23 Temmuz, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çeka herî mezin bîrdoziya me ye

Siyasetmedar û akademîsyen Dr. Kamûran Berwarî anî ziman ku hêzên serdest dixwazin projeya dagirkirina Kurdistanê jinûve çalak bikin û got: “Lê li dijî vê yekê êdî gelê hişyar û şoreşger heye.

Siyasetmedar û akademîsyen Dr. Kamûran Berwarî der barê rewşa civakî, aborî û siyasî ya başûrê Kurdistanê nirxandin kir. Dr. Kamûran Berwarî anî ziman ku pirsgirêka başûrê Kurdistanê ji sala 1990’î heta îro 33 sal in didome û wiha got: “Piştî 2003’an de di destûra Iraqê dehat cespandin ku Iraq dewleta federali ye. Lê em wekî partîyên siyasî, hikûmet û parlamenterên siyasî yên başûrê Kurdistanê ji sala 1992’an heta niha  nekarin pêdiviyên gel pêk bînin. Nekarîbûn di aliyê zagonî de dewletekê ava bikin û bi rêve bibin. Ji ber vê yekê ji bo parçeyên din ên kurdistanê jî nebû alîkar. Parlamentoya Kurdistanê yekemîn biryara şer a li dijî PKK’ê da biryarek xelet bû. Dîsa dijberiya Partiya YNK’ê ya ji sala 1994-96’an û heta 2000’î nakokiyên heyî û şerê birakujiyê zerarek mezin da partiyên siyasî yên li Kurdistanê. Van nakokiyan hevsengiya li başûrê Kurdistanê têk bir.”

Erka parastinê ketiye ser milê gel

Dr. Kamûran Berwarî da zanîn ku piştî nemana Parlamentoya Kurdistanê, niha hikûmetek kar birêker heye û wiha got: “Nebûna parlamentoyek fermî mirov pir diêşîne. Ku hilbijartinek pêk nehat û serokekî hikûmetê û hikûmetek nehat avakirin, ev mirov diêşîne. Ev ji bo xelkê Başûrê Kurdistanê nebaş e. Ji ber nebûna hikûmetê, roj bi roj li herêma başûrê Kurdistanê, bi taybetî partiyên siyasî yên ku herêmê bi rêve dibin û hikûmet, pêgehên xwe yên cemawerî, herêmî, cîhanî, navxweyî, siyasî û dîplomasî, ji dest dide. Ji ber vê yekê erk niha li ser milê xelkê başûrê Kurdistanê maye.  Miletê başûrê Kurdistanê divê li xwe, li axa xwe, miletê xwe û welatê xwe bibe xwedî. Divê doza xwe bi rêve bibin. Divê li xwîna şehîdên xwe bibe xwedî. Divê gel êdî nehêlin dewletên herêmî û cîhanî axa wan dagir bike. Divê destûr nede ku dewletên derve bi xwîna şehîdên wan û destkeftiyên wan bilîze.”

Kamûran Berwarî li ser rewşa Bakur, Rojava û Rojhilat jî rawestiya û ev tişt got: “Projeyên dagirkeran gelek diyar e. Me ji nêzîk ve agahî jê heye. Dewletên ku Kurdistan dagir kirine û hinek hêzên din, hêj bawer dikin ku komploya di salên 1998-99’an de li ser Serok Abdullah Ocalan û tevgera azadiyê pêk anîn, niha dikarin bi ser bixin. Hêj li ser wê komployê xebatê dikin û hewl didin hemû destkeftiyên gelê kurd ji destê wan bigirin. Ev hêzên komploger hewl didin ku li 4 parçeyên Kurdistanê ku din ava xwe de parve kirine, bi serkêşiya Tirkiyeyê jinûve bi rê ve bibin. Dixwazin vê projeya dagirkirina Kurdistanê jinûve çalak bikin. Bi vê projeye dixwazin hemû destkeftiyên kurdan têxin destê xwe û kurdan bêvîn û statu bihêlin. Ji ber vê yekê girtin, kuştin, sotin û guhertina demografiya erdnîgariyê bûye parçeyek hedef û armanca wan. Plansaziya leşkerî ewe ku li Şengal, Mexmûr, rojavayê kurdistanê û başûrê kurdistanê, lêdana partiyên rojhilatê Kurdistanê, parçeyek ji van projeyan e. Ev plankirina parçekirin û tunekirina gelê kurd û Kurdistanê ye.”

Gelekî şoreşger û şerger heye

Berwarî bal kişand ser sekn û têkoşîna gelê kurd  û wiha pêde çû: “Lê li dijî van plan û projeyan vînek kurd û Kurdistanî heye. Miletekî azad û rizgar heye. Gelekî şoreşger, şerger û xwedî vîna azad heye. Ev gelê şoreşger û şerger dizanin ku du rê li pêşiya wan heye. Rêyek teslîmbûn û mirin e. Ya din jî jiyanek azad, serfiraz û bi rûmet e. Jiyanek serbilind û azad e. Ji ber vê yekê jî bingeha jiyana azad, serfiraz û bi rûmet çêbûye. Li çarçeyên Kurdistanê ev hêza van nirxan biparêze heye. Aboriya me, siyaseta me û rêxistinên me hene. Dîsa dîplomasî û saziyên me hene. Em li ser asta herêmî, neteweyî û cîhanî ji her demê bêtir bi hêz in.”

Çeka mezin fikra me ye

Berwarî herî dawî bal kişand ser hêza gelê kurd û wiha axivî. “Çeka me ya herî bi hêz, fikr, felsefe û bîrdoziya me ye. Gelê kurd li çar parçeyên kurdistanê li ser esasê fikr, felseve û bîrdoziyê bûne yek. Di berjewendiyên fikr û felsefî de em bûne yek. Ev fikra  me tîne cem hev, pergala Konfederalizma Demokratîk e. Ev paradîgma, ne tenê ji bo çar parçeyên Kurdistanê, hem ji bo Rojhilata Navîn û hem jî ji bo gelê cîhanê rêya çareserî û azadiyê ye.”