5 Temmuz, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dadgehê 8 rojnameger ceza kirin

4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê li 8 rojnamegeran ji bo her yekî-ê 6 sal û 3 meh cezayê hefsê birî.  

Di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Enqereyê de Midûra Karên Nivîsan a Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yurtsever û nûçegihanên MA’yê Bêrîvan Altan, Selman Guzelyuz, Hakan Yalçin, Emrûllah Acar, Ceylan Şahînlî, Zemo Aggoz û Denîz Nazlim û nûçegihanên JINNEWS’ê Habîbe Eren û Oznûr Deger û stajyarê MA’yê yê berê Mehmet Gunhan di 29’ê cotmeha 2022’yan de hatibûn girtin û di 16’ê gulana 2023’yan de hatibûn berdan. Danişîna biryarê ya rojnamegeran li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê pêk hat. Rojnameger tev li danişînê nebûn lê parêzer amade bûn.

Parêzerê nûçegihana MA’yê Bêrîvan Altan, Resûl Temûr li dijî mutalaaya dozger a bi daxwaza cezakirinê parastin kir. Temûr, diyar kir ku dosya li ser agahiyên îstîxbarî hatiye vekirin û têkildarî vê di dosyayê de belge tune ne û tenê li ser îfadeyên şahidên nepen hatiye vekirin. Temûr, anî  ziman ku lêpirsîn bi awayekî şaîbe hatiye vekirin, di pêvajoya darizandinê de tu delîl derneketine holê û hewldan heye ku bi rêya îfadeyên şahidên nepen teşe bidin dosyayê. Temûr, da zanîn ku miwekîlên wî li ser nasnameya kurdî û rojnamegeriyê îfade daye û îfadeyên şahidên nepen tenê îftîra ne û ne gotinên bên piştrastkirin in û wiha domand: “Hewldan heye ku van îfadeyan bi rêya nûçeyên di ajansê de hatine parvekirin şênber bikin. Şahidên nepen û eşkere bi sedan îfade dane û wan îfadeyan tevan bînin hûn ê bibînin ku îfadeyên vala ne. Her wiha Huseyîn Durudenîz dibêje ku miwekîlên me nas nake. Kerem Gokalp jî di heman çarçoveyê de îfade daye. Divê ev îfadeye ji dosyayê bên derxistin.”

Temûr, bal kişand ser biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) yên têkildarî nûçegihanên MA’yê yên hatine girtin û got ku nûçeyên rexneyî ne, bi xweşiya îktîdarê neçûne lewma doz hatiye vekirin. Temur, anî ziman ku rojnameger û nûçe hatine sansurkirin û wiha pê de çû: “Tê îdiakirina ku miwekîlên me rojnameger nînin. Ev nayê qebûlkirin. Me hejmara nûçeyên MA’yê çêkirine di dosyayê de pêşkeş kiribû. MA’yê heta wê demê herî kêm 110 hezar nûçe weşandibû û di dosyayê de nêzî 60 nûçeyan hene. Li ser gotina ‘qaşo rojnameger’ hewl didin miwekîlên me bêîtîbar bikin. Rêgezên Dadgeha Bilind danîne radixe ber çavan. Dozger dibêje ku nûçe li gorî ajandaya rêxistinê hatine çêkirin. Lê Dadgeha Bilind qala rastiyan dike. Dayîna agahiyên têkildarî rastiya şênber, ji bo çêkirina nûçeyê bes in.”

Tecrîd didome

Temur bal kişand ser nûçeyên têkildarî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, asta tecrîd gihiştiye vegot û anî ziman ku ev nûçeye jî rastiyê vedibêjin. Temur, anî ziman ku tecrîd hêj didome û xwest ku ji bo tevahiya rojnamegeran biryara beraetê were dayîn.

Parêzer Hulya Yildirim jî bal kişand ser îfadeyên şahidê eşkere Ozgur Baran ên di dosyayê de. Yildirim, anî ziman ku dozger li şûna îfadeyên di danişînê de esas bigire, îfadeyên berê esas girtiye. Yildirim, got ku ev yek ji hêla hiqûqê ve mimkin nîne. Yildirim, da zanîn ku Bêrîvan Altan di demên berê de jî rastî heman îfadeyên şahid hatiye, dosyaya wê li îstînafê ye û lewma rast nîne ku ji ber heman îfadeyan were darizandin. Yildirim, destnîşan kir ku Altan ji ber derketina derveyî welat ên eşkere û rewa tê sûcdarkirin û wiha got: “Ji ber îfadeyên vî şahidî dozeke li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Semsûrê didome heye. Dadgehê biryar da ku gotinên şahid esas negirin û biryara beraetê da.”

Rojnameger çima hedef tên girtin?

