17 Eylül, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çima Ocalan û tevgera wî hedef in?

Tayîp Temel

Dema ku hêzên hegemonîk ji bo avakirina nîzameke nû ya cîhanê her der vediguherandin qada şer û pevçûnê, Rêberê Gelan Birêz Abdullah Ocalan modelek pêş xist. Bi vê modela nû û paradîgmaya ku wî pêş xist, gel dikarin bi hev re azad bijîn.

Pergala serdest a kapîtalîst ji bo nîşan bide ku pergala wê baş dixebite û ti pirsgirêk nîne, propaganda û dezenformasyonên mezin dike. Bi rastî jî sîstem di nava krîzeke tam de ye. Ji bo ku ev yek neyê eşkerekirin destwerdanên leşkerî û siyasî dike. Ji hunerê heta werzîşê hema bêje li hemû qadan astengiyek mezin heye. Êdî ne mimkûn e fîlmeke ku hemû cîhan behs dike, straneke ku hemû cîhan behsa wê dike, yan jî wêneyekî ku bala hemû cîhanê bikişîne, bê çêkirin.

Rewşeke bi vî rengî ji bo geşedanên siyasî jî derbas dibe. Serokên dewletên cîhanê ji xeynî dînîtiya wan tiştekî din ê aîdê wan namîne ku behsa wan bê kirin.

Desthilatdarên ku bi aqilekî hevpar nêzî pirsgirêkan dibin, winda bûne. Hêza hegemonîk a navendî ji bo vê astengiyê veşêre û hêza xwe nîşan bide, bêyî ku çareseriyeke mayînde ji pirsgirêkan re peyda bike, her tim pirsgirêkên heyî di rojevê de digre.

Lê binêrin; pirsgirêka Îsraîl-Fîlîstînê ji nû ve zindî dibe, dijberiya NATO û Rûsya-Çînê bi darê zorê ji nû ve tê avakirin û hîn bêhtir tê meşandin. Hêzên cîhanî û herêmî yên li Rojhilata Navîn hatine astengkirin ji bilî kûrkirina pirsgirêkê tu rola xwe nalîzin.

Dema ku hêmanên hevkarên hegemonîk û herêmî ji bo avakirina nîzameke nû ya cîhanê li her derê vediguherandin qada şer û pevçûnê û rêbazên ku gel li ser xwe ferz bike pêş dixistin, Rêberê Gelan Birêz Abdullah Ocalan modelek pêş xist. Bi modela têkoşînê ya bi paradîgmaya ku wî pêş xistiye, gel dikari  bi hev re azad bijîn.

Di salên 1990’î de rexneyên xwe yên li ser sosyalîzma reel û tevgerên din ên li dijî sîstemê pêş xist û diyar kir ku ji bo sosyalîzm bi ser bikeve divê li ser riyeke cuda bimeşe. Têkoşîna Şoreşa Demokratîk a Kurdistanê zêdetirî 30 sal in li gorî şert û mercên nû yên cîhanê bi guhertin û veguhertina xwe xeteke têkoşînê ya alternatîf diafirîne. Bi têkoşîna ku dayî û bi paradîgmaya ku pêşxistiye, ne tenê li Kurdistanê, di pêşketinên giştî de jî bûye diyarker. Hem rewşa hêzên ku di Komploya Navneteweyî de cih digirin û hem jî hêzên hevparê polîtîkaya tecrîda şidandî, mînakên berbiçav in da ku em bikarin fêm bikin ka Birêz Ocalan û Tevgera Azadiya Kurd li ku ne.

Rêberê Gelan dema rastî komployê hat  got, “Derketina min a ji Sûriyeyê bi Komploya Navneteweyî re rasterast bi Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ve girêdayî ye.”

Sedema ku Bihara Erebî tevî hemû serhildanên hêja encam negirt ew bû ku çu partiyeke bihêz û sîstemeke alternatîf ku gelê Ereb bi rê ve bibe, tune bû. Ger paradîgmaya Modernîteya Demokratîk bi têra xwe ji gel re bihata ravekirin û perspektîfek xurt li ser xwerêveberiya gel hebûya, wê gelê li Misirê ne mecburî darbekar Sîsî; Li Sûriyê, Esed nikarîbû ewqas dirêj li ser desthilatê bûya; Lîbya, Yemen, Tûnis û Sûdan wê niha ne di rewşeke kaotîk û nediyar de bin. Her wisa, pirsgirêka Filistîn-Îsraîl jî ew qas girêk û giran nebûya.

Şoreşa ku li Rojava pêk hat û encamên wê vê rastiyê bi awayekî berçav nîşan dide. Li qadeke teng û bi derfetên gelekî kêm berxwedan û serketineke mezin pêş ket. Têkoşîna vê paradîgmayê karîbû DAIŞ’ê ya ku kesî nikarîbû rawestîne bisekinîne.

Çawa ku dema Komuna Parîsê hate avakirin ji çar aliyên cîhanê şoreşger herikîn Parîsê, ji çar aliyên cîhanê jî enternasyonalîst herikîn berxwedana Rojava. Destûr nedan ku Rojava ji aliyê hêzên hegemonîk û çeteyên wan ên herêmî ve were daqurtandin. Niha jî mîna li çolê baxçeyekê rengîn e ji bo mirovan û berdewam dike.

