18 Haziran, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dê li pêş CPT’yê Azadiya Ocalan bixwazin

Hevserokê KON-MED’a Almanyayê Kerem Gok diyar kir ku wê di 25'ê hezîranê de li ber CPT'yê bi daxwaza "Azadî ji Abdullah Ocalan re" bi girseyî çalakiyê pêk bînin û dê li her qadê li dijî tecrîdê têbikoşin.

Tecrîda mutleq a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê tê girtin, di meha 39’an de didome. Kampanyaya gerdûnî ya ku di 10’ê cotmeha 2023’yan de bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Ocalan, misogerkirina azadiya wî ya fizîkî û çareseriya pirsgirêka kurd hatibû destpêkirin, bi çalakiyên cur bi cur didome. Yek ji cihên çalakiyan welatên Ewropayê ye. Di vê çarçoveyê de wê di 25’ê hezîranê de, di 12’emîn salvegera nobeda “Azadî ji Ocalan re” ku li ber Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) hatibû destpêkirin, çalakiyeke girseyî bê lidarxistin. Dê bang li CPT’yê bê kirin ku berpirsyariya xwe bi cih bîne. Hevserokê Konfederasyona Civakên Kurdistanê (KON-MED) a Almanyayê Kerem Gok li ser çalakiyên ku dê li dar bixin axivî.

 Tecrîd tolhildana li dijî kurdan e

Gok anî ziman ku tecrîda li Îmraliyê ne li derî polîtîkayên êrişê yên li ser kurdan e û got: “Polîtîkaya tecrîdê ya Tirkiyeyê ya li dijî birêz Ocalan ne ji rêzê ye. Dewleta Tirkiyeyê got, dibêje ‘me kurd qir kirin, asîmle kir. Lê tu feraseta neteweyî li wan peyda kir û tu careke din hatî cezakirin. Me li Tirkiyeyê got yek welat, yek ala, yek netewe. Me yek netewe ava kir. Te pergala me tune kir.’ Ev polîtîkaya tecrîdê ya Tirkiyeyê tolhilanîn e. Fikr û paradîgmaya birêz Ocalan wekî tehdîdekê dibînin. Bi tecrîdê dixwazin fikrên birêz Ocalan negihên civakê.”

 Dê 25’ê Hezîranê dakevin qadan

Gok destnîşan kir ku kurd û dostên wan di vê demê de tecrîdê qebûl nakin û got: “Em dixwazin bi ravekirina fikra Ocalan tecrîd rabe. Me di 12’ê Hezîranê de çalakiyên bêîteatiya sivîl pêk anîn. Di 25’ê Hezîranê de çalakiya azadiya Ocalan ku ketiye sala xwe ya 12’an li ber CPT’yê bi awayekî girseyî bidomînin. Em panel, semîner û xebatêb civakî yên li Ewropayê li da dixin, pêwendiya wan bi tecrîdê re datînin. Me bi kesên ku li seranserê cîhanê tên naskirin kampanyaya îmzeyê da destpêkirin. Me kampanyaya 100 hezar kartpostal ku wê ji Îmraliyê re bên şandin didomînin. Heya tecrîd bi dawî nebe wê çalakiyên me bidomin.”

Banga têkoşînê

Gok diyar kir ku divê kurd û dostên wan ji bo rakirina tecrîdê têkoşînê mezin bikin û got: “Eger em erk û berpirsyariyên xwe bi cih neynin, em ê berpirsyariya xwe li ser milê birêz Ocalan bihêlin. Banga me ya ji bo gelê me û dostên me ev e; di sedsala 21′ de statu û mafên zêdetirî 60 mîlyon kurdî nehatiye naskirin. Ev şerm e. Yê ku vê statuyê pêk bîne jî, birêz Ocalan e ku di bin tecrîdeke giran d eye. Ji bo şikandina tecrîdê divê em li her qadê têbikoşin.”

 ÇAVKANÎ: MA / Delal Akyuz