5 Temmuz, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Em destê xwe bidin hev dê dinya ji bo her kesî xweş bibe

Dayika Aştiyê Hanefe Gumuş, anî ziman ku ew ji bo tecrîda li ser girtiyan û Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe çûn Enqereyê û xwest hemû dayik destê xwe bidin hev û bi hevre têbikoşin.

Endama Meclisa Dayikên Aştiyê ya Îzmirê Hanîfe Gumeş ku kurê wê Nezîr Gumuş 25 sal in girtî ye li ser armanca çalakiya pêş Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) nirxandin kir. Gumuş ewil anî ziman ku 28 hefte ne li pêş girtîgehê daxuyaniyê didin çapemeniyê û dixwazin daxwazên zarokên wan pêk bê. Gumuş, destnîşan ku dayika Nezîr Gumuş e û wiha got: “Em ji bo zarokên xwe diçin pêş girtîgehê. Kurê min 25 sal in girtî ye û niha ketiye sala 26’an. Em ji bo balê bikişînin ser tecrîda li ser Serok û zarokên xwe em hatin Enqereyê. Em hemû dayikên girtiyan in. Ji bo tecrîda giran bi dawî bibe em nêzî 18 dayik ji Îzmirê hatin Enqereyê.”

‘Em ji kuştinê natirsin’ 

Gumuş da zanîn ku heta tecrîd li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hebe dê tecrîd li ser girtiyan jî hebe û wiha axivî: “Tecrîda li ser serok û tecrîda li ser zarokên me bi hev ve girêdayî ye. Zarokên me li dijî tecrîdê di çalakiyê de ne. Heta tecrîd rabe dê çalakiya xwe berdewam bikin. Kengî tecrîd bi dawî bû ew ê jî aram bibin û em ê jî aram bibin. Heta  ku zarokên me di bin zilmê de bin, em dayikên girtiyan jî di bin zilmê de ne. Ku zarokên me di tecrîdê de bin, em jî di tecrîdê de ne. Em destekê didin zarokên xwe. Çi bê serê me bila bê serê me, em li pişt zarokên xwe ne. Em bên girtin û kuştin em bi zarokên xwe re ne. Em ji mirin û kuştinê natirsin. Çi dibe bila bibe, em li pey serokê xwe û welatê xwe ne.”

‘Dengê me çû her derê, lê dewletê nebihîst’ 

Gumuş bal kişand ser bandora çalakiya li pêş girtîgehan û wiha axivî: “Dengê me çû her derê. Dengê me li dinyayê belav bû. Miletê me yên bihîstin destek dan me û hatin. Dengê me heta dewletên dûr belav bû. Em hemû dayikên girtiyan û malbatên girtiyan çûn ber girtîgehan û me dengê xwe bilind kir. Her kesî dengê me bihîst, lê dewlet dengê me nabihîze. Dewlet dengê me nabe serê xwe.”

‘Dewlet çareseriyê naxwaze’ 

Hanife Gumuş, sedema helwesta dewletê jî nirxand û wiha lê zêde kir: “Dewlet maye li rastê. Dewletê îflaz kiriye. Diştek di destê wê de nemaye. Roja ku em diçin ber hepsê nane dewletê çêdibe. Roja em neçin çalakiyan dewlet birçî dimîne. Dewlet çareseriyê naxwaze. Mezinê dewletê çareseriyê naxwaze. Lê em çareseriyê û aramiyê dixwazin. Em her dem aştiyê dixwazin. Em naxwazin mirov bên kuştin û xwîn bê rijandin. Em dadê û azadiyê dixwazin. Lê zagon li cem dewletê name ye.”

Dayikên leşkeran nayên kêleka me

Henife Gumuş bal kişand ser nêzîkatiya dayikên leşker û polîsan jî û wiha got: “Dayikên leşker û polîsan dibêjin ‘Vatan sağolsun /Bila velat sax be’. Dayikên leşkeran nayên kêleka me. Em bang li wan dikin. Em li Konakê çalakiya rûniştinê li dar dixin. Em bang li dayikên leşker û polîsan dikin. Em dibêjin bila ev şer raweste. Em dibêjin bila leşkerên we û polîsên we neyên kuştin. Bila zarokên me neyên kütin. Bila dinya aram bibe. Lê wan serê xwe tewandiye û newêrin. Em kurd wêrek û bi hêz in. Lê ew ne wekî me ne.”

‘Qeyûm jî wekî tecrîdê ye’ 

Gumuş bal kişand ser tayînkirina qeyûm a Colemêrgê jî û wiha berdewam kir: “Em dixwazin rojek beriya rojekê ew zilma qeyûm a li Colemêrgê bi dawî bibe. Qeyûm ji wekî tecrîda giran e li ser gelê Colemêrgê. Em dixwazin demildest ev qeyûm rabe. Eger tecrîd rabe dê bêhna me fireh bibe. Eger qeyûm jî rabe dê bêtir bêhna me fireh bibe. Îro tecrîd rabe û qeyûm ranebe jî nabe. Divê her du jî rabin.”

Hanife Gumuş, da zanîn ku ji bo dengê xwe bêtir bilind bikin çûn meclisê û pêş Dadgeha Destûra Bingehîn û wiha pêde çû: “Em çûn meclisê. Me li meclisê daxwazên xwe anî ziman. Me bi tilîlî û dirûşmeyên xwe daxwazên xwe anîn ziman. Lê bila serê wan tewandî be.”

Dê dinya ji her kesî re xweş bibe

Hanife Gumuş, bang li dayikên kurd, tirk, leşker, polîs û hemû girtiyan kir û wiha bi dawî kir: “Em bang li hemû dayikên ku zarokên wan di şer de şehîd dibin û tên kuştin dikin. Hûn ji werin destê xwe bidin destê me. Em bi destê hev bigirin. Em wekî xwişkan destê xwe bidin hev. Bila ev şer û xwîn raweste. Bila dinya xweş bibe. Dinya ku xweş bibe, dê ji bo kurdan, tirkan, elewiyan, çerkesan û hemû kesan re xweş bibe. Em ji bo her kesî çalakiyan pêk tînin.”

Gumuş, herî dawî bang li partiyên siyasî û rêxistinên civakî jî kir û got: “Em dibêjin êdî bila şer raweste. Bila her kes azad bibe. Bila aramî û aştî bê. Me welatê xwe berdaye û em hatine welatê wan. Em dixwazin ew jî têkevin nava tevgerê.”