17 Haziran, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dayikên têkoşer nayên jibîrkirin

Dayikên Şemiyê ku hezar hefteye li Qada Galatasarayê lêgerîna edeletê didomînin, têkoşîna windayan li qadê tînin ziman. Bendewariya 33 salan a Dayika Berfo, xeyala goreke ser tije kulîlk a Elman Eren û hîna gelek dayikên Şemiyê, hêviyên xwe dubare dikin.

Edîtora JINNEWS’ê Derya Ceylan li ser têkoşîna dayikên ku hezar hefte ne li Qada Galatasarayê ji bo xizmên xwe yên winda têdikoşin, bi nûçeya xwe bal kişand ser çalakiyên dayikan û têkoşîna wan.
Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe bipirsin û gumanbar bên darizandin di hefteya hezarî de hatin gel hev. Çalakiya li Qada Galatasarayê dest pê kir û her hefte hat dubarekirin didome. Ev hevdîtin di heman demê de balê dikşîne ser 27’ê Gulanê Hefteya Windayan jî.
Dayikên 23 sal berê cara yekem hatin gel hev, bi heman biryarê li qadane. Çîroka bi sedan windayan bi pirsên ku nehatine bersivkirin tijeye. Dayikên Şemiyê ku bi dirûşmeya ‘me ji bîr nekir em ji bîr nakin û dest jê bernadin’ hêviyên xwe dubare dikin, têkoşîna dayikên ku heta niha jiyana xwe ji det dane bibîr bînin û di riya xwe de dimeşin.
JINNEWS’Ê derbarê dayikên şemiyê yên ku heta îro jiyana xwe ji dest dane de lêkolîn kir.
Asiye Dogan: çîroka her canê hatiye windakirin
Asiye Dogan dayika Seyhan Dogan yê li Kerboran a Mêrdînê hat binçavkirin û carek din agahî jê nehatiye girtinê ye. Asiye di 2000’î de û bavê Seyhan Ramzan Dogan di 2010’an de jiyana xwe ji dest da. Hestiyên Seyhan di 2013’an de di xebatên kolandina ya li gundê Bagozu hat dîtin û li goristana navçeyê hat definkirin.
Zeynep Guney:Piştî windabûnê qêrîna bêdeng
Veysel Gunel di 1981’yî de hat darvekirin û cenaze nedan malbatê. Dayika wî Zeynep Guney bêyî ku bibîne goreke kurê wê hebe di 2012’an de ji ber nexweşiya dil jiyana xwe ji det da. Zeynep bi salan li gel xizmên windayan li qada Galatasarayê li edeletê geriya.
Dayika Berfo: Bendewariya 33 salan
Berfor Kiryabayir dayika Cemîl Kirbayir yê piştî darbeya 12’ê îlonê hatibû windakirinê. Berfo 33 salan têkoşîna edeletê meşand û bi serokwezîrê demîr Tayyî Erdogan re hevdîtin kiribû. Serokwezîr soz dayê lê nehatibû cih. Dayika Berfo di 2013’an de 106 salî jiyana xwe ji dest da.
Meryem Bulut: Di komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest da
Meryem Bulut dayika Mustafa Bulut ê di 1994’an de li Licê hat binçavkirin û agahî jê nehat girtinê bû. Meryemê di 2015’an de di komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest da.
Kîraz Şahîn: Li aqûbeta hevjînê xwe geriya
Kîraz Şahîn di 1996’an de hevjînê xwe Îsmaîl Şahîn winda kir û bi salan li aqûbeta wî geriya. Kîrazê di 2015’an de jiyana xwe ji dest da.
Ceriye Altunbaş:Gorek û xeyalên bi kulîlkan tijeDayika Zekî Altunbaş ku dema darbeya 12’ê îlonê de leşkerî dikir û di bin çavan de agahî jê nehat girtin, Ceriye Altubaş, her tim xeyala goreke bi kulîlk a kurê xwe xeyal kir û di 2015’an de jiyan axwe ji dest da.
Fatîme Taşkaya: Bi salan li hestiyê kurê xwe geriya
Dayika Huseyîn Taşkaya ku 6’ê kanûna 1993’an de hat binçavkirin û windakirin, Fatîme Taşkaya bi gotina ‘ez dixwazim hestiyên kurê xwe bibînim û wisa bimrim’ lêgerîna edeltê diomand. Lê di 2015’an de jiyana xweji dest da.