Parêzer Şevîn Kaya jî pirsa “Ev rojnameger çima hedef tên girtin?” kir û anî ziman ku derheqê miwekîlê wê Selman Gozelyuz de tu delîl nînin. Kaya, got ku miwekîlê wê di geştekê de govend gerandiye û ev jî di dosyayê de cih girtiye. Kaya, da zanîn ku şêweyê çêkirina nûçeyê ya miwekîlê wê weke sûc hatiye nîşandan. Kaya, pirsa “Çêkirina nûçeya tecrîdê çima dibe sûc?” kir û diyar kir ku çêkirina şêweyê nûçeyê hedef tê girtin. Kaya, daxuyand ku çapemeniya azad hedef tê girtin.

Parêzera Habîbe Eren, Ebrû Akkal jî got ku di îdianame û mutalaayê de çalakiyên tê îdiakirina miwekîla wê tev li bûye hatine rêzkirin lê di vê mijarê de tu delîl tune ne. Akkal, da zanîn ku Eren li JINNEWS’ê dixebite lê tê îdiakirin ku nûçegihana MA’yê ye. Akkal, got ku di danişînê de li “K8Ç4B3L1T5” hatiye guhdarîkirin, ev kes li xwe mikûr hatiye ku ji bo dewletê dixebite û divê gotinên wî esas neyên girtin.

Dosya çawa hatine amadekirin?

Parêzera nûçegihana JINNEWS’ê Oznûr Deger, Çîgdem Kozan jî anî ziman ku miwekîla wê weke nûçegihana MA’yê hatiye nîşandan û got: “Ev agahî bi tena serê xwe nîşan dide bê ka ev dosya bi çi awayî hatiye amadekirin. Dibe ku ajans û rojnamee ji îktîdarê cuda bifikirin. Ev nabe sûc. Îfadeyên şahidên nepen nîşan didin ku tu eleqeya ajansan bi rêxistinê re nîne.”

Parêzera Denîz Nazlim, Sîpan Cîzrelî jî anî ziman ku derheqê miwekîlê wê de tu delîlên şênber tune ne. Cîzrelî, bal kişand ser îfadeyên şahidê nepen a “Berpirsyarê Enqereyê ye” û got ku Xwediyê Îmtîyazê yê MA’yê Ferhat Çelîk dema weke şahid îfade dayî aniye ziman ku pozîsyoneke wiha di ajansê de nîne û armanc ew e ku rojnamegerî were îllegalîzekirin. Cîzrelî, got ku rojnameger hedef tên girtin û daxwaza beraetê kir.

Îdîa heye lê agahî tune

Parêzerê Midûra Karên Nivîsan a MA’yê Dîren Yurtsever, Ozgur Erol jî bertek nîşanî pênaseya “birayê wê di nava rêxistinê de ye” û bal kişand ser rêgeza “şexsîbûna sûc.” Erol, anî ziman ku di îdianameyê de qala çalakiyan tê kirin lê tu agahî tune ne. Erol, pirsa “Ev tê çi wateyê?” Erol, daxuyand ku têkiliyên rojnameger Zemo Aggoz a di dosyayê de tê darizandin ên bi xwişk-birayê wê re jî hatiye îllegalîzekirin û ev pirs kir: “Ma mirov nikare bi xwişk-birayê xwe re têkiliyan deyne? Ma tu xebatên îllegal ên xwişk-birayê wê hene? Tune ne.” Erol, bal kişand ser îfadeyên K8Ç4B3L1T5 û wiha got: “We çima di danişîna duyemîn de lê guhdarî nekir? Îfadeyên vî kesê ji hêla usulê ve jî bipirsgirêk in.”

Erol, anî ziman ku şahidê eşkere Ozgur Baran li tu rojnamegeran guhdarî nekiriye, Baran gef li ajansê xwariyê, di danişînê de li xwe mikûr hatiye û bi kesên li ajansê dixebitin re pirsgirêka wî hebû. Erol, bi bîr xist ku Baran piştre tevahiya îfadeyên xwe red kiriye û paşve kişandiye. Erol, got ku weşandina bernameyên Yurtsever a di Medya Haberê de weke sûc hatiye nîşandan û got ku miwekîla wê ev bername ji bo şîrketa produksiyonê çêkirine.

Piştî parastina parêzeran, şandeya dadgehê ji bo biryarê navber da.

8 rojnameger ceza kirin

Piştî navberê biryar hate dayîn. Şandeya dadgehê ji bo rojnameger Habîbe Eren, Ceylan Şahînlî û Mehmet Gunhan biryara beraetê da. Şandeyê ji bo 8 rojnamegerên din jî, ji bo her yekî-ê 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê birî.