3 Temmuz, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Danişîna biryarê ya doza Komkujiya Garê berdewam dike

Di danişîna doza Komkujiya Gar a Enqereyê de bersûc Resûl Demîr xwest li serokwezîrê demê Ahmet Davutoglû were guhdarîkirin.

Di 10’ê Cotmeha 2015’an de DAIŞ’ê êrişî mitînga aştiyê ya Qada Gara Trenê ya Enqereyê kir. Di êrîşa bombeyî de 103 kesan jiyana xwe ji dest dan û 20 jê zarok 391 kes jî birîndar bûn. Danişîna biryarê ya dozê li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê dest pê kir. Mexdûrên komkujiyê, malbatên kesên jiyana xwe ji dest dayîn, nûnerên rêxistinên civaka sivîl, Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), parêzerên hinek bersûcan û parêzerên mexdûran tev li danişînê bûn.

Di danişînê de ji ewil li îfadeyên malbatên mexdûr û kesên jiyana xwe ji dest dayîn hate guhdarîkirin. Gulistan Uzan ku di komkujiyê de birayê xwe winda kir axivî û got ku gelek birîndaran ji ber gaza polîsan avêtî jiyana xwe ji dest dan. Uzan, têkildarî bûyerê wiha got: “Gaz avêtin birîndaran. Birayê min beriya biçe wê derê got ecebiyek heye. Ji ber ku wesayîta wan qet nehatibû sekinandin. Di rewşên asayî de hezar caran tên sekinandin lê wê rojê polîsên li qadê jî xwe li piştê veşartibûn. Birayê min wisa digot. Bi kurt û kurmancî wê rojê em bi zanebûn û bi dilxwazî hatin qetilkirin. Ev dadgeh çima vê rastiyê paşguh dikin an jî çima berpirsyar nayên darizandin. Wê rojê heta ajokarên texsiyan jî her kesî dizanî dê tiştek bibe û li gorî wê tevdigeriyan.”

‘Navê kesên ferman dane aşkera bikin’

Mamosteyê wêjeyê Îzettîn Çevîk ku keça wî û xwişka wî hatibûn qetilkirin jî ev tişt anî ziman: “Îxtîmaleke mezin ev komkujî ji hêla hinek kesan ve û di çarçoveya armancekê de hate kirin. Îxtîmaleke mezin ji bo berjewendiyên îktîdarê hate kirin. Di dersên min dîtin de, di perwerdeya min dîtî de, divê îktîdar berpirsyarê vê komkujiyê bihata dîtin, divê bihata rûxandin û hikûmet biguheriya. Li vî welatî neguherî lê di 10’ê cotmehê de şêweyê îktîdarê guherî. Mixabin ez êdî naxwazim bangî wijdanê bikim. Ez ne di wê baweriyê de me dadgeha we li hemberî dîrokê pak be. Ji ber ku ew jî memûr in. Ez êdî mamosteyeke teqawid im. Lewma dê polîtîk biaxivim. Yên ku keç û xwişka min kuştin ev îktîdare ye. Hûn jî amûrên wê ne. Hevjîna min hêj niha jî tê tedawîkirin. Peywira min ew bû ku mirovên baş bigehînim. Ez li vir lanetê li xwe dikim. Min nekarî mirovên baş bigehînim. Heke ev her du bira hatibin û em kuştibin, weke perwerdekarek ez bi ser neketime. Di encama vê de ev dadgeh jî dê bi ser nekeve, min nekarî we bigehînim. Hinek kesan hûn bi kar anîn, hûn li vir in û ew jî li qesran de ne, di keştiyan de. Dev ji vê dadgehê berdin, em li hev helal bikin û hûn jî navên kesên ferman dane bidin me.”

‘Bînin bila biaxive’

Piştî îfadeyan, bersûc Hakan Şahîn parastina xwe kir. Şahîn îdia kir ku eleqeya wî bi bûyerê re nîne û daxwaza beraeta xwe kir.

Bersûc Resûl Demîr jî bal kişand ser daxuyaniyê wezîrê demê Ahmet Davutoglû yên têkildarî komkujiyê û wiha got: “Ahmet Davutoglû ji peywirê dûrxistin, ji bo tolhildanê çû. Digot; ‘Heke ez vebêjim dê dinya biheje.’ Rast dibêje. Lê piştî van gotinan çawa li rûyê mirovan dinêre nizanim. Bila bê û li vir bibêje. Êdî ez nizanim ka hûn bangî wî dikin û tê li vir vedibêje yan derdikeve bernameyekê û li wir vedibêje. Lê qet nebe bila bibêje û xwe ji vê durûtiyê xelas bike.”

 Danişîn bi parastinên bersûcan didome

Demîr ê ku bi israr sûcdariyên heyî red kir û îdia kir ku ji ber kursiyê ji hêla dozgeran ve tê sûcdarkirin, wiha domand: “Ramazan Dînç ê ku çavberdaye Dadgeha Bilind, ji bo kursiyekê bi dest bixe ez jî weke sûcdar nîşan dam. Eleqeya min bi bûyerê re nîne. Hûn bi dosyayên Dîlokê dizanin, dozger delîl tune kir û em sûcdar kir. Adnan Gumuş ê mutalaa dayî, dibêje ku dema ez direviyam hatime girtin. Lê ez weke kesê ku ji bo agahiyan bang lê hatiye kirin hatim girtin. Min îfade da. Peyamên ku min gubre kiriye heye. Peyamên ne têkildarî kirîna gubreyê lê firotina gubreyî hene. Hevalekî min ê dibistanê ji min re peyama ‘DAIŞ dê komkujiyê bike, neçe filan cihî’  şandiye. Peyama ji her kesî re şandiye ji min re şandiye. Dibêjin ‘ev peyam çima ji te re hatiye.’ Min bi vê sûcdar dikin. Dozgerê mutalaa amade kirî dibêje ku li mala min qertên DAIŞ’ê dîtiye. Li mala min krokiyeke ku li ser googleyê lê tê nihêrtin hatiye dîtin û bi vê têm sûcdarkirin. Hemû kes lê dinêre.”