşdarî mitîngê bibin

Hevserokê Komîteya Amadekar Prz. Bayram Çîçek, bang kir ku hemû jin, ciwan, hunermend, nivîskar û hemû derdorên rewşenbir bi cil û bergên xwe tev li mîtînga ziman bibin.

DEM Partî, TJA, DBP, Destar û saziyên zimanê kurdî li navçeya Erdîşa Wanê bi şîara “Her dem kurdî her der kurdî” di 25’ê gulanê de Mitînga Zimanê Kurdî li dar dixe. Dê Hevserokê Giştî yê DBP’ê  Keskîn Bayindir, nûnerên TJA, Hevberdevkê Lijneya Ziman û Çandê ya DEM Partiyê Heval Dilbihar, Rêveberên rêxistina bajarê Wanê û navçeyên wê yên DBP û DEM Partiyê, parlamenterên DEM Partiyê, Hevşaredarên Bajarê Mezin û navçeyan ên Wanê, Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê, Saziyên zimanê kurdî, Saziyên Demokratîk ên Wanê beşdarî mîtîngê bibin.

Di mîtîngê de dê Koma Zarokên Zîlanê û Koma Dengê Arsîsayê derkevin ser dikê û stranan bibêjin. Hevserokê Komîteya Amadekar Prz. Bayram Çîçek têkildarî armanca mîtîngê axivî û wiha got: “Em di pêşengiya DEM Partî û DBPê de, li gel TJA, saziyên zimanê kurdî, meclîsa ciwanan û hemû saziyên din ên demokratîk, dê di 25’ê gulanê de li Erdîşê mitînga zimanê kurdî ya bi dirûşma “Her Dem Kurdî, Her Der Kurdî” li dar bixin. Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir, Hevberdevkê Lijneya Ziman û Çandê ya DEM Partiyê Heval Dilbihar, hemû rêxistin, parlementer û hevşaredarên me yên bajarê Wanê û navçeyên wê jî dê beşdarî mitîngê bibin. Mitînga me dê bi şahî be.”

Bayram Çîçek, bal kişand ser armanca mitingê û wiha axivî: “Armanca mitînga me xurtkirin û belavkirina hişmendî û zanebûna zimanê kurdî ya di nava gel de ye, ku her kurdek li zimanê xwe xwedî derkeve, li her derê bi kurdî biaxive, bi kurdî bixwîne, bi kurdî binivîse û têkoşîna zimaonê kurdî bilindtir bike. Dîsa em ê li mitîngê daxwaza xwe ya ku zimanê kurdî bibe xwedî statu, bibe zimanê fermî û zimanê perwerdehiyê bilind bikin.”

Bang

Çîçek, herî dawî ji bo tevlêbûna mîtîngê bang kir û wiha got: “Em bi vê boneyê, bang û gazî li hemû gelê xwe, li hemû ciwan, jin, zarok, hunermend, nivîskar û hemû derorên rewşenbîr dikin ku bi cil û bergên xwe yên kurdewar beşdarî mitînga me bibin.”

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê