16 Eylül, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çîrokên Novella u dîroka pifdayî ya dewşîrmeyan

Kolanên arkeolojîk ên li çar aliyên Tirkiyê, bi taybetî yên li bakurê Kurdistanê jî wajî dikin û bi çîrokên novella dîroka xwe ha ha pif didin. Li ser ferşekî bi boyaxa nû û tîpên sor TURK hatibû nivîsandin.

Îro du çîrokên me hene. Lê çîrokên me, weke dîroka dewşirmeyên faşîst, ku bi çîrokên novella-dirêj hatiye nepixandin nînin. Kin in û mînak in.

Çîrok yek: Li cîhanê du gur hene. Gurek aştîxwaz e. Aramiyê dixwaze. Gurek jî dev bixwîn e. Har e, dijminê aştî û aramiyê ye. Em kîjan gurî xwedî bikin, ew gur wê serdest bibe.

Mixabin, civak gurê har, devbixwîn xwedî dike û dibe sedema ku aramî, aştî têk biçe. Xizanî, weranî û kuştin çêdibin. Ev nabe, dive civak şiyar be! Belkî xwendevan bêjin, gur, her dem devbixwîn e. Har e û gurê baş jî nine. Ev rast e. Lê çîrok ev e û mînak e!

Çîrok du: Ev çîrok, di bîranînên Hiseynê Ferho, yên salên 1914-1919’an de di zindana Xarpêtê de heye. Mînakek balkêş e, dibêje; Di şahdamar û rayên bedena mirovan de du rengê xwînê hene. Yek xwîna sor e. Ev xwîna baş e. Yek jî xwîna reş e. Ev jî xwîna xerab e! Eger di xwîna mirovan de, xwîna sor serdest bibe, mirov ji bo başî, aştî û qenciyê kar dike. Eger xwîna reş zêde bibe, dilê mirov jî reş dibe û mirov xerab dibe, xayin dibe, çepel dibe, kujer û qirdik dibe.

Ev her du çîrokên kin, li bejna dewşîrmeyên Îttîhat û Terakî û mîratzadeyên wan û nokerên nava Kurdan tên. Me gelek caran behsa nifşê dewşirme ku weke “pezê col” ji gelên Balkanan, bi êrîşên dagirkeriyê û piştre bi baca zorê kom dikirin kiriye. Ev zarok, bi sîstema ku xwîna bedena wan a sor dihate valakirin, xwîna reş di reh û şahdamarê wan de dihate zêde kirin, dihatin perwerdekirin.

Ev sîstem, dabaşa çîroka me ya duyemîn e. Beden û mêjiyekî li derî afirgeriya bîyolojîk derdixistin hole. Zarokên ku piştre dibûne sed-dused-sêsed hezar esker, mina di çîroka yekemîn de tê gotin, dibû qerebalixek zordest ku gurê xerab, devbixwîn û kujer xwedî dikirin. Li gorî antropolojîst û psîkologan, di navbera beden û mêjiyê mirov de têkiliyek xurt heye. Lê piştî ku haletî ruhiyeta mirov, ya mêjî û bedenî di aliyê psîkolojîk, refleks, haz-xweşî û êş-azar de, ji hev tê cuda kirin, ew mirov diguherin. Bi gotina, Durkheim, “dibine tîp-vaqayên psîkolojîk. (li ser vê mijarê, “Kovara Sosyolojî”, ya tirkan û kovara “Sychology Kurdi, ku yekemîn car bi Kurdî li Mêrdînê hate weşandin, gelek nivîsên hêja weşandine. Derxistina kovara “Sychology Kurdî,” gavek dîrokî ye. Hem di aliyê hiş û raman de, hem di aliyê ferhengî û zanistî de xizmetek mezin dike)

Îro jî, li Tirkiyê û bakurê Kurdistanê faşîzm û faşîstên AKP/MHP ji aliyê civakan ve tê xwedî kirin. Yanî, em bixwe gurê har, devbixîn xwedî dikin. Eger li Bakurê Kurdistanê nêzîkî 150 hezar cerdevan hebin, li Başûrê Kurdistanê jî partiyek û hêzeke bi dîsîplîn û bi çek hebe, ev tê wateya ku beşekî mezin ji Kurdan amade ye ku kaban berdin erdê û koletiyê erê bikin. Bi kurt û kurmancî; gurê har û devbixwîn, ji aliyê me ve tê xwedî kirin.

Em, bale bikişîni ser rastiyeke din: Tu car û tu deman dewleta Selçukiyan çênebûye.

Di şerê bi Diyojen û hêzên Bizansiyan de, li Melezgirê, hejmara hêzên Alpaslan, tenê 4 hezar bûn, lê hêza Kurdan 10 hezar bû û Mîrên Kurdan jî, biqasî Alpaslan, di şer de rolek dîrokî lîstin. Yê ku Diyojen girt û serê wî jêkir jî Kurd bû- Lê dewşirmeyên Tirk, weke eslê xwe yê bê esil, dîroka Selçukiyan, û şerê li Melezgirê, bi çîrokên novella-dirêj wajî dikin. Gorên li navçeya Bedlîs-Xelatê jî ne yê Selçukiyan e. Eger rast be, li cihê ku Selcukî lê mane, weke Konya. Çima gorên wan yên bi vî rengî nînin? Di temtêla gorên li Xelatê, li Çiyayê Hevêriya-Turabdin, li gundê Zaxurana Mezin, di wê temtêlê de gor û kêlên goran hene. Lê lingê Selçukiyan bi wê herêmê ne ketiye û nebûne niştecihên wê herêmê. Weke min got; Li Konya ku demekê bûye cihê postnîşîna Selçukiyan jî, bi vî rengî gorên wan tune ne.

Em vê çîrokê hinekî vekin: Imparatorê Elmanya Friedrich, di 27’ê adara 1188’an, ji bo li dijî Selahaddin Eyubî şer bike, ‘Qutsê rizgar bike, derkete seferê. Li Balkanan û Trakya, gelek bajarên weke Edîrne wêren kirin û gihe Konya. Selçuki jî li Konya hukumran bûn. Lê li dijî Frîedrichç şer nekirin teslîm bûn. Siltanê Selçûkiyan kurê Alpaslan, Kutbeddin, heta bi Edenê û dora Mêrsînê ji emperetor Friedrich re rêzantî kir. Artêşa Emperetor Friedrcih, li qeraxên çemê Seyhanê (hin dibêjin, li çemê Goksu) radiweste, emperetor jî dikevê çem û zaturê dibe û di 10 Hezîrana 1190’î de dimire. Di vê mijarê de, gelek vegotinên cûda hene.

Hin dîrokzan dibêjin, “Selçûkî ne Tirk’in”, lê em wan Tirk qebûl bikin jî, mebesta min ew e ku çîrokên zat-i şahenyên dîrokzanên Tirk, ku dibêjin, tirkan-Selçukiyan li dijî Xaçparêzan şer kiriye, deriyê rizgariya Qutsê vekirine, çîrokên novella-dirêj û pifdayî ne û ne rast in.

Dîroka tirkên ku bi gotina “jonturk” derkete hole û li Meclîsa Enqerê, piştî nîqaşên dûr dirêj yên bi mehan, li gorî senteza Ziya Gokalp derkete hole. Di nava demê de jî, weke “hebanka pifdayî” hate werimandin. Piştî desthilatdariya AKP/MHPê, ev balona pifdayê bi awayekî balkêş hate rengîn kirin û Erdoganê epîlepsîk, ji pêpelûkên bi xalîçeya sor û rawestandina kesên lihbok, bi cil û bergên qirdikan re dadikeve, weke siltanê serkeftî, bi meşeke lokihandina devihê, bejnûbala radoheyî nîşan dide.

Kolanên arkeolojîk ên li çar aliyên Tirkiyê, bi taybetî yên li bakurê Kurdistanê jî wajî dikin û bi çîrokên novella dîroka xwe ha ha pif didin. Li ser ferşekî bi boyaxa nû û tîpên sor TURK hatibû nivîsandin.  Di nava beşermiyek mezin de, di ekranên televizyonan de nîşan dan. Eger xwendevan, derbarê kolanên dawî yên arkelojîk ên li Bakurê Kurdisdtan û Anatolya bigerin, wê van mînakan bibînin. Medya Tirk dibêje; Yek, di kolanên arkeolojîk de, li Girê Miraza (Gobeklitepe); şopên çanda tirkan a 12 hezar salan hatine dîtin. Du, di kolanên Beşîktaşê de, di çanda Sîntaşan de, ya beriya 4 hezar salan şopên tirkan hatine dîtin. Sê, di heman kolanên Beşîktalê de, şopên dîroka tirkan a berîya 3.500 salî hatine dîtin. Û hwd.

Gotinek kurdan heye. Dibêjin: Caw, cawê te ye, gaz jî di destên te de ye, ti çawa dixwaze tê bi wî rengî bipîve û biqusîne.

Hişmendiya civakan kolektîf e û di aliyê aborî, teknîk, tore, hiquq, ahlak, ziman, ol, huner û her cure afirgeriya bi destê mirovan tê kirin de derdikevê hole. Li Erdoganland (komara (!) Tirkiyê). bi gotina rojnamevan Mete Kaynar, “reîstokrasi”yek derketiye hole. Pêşî gurê pîr Beahçelî diaxive, piştre Erdogan van gotinan dike pratîkê. Di encama vê siyasetê de; rewşeke “lîmonî” derketiye hole. Hinek rojnamevan jî dibêjin, rewşek “subliminal”- ya parçekirî derketiye hole. Parçakirin, xwedî dîrokek kevn e. Lê rewşa lîmonî nû ye. Destê kê di berîka kê de ye, nayê zanîn.

Rewşa lîmonî jî, ya subliminal jî, tê wateya ku di çarçoveya bîyolojîk a heywanî de parçaebûnek derketiye hole û her diçe serdest dibe. Civak di aliyê ahlak, hişmendî, nirx û pîroziyan de ji hev de ketiye, herifiye. Di serdema xanedaniya Osmanî de jî hêzên dewşirme, serî radikirin bazar, çarçi û qeyserî talan dikirin. wêran dikirin. Îro jî civakek di psîkoljiya wê serdemê de derketiye hole, rojane jin, zarok tene kuştin. Komên çete mafyatîk êrîşî esnaf û derdoran dikin.

Belkî gotina “heywanî” şaş were fêhm kirin, em hinekî vekin: êrîşên arteşa Tirk yên li Bakur, Rojava û Başûr, di çarçoveya her du çîrokên me de ne. Ji bo vê jî, min rewşa biyolojîk ye têkiliya heywan û xweza bikar anî. Li gorî sosyologan, mirov ji beden û hişmendiyê pêk tê, ziman jî palê mêjî ye. Bedena di aliyê cografîk de, hişmendî jî, bi nirxên psîkolojîk û sosyolojîk pêşdikevin.

Di dewşirmeyan de, beden, ji xaka xwe tê qutkirin. Ev beden, di navbera civaka nû û erdnîgariya nû de tê guvaştin, zexta fîzîkî û bîyolojîk li ser çêdibe, piştî perwedeya bi salan, xwîn û hişmendî bi hev re têne guhertin. Hawa jî bandore li bîyolojiya wan dike, maden û cewherê bedena wan tê guhertin. Gund, bajar, malbat, civak, heval, rumet namîne. Tenê rêxistina-beden-mejî a ji bo xanedeniyê dimîne. Her çiqasî, anatomiya wan zarokan weke xwe bimîne jî, di aliyê fizyolojîk, hişmendi û hestan de, ji sedî sed têne guhertin. Di çerxeke polayî de dijîn. Ne dikarin paş de birevin, ne dikarin li cihê xwe rûnin. Di step-qelaçê bê dunde de ne, (erda agir-stewr) û tenê dikarin di riya şer û vexwerina şerbeta şehadetê de bimeşin. Ji bo vê jî dibine çerxa kuştinê. Minakek biçûk; Dema murîdê terîqatan şêxên xwe difirînin, ji bo rê li ber dijberiyan bigirin, hêza Xweda û dojehê bikar tînin.

