16 Haziran, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dê ji bo ekolojiye konferansan pêk bînin

Hevberdevkê Yekîtiya Ekolojiyê yê berê Guner Yalniç diyar kir ku dê ji bo parastina ekolojiye konferansan pêk bînin û têkevin nava hewldanan.

86 rêxistinên ekolojiyê di bin baneyê Yekitiya Ekolojiyê de li Amedê civiyan û li dijî texrîbatên ekolojîk ên ji ber kargehên maden, bendav û înşaetê derketine holê civiyan. Li Eywana Konferansê ya ÇandAmedê civîn pêk anîn. Têkildarî naveroka konferansê û encamên konferansê Berdevkê Hevberdevkê Yekîtiya Ekolojiyê yê berê Guner Yanliç der barê konferansa ekolojiyê de diyar kir ku 7 sal berê nêzî 85 saziyên ekolojî û hawîrdoriyê kom bûn û xwestin yekîtiyekê ava bikin û wiha got: “Sala par em li Muglayê kom bûn, îsal jî wekî Komeleya Ekolojiya Amedê me got em li Amedê civîna xwe pêk bînin. Me xwest talankirin û wêraenkirina ekolojiyê ya li Amedê û herême pêk tê bînin ziman. Ji bo agahiya komeleyên din ji vê talankirinê çêbibe û piştgiriyê bidin me li Amedê civîn pêk anî.”

Ekolojîst Guner Yalniç, anî ziman ku ew meclis bûn û li vir Lijneya Giştî ava kir û wiha axivî: “Em her sal di civinan de ji bo sala pêş xwe biryarên xebatan digirin. Em dizanin ku pergala Kapîtalist li her derê û her demê êrîşî çavkaniyên jiyanê dikin. Li dijî vê yekê divê parastin û xweparastin hebe. Em ê li diijî talankirina Geliyê Goternê, li dijî avakirina Bendava Farqînê, li dijî HES’a ku tê avakirin em ê çalakiyan li dar bixin. Dîsa baxçeyê Hevselê ji bo me pir bi qîmet e. Lê li ser wî planên îmarê amade dikin. Ji bo parastina Hevselê xebatên xwe bimeşînin. Li gelek cihan wekî Dêrsim, Gabar û Cûdî dar tên birîn. Em ê li dijî wan têbikoşin. Ji bo parastina qadên çandinî û çotkariyê em ê têbikoşin.”

Guner Yalniç, der barê plan û takvîma çalakiyan de jî rawestiya û wiha pêde çû: “Ji bo xebatan em ê 4 konferansan pêk bînin. Em ê Konferansên Maden, Av, Enerjî û Guhertina Avhewaya Gerdûnî pêk bînin. Lê hêj me dîroka wan û cihên wan amade nekirine. Piştî pêkhateyên me yên Amed û Wanê li ser dîrok û cih bibin yek em ê biryarekê bidin.”

Ji bo Godernê meşiyan

Guner Yalniç têkildarî çalakiyên siberojê jî agahî da û wiha berdewam kir: “Niha tiştekî ku me diroka wan diyar kiriye tune ye. Lê sala par Komeleya Ekolojiya Şirnexê li dijî birîna daran piştgirî ji me xwest. Me bi hevre li dijî  talankirin û birîna daran meşek li dar xist. Gelek hevparên yekîtiya ekolojiyê ya Tirkiyeyê jî tev li vê meşê bûn. Me wekî tevgera Ekolojiyê îsal li dijî talankirina Geliyê Godernê çalakiyek amade kir û meşek li dar xist. Me li vir bang li hemû pêkhateyên xwe kir. Li kijan bajarî kî alîkarî û piştgiriyê ji me bixwaze em diçin wir. Lê niha dirokek şênber a çalakiyan tune ye.”

Ekolojîst Guner Yalniç, li ser têkoşîna hiqûqî ya ji bo parastina ekolojiyê jî rawestiya û wiha axivî: “Lijneyeke me ya hiqûqê heye. Bi taybetî li ser van dozan radiweste. Di aliyê hiqûqî em qezenç bikin jî dîsa bi awayekî din dest bi talankirinê dikin. Ew şîrket xebatên talankirinê didomînin. Dema hiqûqa Tirkiyeyê dixetime, em dixwazin van dozan bibin hiqûqa navneteweyî. Lê divê berî her tiştî pergal bê guhertin. Hiqûq û dadgeh yên wan in. Ji ber ku li vir zêde encam nagirin em van dozan dibin dadgeha navdewletî. Lê heta niha raporek şênber ku çiqas doz birine dadgeha ewropa, çiqas doz bi encam bûne û çiqas serlêdan kirine di destê me de tune ye. Me ji bo Akbelenê doz vekir. Li dijî ekokirimê me doz vekir.

Ekolojîst Guner Yalniç, detnîşan kir ku plan dikin ku li Dêrsimê li dijî kanên madenê kampa çadiran vekin û li dijî talankirin û wêrankirinê nobetê bigirin. Em ê di  van 5 rojan de mijarên ekolojiyê diyar bikin û perwerdehiyê bibînin. Rojekê li ser enerjiyê, rojekê li ser madenê, rojekê li ser avê, rojekê li ser turîzmê. Lê hêj me dîrokek şênber zelal nekiriye. Li ku talankirin hebe, em ê biçin wir û li wir panel, seminer û çalakiyên nobetê lidar bixin. Ji 3 mehan carekê em meclis kom dibin û biryaran dinirxînin.  Em ê dîroka çalakiyan diyar bikin.”