7 Eylül, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Deng bide azadiyê’ bi berxwedanê didome

Xizmên girtiyan di çarçoveya çalakiya “Deng bide azadiyê” de berxwedana li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û azadiya wî ya fîzîkî berdewam dikin.

Xizmên girtiyan bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk, li Îzmîr û Mêrsînê li pêşiya girtîgehan hatin gel hev. Di çalakiya “Deng bide azadiyê” de hêrsa li dijî tecrîdê derket pêş.

Îzmîr

Xizmên girtiyan û Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Egeyê (EGE-TUHAYDER) li pêşiya Girtîgeha Kiriklar a Buca ya Îzmîrê daxuyanî dan. Gelek nûnerên saziyan û xizmetên girtiyan tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de girse pankarta “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin, ji bo aştiya civakî deng bide azadiyê” hilgirt. Beşdaran pêşmalkên “Na ji tecrîdê re” li xwe kirin û gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin, jiyan, azadî” berz kirin.

Hevseroka DEM Partiyê ya Îzmîrê Vezan Karabulut diyar kir ku ew li dijî tecrîdê çalakiyê li dar dixin û wiha got: “Dê berxwedana me ya li dijî tecrîdê bidome. Tevî hemû zextan jî em li ser pêya ne.”

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

 Mêrsîn

Xizmên girtiyan li pêşiya Girtîgeha Kampusa Tarsusê çalakiya rûniştinê li dar xistin. Di hefteya 14’emîn a çalakiyê de beşdaran pêşmalkên “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li xwe kirin. Gelek caran jî dirûşmên “Jin jiyan azadî”, “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” û “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin.

Hevserokê DEM Partiyê yê Mêrsînê Reşat Aşan diyar kir ku divê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên li girtîgehan tavilê bên bidawîkirin. Aşan, wiha domand: “Tecrîd, welat ber bi tunebûnê ve dibe. Bi girankirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan re meseleya kurd jî tê girankirin. Destûrê nadin ku bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike. Ev îzolasyon li tu devereke cîhanê nîne. Rewşeke wisa ye ku di dîrokê de tiştekî wiha nehatiye dîtin. Tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan tê ferzkirin, binpêkirina qanûnên wan bi xwe ye. Heke hûn bi qanûnên vê destûra bingehîn jî nekin, wê demê dê çawa destûreke nû ya bingehîn amade bikin. Banga me ji bo îktîdarê ye; tecrîdê rakin û bila muzakere dest pê bikin. Ev yek dê ji bo tevahiya gelên Rojhilata Navîn baştir bibe. Em careke din polîtîkayên tecrîdê şermezar dikin.”

Çalakî, bi dirûşman bi dawî bû.