16 Eylül, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dê tecawizkirina zarokan qebûl nekin

Bi taybet hikûmeta Iraqê divê di ferqa vê yekê de be ku serweriya olê di nava pergala dewletê de hêza dadê kêm dike û wê rê li ber kiryarên cuda veke. Mînakên wê beriya niha jî di şexsê Talîbanê de hatin dîtin.

Guhertina yan jî şekilgirtina mirovan di zarokatiyê de destpêdike. Ev e sedem ku ji dîrokê heta niha her tim mînakên şekildayîna zarokan li gorî berjewendiyên aqlê zilam derdikevin. Yek ji rêbazên perwerdekirinê jî şikandina vîna zarokan e. Hîna di milê fîzîkî de û di milê zihnî de zarok çênebûne û ev jî dibe sedem ku herî zêde dest tê avêtin ser fîzîk û ruhê zarokan. Di dîrokê de bi mînakên weke Sodomî re derket û di roja me ya îro de bi awayek fermî tecawîzkirina zarokan di rojevê de ye. Li gelek welatên cîhanê emrê biryardayîna serbixwe 18 salî ye, li DYA’yê 21 e. Lê îro em zewicandina zarokên 9 û 15 salî nîqaş dikin. Heqê zarokan bi awayek pir aşkere tê xwarin, ev jî ne tenê heq xwarin e, di esasê de sûc e. Zarok pêşeroja vê cîhanê ne, lê eger derûnî û fîzîka wan ji niha ve were xirakirin, ka em çi hêvî bikin ji pêşerojê? Jixwe ji her alî ve şerê taybet li ser civakê tê meşandin, seks jî amûrekê sereke ya vî şerî ye. Bedena zarokan di emrê 9 salî de hîna di pêvajoya çêbûnê de ye. Lê bi rêya medya dijîtal bi her şeklî ajoyan dixin mejiyê zarokan jî. Çawa li hemû civakê jî belav dikin, bi heman awayî niha jî zarokan ji vê yekê re hazir dikin.

Di 4’ê tebaxê de parlamentoya Iraqê yekem rûniştina der barê guhertina yasaya Rewşa Kesî li dar xist. Parêzer, parlamenter, çalakvan û piraniya beşên civakê vêguhertinê weke binpêkirina mafên jin û zarokan dinirxînin. Jixwe ev nîqaş bi tena serê xwe jî, ketina asta pîvanên exlaqî yên civakê nîşan dide. Rojevek bi vî awayî yek ji nîşaneyên kûraniya asta krîza siyasî, aborî û civakî yê Iraqê ye. Guhertina vê yasayê wê serdestiya olê ya li Iraqê derxîne pêş ku ol dema di destê mirovan de dibe amûr dibe sedema nefret û şer. Bi taybet hikûmeta Iraqê divê di ferqa vê yekê de be ku serweriya olê di nava pergala dewletê de hêza dadê kêm dike û wê rê li ber kiryarên cuda veke. Mînakên wê beriya niha jî di şexsê Talîbanê de hatin dîtin. Niha eger jinên Afganistanê ewqasî li dijî kiryarên Talîbanê li ber xwe didin û têkoşîna wan ewqasî deng vedaye, yek ji sedemên wê jî ev e ku jin tu carî kiryarên dermirovî ên li dijî xwe qebûl nekin. Bi sedan salan bi hemû rêyan heqê jinan ê jiyanek azad tê hedefgirtin, berhemdariya jinan tê astengkirin û jinan dixin nava 4 dîwaran. Di ser de jî tecawîz li wan tê kirin, tundûtijiyê li wan tê kirin û derûniya qebûlkirina vê jiyanê li wan tê enjektekirin. Bi kurtasî û çors mirov bêje, koletî û bêçaretî li jinan tê ferzkirin. Eger rê were dayîn ku zarok di vî emrê de werin zewicandin û roj bi roj tecawiz li wan were kirin, îradeya wan, hebûna wan roj bi roj were helandin vê demê di demek ne dûr de wê hinek guhertinên sosyolojiya civakê jî bi xwe re bîne. Ferzkirina jiyanek ku nema li gorî quralên xwezayê tê jiyîn, feyde xwe ji bo tu kesî tune. Lê ji bo berjewendiyên xwe yên demkî desthilatdar vê yekê dikarin li ber çavan bigirin. Ji ber ku canê şexsan ne di xema wan de ne. Hinceta wan jî ev e ku ew divê gelemperiyê bifikirin, lê di esasê de hikûmet tenê pereyê di bankeya dewletê de hesab dikin û hêza ku pê bikaribin xwe nîşan bidin hesab dikin. Bedenek bi tendurist be, mejiyê wê jî bi tendurist e. Eger pêkhateyên welatek bi awayek tendurist li gorî pîvanên civakê û pewistiyên xwe yên bingehîn dijî, vê demê em dikarin bêjin rêvebir bi erka xwe radibin. Lê krîzên li welatekê jî nîşan didin bê ka ên ku qaşo ji xwe re dibêjin rêvebir bi rastî ji bo başiya welatiyên xwe difikire an jî welatiyên xwe dike qurbanê desthilatdariya xwe. Dewlet li ser esasê teoriya Darwîn a masiyê mezin, masiyê biçûk dixwe de hatine avakirin û pêş xistin. Niha jî di vê rewşa guhertina yasayê de masiyê biçûk zarokên Iraqê ne û masiyê mezin zilamên dewletê ne ku biryarek bi vî awayî dikarin bigirin an jî dikarin bixin rojevê. Lê di teoriya Darwîn de hesabê tevgerên têkoşînê nehatine kirin ku jin ji dîrokê heta niha serî li beramberî wan biryar û kiryarên li dijî wan netewandine. Gelek caran hat dîtin ku masiyên mezin dema xwestin masiyê biçûk bixwin, keriyê masiyên biçûk xwe kirin yek û masiyê mezin tirsandin û qewitandin. Em dikarin bi vî awayî dîmenek xweş yê xweparastinê ber çavên xwe zindî bikin û bi kurtasî rêbaza çareseriyê jî deynin. Weke di hemû neheqiyên ku li dijî îradeya civakan tên ferzkirin, li vir jî em dibînin çareserî di mezinkirin û birêxistinkirina têkoşînek hevpar de dikare were dîtin. Du tişt diyarin, jin wê yasayek bi vî awayî qebûl nekin û hikûmeta Iraqê jî bi hewldanên xwe yên bi vî awayî wê nikaribe krîzên welatê xwe çareser bike, berovajî wê, wê wan krîzan hîna kûrtir bike. Ji bo wê jî em banga jinan carek din bi bîr bixin ku gotibûn; Pêwîste rêxistinên mafên mirovan, jin û zarok li dijî guhertina yasayê yekgirtîbin. Nabe jin tenê li dijî guhertina yasayê rabin, pêwîst dike zilam jî li dijî guhertina vê yasayê bisekinin û vê yekê qebûl nekin.Guhertina yasaya Rewşa Kesî, di esasê xwe de pêkanîna yasaya fermîkirina tecawîz û kuştina zaroktiyê ye.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê