3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çarşema Serê Nîsanê

Dayê Neam bi kêfxweşiyek mezin, me li mala xwe pêşwazî kir û me hinek wek ku êzidî dibêjin ‘Galegal’ kir. Dayê Neam di serî de got; ‘’Hinek ji vê cejna me re dibêjin ‘Çarşema Sor’ lê navê wê ne çarşema sor e. Çarşema serê Nîsanê ye.‘

Yek ji cejnên civaka êzidî cejna Çarşema Serê Nîsanê ye. Min vê cejnê mereq kir û ez çûm gel dayikek êzidî, min jê pirsî bê ka dikare ji min re behsa erf û adetên vê cejnê bike.

Dayê Neam bi kêfxweşiyek mezin, me li mala xwe pêşwazî kir û me hinek wek ku êzidî dibêjin ‘Galegal’ kir. Dayê Neam di serî de got; ‘’Hinek ji vê cejna me re dibêjin ‘Çarşema Sor’ lê navê wê ne çarşema sor e. Çarşema serê Nîsanê ye.‘’ Weke dayikê jî gotiye navê Çarşema Sor esas navê cejna biharê ya zerdûştiyan e. Lê maneya Çarşemba Sor bi farsî ji bo çarşema pîroz tê bikaranîn û bi vî awayî bi ÇarşemSerê Nnîsanê dem bi dem dihat tevlihevkirin.

Dayê diyar kir ku sedema cejnê jî ev e avabûna dinyayê li gorî baweriya ezdayetî di 1’ê nîsanê de dest pê kir. Li gorî vê baweriyê qonax bi qonax giya şîn dibin, hucreyên ajalan çêdibin û piştre herî dawî mirov çêdibin. Ev qonax hemû di nava 7 rojan de temam dibin û qewla dinyayê di yekemîn çarşema meha nîsanê de bidawî dibe. Ji ber vê yekê ye meha nîsanê mehek pîroz tê dîtin.

Bes mereqa min ya ji bo cejna Çarşema Serê Nîsanê bidawî nebû û min ji dayê pirsî bê ka beriya cejnê û di roja cejnê de êzidî çi dikin. Dayê Neam ser wê wiha berdewam kir;  Erf û edetên me yên êzidiyan kevnar in, destpêka salnameyê ya êzidiyan jî di meha Nîsanê de ye. Roja sêşemê em nanê ji bo miriyên xwe derdixin û amadekariyên çûyîna şehîdgehê dikin. Vê rojê hêka boyax dikin, ji ber ku hêk hem wekî şekil dişibin dinyayê hem jî hêk jî weke dinya bi heft tebeqe ne.’’ Weke din êzidî dibêjin, “Cîhan dema ji tarîtiyê derbasî ronahiyê bû; ango roj dît, hingî reng pê de hat û bihar hat.” Ji ber vê yekê ye hêk di Çarşema Serê Nîsanê de bi rengên biharê tên boyaxkirin. Şîroveyek din a ji bo hêka jî ew e ku zerika hekê dişibe dinyayê û spiya hekê jî îfadeya rojê dike. Bi vî awayî di roja çarşemê de avabûna dinyayê tê pîrozkirin. Weke din kulîlkên sor bi malên êzidiyan tên kirin, ev yek jî nîşaneya cejnê ye.

Dayê Neam weke din behsa duayên cejnê kir; ‘’Êvara çarşemê mêr û melaqe li dora heyvê dîwanê digirin û bi vî awayî dikevin sala nû. Dayikê behs kir ku her sal kesê ku duayê salê dike jî diguhere; ‘’Tawsî Melek reîsê melekan an jî avakerê cîhanê ye û çarşem cejna Tawsî Melek e.  Ew biryar dide ku kî bibe sahîbê salê.

Nîşaneyek din a cejna çarşemê cilê spî yê êzidî ne. Di vê rojê de herkes van cilan li xwe dike û diçin serdana miriyên xwe û serdana quban dikin. Beriya ku biçin serdana miriyên xwe li gorî erf û adetên cejnê xwarin dihatin hazir kirin an jî fêqî an helawê dibin. Bi vî awayî piştî roj hilat li şehîdgehê xwarin li gel hev tê xwarin. Maneya wê jî Dayê Neam bi ruhê mirovan re şîrove kir; ‘’Bedena însan dibe ku tune bibe, lê ruhê wan tune nabe.’’ Dayê Neam qala xewna dayikek kir ku neçû serdana diya xwe ya di cejnê de û ji ber wê dayika wê hatiye xewa wê û jê re gotiye ku bi tenê maye; ‘’Dibe ku însan bimirin lê ruhê wan sax e û ew dibînin. Hîna beriya roj derket milet diçe serdana miriyên xwe bi hêviya ku ruhê miriyên xwe bibînin. Em ne tenê ji bo miriyên xwe ji bo hemû kesên li vê derê veşartî ne diçin û em li vir duayan dikin.

Dayê Neam duaya xwe ya ber rojê ji bo cejnê jî bi me re parve kir;

‘’Ya Şeşims, tu li êzidiyan hemû û li xêrxwazan hemû,

li me û zarokên me hemûyan jî birehmî.

Rêxistina me, gerîlayên serê çiya li hêviya te û rehma te bin.’’

Dayê Neam dema vê duayê xwe parve kir diyar kir ku duayên sibehê û êvarê ji hev cuda ne û yên ku însanek biçe ber rojê bike jî ji hev cuda ne. Kesên ku diçin ber rojê ji bo mala xwe, ji bo miletê xwe duayan dikin. Maneyek din ya danîna xwarinê ya şehîdgehê jî bi hevdû re pîrozkirina cejnê ye. Bi wesîleya cejnê weke din kesên ku ji hev xeyîdîne jî li hev tên. Êdî piştî serdanên cejnê jî, ji 7 heta 70’ê salî di hefleyan de tên ba hev û bi cilên xwe yên spî bi hevdû re govend digerînin û cejna xwe pîroz dikin.

Çarşema Serê Nîsanê li gorî baweriya Ezdatiyê di çarşema destpêkê ya meha nîsanê de tê pîrozkirin. Îro di nava civaka êzidî de tenê Feqîr û beşek ji êzidiyan vê pîroz dikin. Çarşema Serê Nîsanê li gorî gera heyv, roj û stêrkan diyar dibe. Lê di nav êzidiyan de pîrozkirina cejnê ya li gorî salnameya dewletê ya ku Baba Şêx di dema xwe de diyar kiribû de jî heye. Piranî car li gorî vê salnameyê pîrozbahiya çarşema serê Nîsanê dikeve hefteya piştî pîrozbahiya cejna Feqîran. Bi vî awayî çarşema destpêkê ji aliyê tebeqeya Faqîran û çarşema duyemîn jî bi giştî êzidiyên Şengalê bi hev re pîroz dikin.

Em jî Çarşema Serê Nîsanê li tevahî civaka êzidî pîroz dikin.