Berdewama berxwedana Jin Jiyan Azadî ya ku li Rojhilatê li kolanên paytextên cîhanê geş bû, bandora gerdûnî ya paradîgmaya Ocalan li ser gel nîşan dide. Hêzên hegemonîk û hevkarên wan ên herêmî xebatên xwe yên nûkirina pergalê didomînin. Ger bibînin ku bi şeklê xwe yê îroyîn nikarin serkeftinê bi dest bixin, wê şer û pevçûnê hîn zêdetir berfireh bikin. Şerê Çîn û Taywanê ne îhtîmaleke dûr e. Ji ber vê jî hêviya çareseriyê ji wan pûç e.

Li ser vê yekê bi salan berê gotibû, “Ez li vir girtiyê NATO’yê me, ne yê Tirkiyeyê.” Dema ku DYA-NATO li ser rêveberiya Rojava ferz dike, “Ji PKK û Ocalan dûr bikevin, em têkiliyên xwe bi Tirkiyeyê re sererast bikin”, Rûsya jî heman rewşê li ser xala “Em têkiliyên xwe yên bi Sûriyeyê re sererast bikin” ferz dike. Demekê DYA û NATO’yê ji Tirkiyeyê re digotin; “Apo ji navberê derxin, hûn dikarin bi PKK’ê re biaxivin”.

Tirkiye jî polîtîkaya “ji Apo re na, ji PKK’ê re erê” dimeşand. Piştî Komploya Navneteweyî, DYA bi xwe rê li ber tasfiyeya 2003-2004’an vekir ku vê polîtîkayê bixe meriyetê. Niha jî heman DYA û Rûsya ji aliyekî ve hêzên herî zêde destekê didin dijminên Kurdan, ji aliyê din ve jî bi postên berxika dixwazin xwe weke dost nîşan bidin. Her tim dixwestin rêveberiya Rojava bêbandor bikin.

Piştî qebûlkirina peymaneke nû û biryara hilbijartinên Rojava, hemû nerehet bûn. Rengê sîyaseta wan guherî dema dîtîn Rojavaya ku ji xwe bawer heye, di warê parastinê de tedbîrên pêwîst girtine û di warê aborî de hilberandinê dike, ew aciz bûn. Wan Rojavaya girêdayî derve û hewceyî bi cîhana derve bû dixwest.

Niha Şoreşa Rojava sala xwe ya 12’emîn li pey xwe dihêle. Tirkiyeya Erdogan diyar dike ku ji bo Rojava bifetisîne û têkoşîna gelê Kurd bi tevahî ji têk bibe, amade ye bi her kesê ku jê re qatil bi nav dike re hevdîtinê bike.

Li ser Başûrê Kurdistanê planeke leşkerî ya berfireh pêk tîne. Di vê êrîşa dagirkeriyê de ji bilî alîkariya rêveberiya Barzanî û PDK’ê, her weha çeteyên ku ji gelek cihan kom kirine jî bikar tîne. Lê tevî hêza bilind a teknîkî, leşkerî, aborî, siyasî jî bi serneketin û Tevgera Azadiya Kurd, bûye kabûsa rejîma faşîst.

Rastiya ku PDK û Barzanî bi Tirkiyeyê re tevbigerin hilbijartineke îdeolojîk e, ne pêwîstiyeke. PDK û malbata Barzanî pêşeroja xwe di siberoja Erdogan de dibînin. Niha mirov dikare bi zelalî bibêje ku astengiya herî mezin û tekane ya li pêşiya yekitiya netewî ya Kurdistanê ev helwesta PDK’ê ye.

Rêberê Gelan Ocalan diyar kir ku ji bo rewşa ji destpêkê ve rû daye bi awayekî rast were nirxandin divê Riya Sêyemîn bê pêşxistin. Dema em di Rêya Sêyemîn de dimeşiyan diyar bû ku geşedanên erênî diqewimin. Bêyî ku xwe bispêre navendên hevpar ên herêmî û hêzên serdest ên pergala kapîtalîst, bêyî ku serî li ber zehmetiyên şert û mercan bide, têkoşîn hate meşandin.

Helbet hedefa herî bingehîn û sereke ya hêzên kapîtalîst û paşverû yên ku nedixwestin sîstemeke alternatîf pêş bikeve, Rêberê Gelan û Têkoşîna Şoreşa Demokratîk a Kurdistanê bû ku pêşengê paradîgmayê bû. Hêzên ku bi hevdû re di nava nakokiyên kûr de bûn, dema ku mijar hat ser Tevgera Azadiya Kurd, zû hatin cem hev. Hem Rûsya û hem jî DYA-NATO li hemberî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Rojava bêdeng man. Bi bêdengiya xwe cesaret da Tirkiyeyê.

Li aliyê din dema ku DYA bi Rojava re di nava hevkariyeke qismî de bû, ji bo tinekirina pêşengên damezirîner ên Tevgera Azadiya Kurd, xelat danî. Ji vê hêlê ve pêwîste para DYA-NATO ya di polîtîkayên tecrîda giran a li Îmraliyê de bê dîtin.

Çareserî li dijî hemû planên xirabiyê, avakirina Rêya Sêyem e. Ji bo avakirina Riya Sêyemîn, pêşî hewce ye ku Riya Sêyemîn di aliyên wê yên teorîk û pratîkî de pir baş were fam kirin. Ji ber vê sedemê girîng e ku di derbarê Riya Sêyemîn de ji nû ve hin nîqaş bên kirin. Dengê Ocalan bê bihîstin û tifaq bên xurtkirin. Ew jî mijara nivîsek din e…