Reîs Erdoganê epîlepsîk, di her axaftina xwe de 2 mijaran derdixe pêş. Yek dîrok e. Ya din jî şerê jiyana edebî-abad e! Her du mijar jî weke “cîk-cîka” çûkê “tîtî” ye. Çûkê “tîtî” weke çûkê nava erdan têna naskirin. Ev çûk, her sibeh bi rojhilat re û bêyî biguhere strana mina “şem û şemlê” distrîne. Dengê çûkên “tîtî” xweş e û mirov ji strana yek rengî qet aciz nabe. Lê stranên reîs Erdogan, ku di her bûyerê de diguhere, hesten mirov, hişê mirov û zanebûna mirov gez dikin. Her axaftina wî erazyonek nû ye û rengê faşîzma taybet ya Îttîhat û Terakî û vizyona nû ya futuhata li Kurdistanê eşkere dike.

Mustafa Kemal 3 vizyon derxistibûn pêş. Yek; Riya ruhê neteweyî. Du: Çavkaniya enerjiya ruhê tirkîtî. Sisê: Dîroka miletê Tirk yê esîl! Her sê vizyon jî, bi qirkirina sîstematîk a li dijî gelê Kurd kirin pratîkê. Reîstîpîk Erdogan jî, ev çavkaniyên enerjiya ebedî-abad, bi îşareta Rabia girtin û di wateya; “Yek millet, yek velat, yek al û yek ziman” de derxistin pêş. Çar vizyon jî, bi birçîbûn, xizanî, şer û nîjadiya lincê, fuhuş û narkotîkê kirin pratîkê. Ev profilên negatif, temsîlîya demokrasî, edalet, wekhevî û serdemê nakin. Ji roja ku Komara(!) Tirkiyê hatiye damezrandin û heta îro, atmosfera radikal a “romi”yan heye. Romî bi qanun û edalet bûn, 22 sal in, Erdogan û hevkarê wî yê biçûk Bahçelî weke hebanka pifdanê, agirê şerê li dijî gelê Kurdan gur û geş dikin.

Di herka dîrokê de, hemû tîranan, diktatoran, faşîstan, êrîşî nirx, çand, dîrok û zimanê gelan kirine. Lê mirovên zanist û xwedî tîtra feylesofî li dijî van êrîşan rawestaneke bi rûmet nîşan dane. Mînaka kesayeten di Dibistana Frankfiurtê heye. Li hemberî atmosfera diktatoriya faşîzma “reîstîpîk” de, ji bilî çar-pênc, -belkî 10 kesan, yek zanistên li zanîngehan û xwedî tîtra feyleseofî ne, dengê xwe dernaxin. Wajî vê, tev bûne hebanka dilxweşiyan û pifdana çîrokên novella vedibêjin. Ha ha kok û qurmê Turk-î Turan di kûraya dîroka mirovaniyê de, bi taybetî di kurahiya koka kultur û dîroka Anatolya, Kurdistan, Mezopotamya ve girêdidin.

Sed sal in, bi pifdana çîrokên novella, ferheng û ansîklopediyên qallawi yên wahşeta ku menendê wê li cîhanê ninin derxistine hole. Dewşirmeyên ku şîraz û cewherê bedana wan guheriye, dixwazin bi reçeteyên şamanan ku ji zanistiyan dûr in, şîraz û cewherê mirovanîye jî xerab bikin.

Lê û sahih e ku wê roj were û nêzîk e ku 40 Dede Korkut, 40 şaman û şêxên tarîqatan jî werin, wê nikaribin vê sîstema bêyom ya faşîzan ji têkçûn û hesabdayinê biparêzin.

NOT: Ev demeke dirêj e ku, jeneretorên reşkirin û derewan, bi awayekî qeşmerî, qirdik û lihbokî de, kesên ji aliyê mîratzedeyên dewşirmeyan ve hatine taqdîskirin, ji aliyê gelê Kurd ve hatıne lanetkırın, bi devê polîsên dewleta Tirk, li dijî malbata Ferho, malbata Batê û malbata Haco diaxivin. Kuçik direyin, karwan jî dimeşe.