6 Temmuz, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Daxwazên KESK’ê yên li dijî daneyên enflasyonê

KESK’iyan li dijî daneyên enflasyonê yên TUÎK’ê li gelek bajaran daxuyanî da û daxwaz kir ku hikûmet bûdçeyê ne ji bo rantê ji bo kedkaran veqetîne.

Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) li dijî daneyên enflasyonê yên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) li gelek bajaran daxuyanî da. Daxuyaniya li Amedêli pêşiya midûriyeta TUÎK’ê hate dayîn. Di daxuyaniyê de pankarta “Ne peymana firotinê ne jî enflasyona sexte ya TUÎK’ê. Em heqdestekî ji bo jiyaneke însanî dixwazin” hate hilgirtin. Kedkaran gelek caran dirûşmên “Bûdçeya ne ji bo rantê, ji bo kedkaran” û “Em dixwazin weke mirovan bijîn” berz kirin.

Berdevkê Platforma Şaxan a Amedê ya KESK’ê yê Demê Mûrat Demîr di daxuyaniyê de bi bîr xist ku TUÎK’ê ragihandiye ku enflasyona meha hezîranê ji sedî 1,64 zêde bûye û ya salane jî weke ji sedî 71,60 tespît kiriye. Demîr, ev daneye weke “daneyên sexte” pênase kir û wiha got: “Zema 6 mehan a ji bo mûçeyên bi milyonan kedkar û teqawidên cemaweriyê weke ji sedî 24,73 hate ragihandin. TUÎK’ê bi daneyên hezîranê ne tenê derew kiriye, henekên xwe bi me tevan kiriye. Daneyên enflasyonê yên rast vedişêrin. TUÎK, li gorî fermanên îktîdarê û li ser maseyê hesaban dike. Weke ku bi peymana firotinê ya bi konfederasyona alîgir re bes nebe, îcar îktîdar bi destê TUÎK’ê çavberdaye ked û xweha eniya me.”

Demîr, destnîşan kir ku li gelek tiştan zem hatiye kirin û ev zem ji bo piştî hesabên enflasyonê yên TUÎK’ê yên 6 mehan hatine hiştin. Demîr, da zanîn ku kedkar û teqawidên cemaweriyê neçarî xizanî û hejariyê hatine kirin. Bi domdarî Demîr bal kişand ser gotina Wezîrê Xizîne û Darayî Mehmet Şîmşek a “li gorî welatên pêş dikevin kêmtirîn mûçeyê herî zêde yê me ye” û got: “Ev yek derew e.”

Daxwazên KESK’ê

Mûrat Demîr, ev daxwaz rêz kirin:

* “Ne qanûna bacê ya nû, divê rêjeya ji sedî 15’ê ya para yekemîn a baca dahatê daxînin ji sedî 10’ê, mûçeyên heta sînorên xizaniyê li gorî para yekemîn a bacê neguhêr bin.

*Em dahatû û karekî bitemînat dixwazin.

*Divê tevî alîkariya hevjîn û zarokan, alîkariya kirêyê, alîkariya veguhestin û sotemeniyê û hwd., mûçeyê herî kêm ê kedkarê cemaweriyê ji tîrmehê ve derkeve ser sînorê xizaniyê.

*Hewceye ev reqem her sê mehan carekê li gorî bilindbûna sînorê xizaniyê were nûkirin, para refahê ya her di çaryekê de çêdibe lê were zêdekirin.

*Em dixwazin alîkariya kirêyê ya behsa xeberê were kirin û mulaqat were rakirin.

*Em dixwazin êdî çav bernedin mafên me yên hatine bidestxistin.

*Em dixwazin jiyaneke xebatê ya ku kedkarên cemaweriyê tê de xwedî gotin û biryar hebe.

*Ne peymanên firotinê yên bi konfederasyonên alîgir re tên kirin ku xizaniyê girantir dike, em peymanên komî yên bigrev, azad û rasteqîn dixwazin.”

Di heman çarçoveyê de li Wan û Edeneyê jî daxuyanî hatin dayîn.