Asiye Karakoç: Qêrîna bêdeng a li benda edeletê
Dayika Ridvan Karakoç yê di 1995’an de di binçavan de hat windakirin, Asliye Karakoç ji bo gumanbarên kurê wî bên darizandin têkoşîn da lê di 2016’an de bêyî ku bibîne gumanbar bên darizandin jiyana xwe ji dest da.
Kesriye Demîr: Pirsên wê bê bersiv man
Abdurrahîm Demîr li Mehserta Mêrdînê di 1995’an de hat binçavkirin û carek din agahî jê nehat girtin. Dayika wî Kesriye Demîr bi salan ji bo aqûbeta kurê xwe têkoşîn da û 2016’an de jiyana xwe ji dest da.
Makbule Babaoglu: têkoşîna nehat jibîrkirin
Dayika Nazim Babaoglu yê di 1994’an de li Sêwêrega Rihayê hat revandin û qetilkirin, Makbule Babagoglu ku bi salan li edeletê geriyan di 80 salî de di 2017’an de jiyana xwe ji dest da.
Hediye Coşkun: Gotinên dawî
Hediye Coşkun bi salan li hestiyê kurê xwe Abdurrahman Coşkun ku di 1995’an de binçavan de hat windkairin geriya. Hediyeyê hestiyên kurê xwe dît û sê sal şûnde di 2017’an de jiyana xwe ji dest da.
Hatîce Ozturk:Dayika di lêgerîna edeletê de tenê nema
Hatîce Ozturk, piştî ku keça wê Ayten Ozturk di 1992’an de di bin çavan de bi îişkenceyê hat qetilkirin şûnde bi salan êş kişand. Cenazeya Aytenê li Xarpêtê li nav erdekî hat dîtin. Lê gumanbar nehatin darizandin. Hatîceyê ku darizandina gumanbaran nedît di 2018’n de jiyana xwe ji dest da.
Fîncan Bîlgîn: Temenekî bi bendewariyê derbas bûye
Dayika Kenan Bîlgîn ku di 1994’an de binçavan de hat windakirin, Fîncan Bîlgîn heta dawiya jiyana xwe li bende vegera kurê xwe bû û ev bendewarî tu car bi encam nebû. Fîncan Bîlgîn di 2019’an de jiyana xwe ji dest da.
Elman Eeren: Li pey goreke ku bi kulîlkan bixemilîne bû
Dayika Hayrettîn Eren ku piştî darbeya 12’ê îlonê hat windakirin, Elmas Eren, 39 salan ji bo aqûbeta kurê xwe têkoşîn da. Elmas ku 2019’an de jiyana xwe ji dest da, xeyala xwe ya ku gora kurê xwe bixemilîne pêk neanî.
Meryem Baskin: Jiyana wê bi lêgerîna edeletê derbas bû
Dayika Abdulmecît Baskin, Meryem Baskin piştî kurê wê di binçavan de hat windakirin şûnde bi salan têkoşîna edeletê da. Meryemê di sibata 2019’an de jiyana xwe ji dest da.
Zeycan Yedîgol: Jina bîranîna windayan da jiyîn
Zeycan Yedîgol ku piştî kurê wê Nurettîn Yedîgol di darbeya 12’ê îlonê de hat qetilkirin şûnde 39 salan lêgerîna edeletê meşand û di mijadar 2020’an de 90 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.
Ziynetî Turkoglu: Heta dawiya jiyana xwe di bendewariyê de ma
Ziynetî Turkoglu piştî ku rê wê Talat Turkoglu di 1996’an de hat windakirin şûnde, ji bo aqûbeta wî têkoşîn da. Lê xwe negîhand hestiyên kurê xwe û di 2020’an de jiyana xwe ji dest da.
Sarê Demîr: Dawiya lêgerîna edeletê ya bi salan
Sarê Demîr, piştî ku kurê wê Îbrahîm Demîr di 1991’ê de hat windakirin, têkoşîna xwe meşand û di 2022’an de li Hezexê ji ber nexweşiya pençeşêrê jiyana xwe ji dest da.
Asiye Aydemîr: Bi salan têkoşîn meşand
Dayika şemiyê Asiye Aydemîr, piştî kurê wê Huseyîn Aydemîr di 1995’an de hat windakirin, ji bo aqûbeta kurê xwe bi salan têkoşîn meşand. Asiyeyê di hezîrana 2023’an de jiyana xwe ji dest da.
Saffet Yaman: li dijî bêdadiyê berxwedan
Dayika Husamettîn Yaman ku di 1992’an de hat windakirin, Saffet Yaman bêyî ku xwe bigîhîne heqîqet û edeletê di 2023’an de jiyana xwe ji dest da.
ÇAVKANÎ: JINNEWS