6 Temmuz, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Der barê Îmraliyê de biryarên korsan didin

Hevserokê Şaxa OHD’ê ya Wanê Murat Ozçîçek, anî ziman ku der barê girtiyên li Îmraliyê de bi dizî biryaran didin û ev li dijî qanûnê nin û biryarên korsan in.

Ji 35 baroyan hezar û 330 parêzeran ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe, di çileyê de serî li Wezareta Dadê dabûn. Lê hîn wezîr bersiv nedaye. 74 parêzerên li Wanê ji bo dubare daxwazên xwe bînin ziman serî li Baroya Wanê dan. Têkildarî tecrîdê û armanca serlêdana baroyê Hevseroka Şaxa OHD’ê ya Wanê Mûrat Ozçîçek diyar kir ku wan li dijî bêhiqûqî û biryarên qedexekirî serî li Wezaretê dan û wiha got: “Girtî bi awayekî fîîlî bi biryarên daraz û îdarê yên li dijî hiqûqê girtiyan tecrîd dikin. Têkiliya wan û hemû cîhanê ji hev qut dikin. Ev li dijî mirovahiyê ye. Bi hinceta cezayê dîsîplînê ku ji her 3 mehan carekê dubare dikin, hevdîtinên malbat û parêzeran qedexe dikin. Hemû ceza û lêpirsînên dîsîplînê ji parêzeran vedişêrin. Daxwaza qeydên UYAP’ê, delîl, çavkaniyan tevan red dikin. Rê li pêş îtîraza li Destûra Bingehîn digirin û girtiyan ji hemû mafê wan ê hiqûqî û zagonî bêpar dihêlin. Parêzerên girtiyan li dijî vê tecrîdê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) didin. Hem di Peymanên Navneteweyî ku Tirkiye jî alîgerê wê ye, hem jî di zagonên Tirkiyeyê de, tu xal û qanûnên ku tecrîda mutlaq erê bike tune ye. Di zagonên Tirkiyeyê de cihê tecrîdê tune ye. Mafê girtiyan asteng dikin. Sûcê binpêkirina îşkenceyê dikin.”

Biryar ne zagonî, siyasî ye

Hevserokê OHD’ê Ozçîçek, sedema bêbersivhiştina serlêdana parêzeran û malbatê jî nirxand û wiha axivî: “Li dijî biryarên qedexeyan ên dijqanûnî Li Tirkiyeyê 775 parêzerên ji 29 baroyên cuda di navbera 10-17’ê hezîrana 2022’yan de serî Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Îdareya Girtîgeha Îmraliyê dan û xwestinparêzer bi lez biçin hevdîtina Îmraliyê. Lê heta niha tu bersiîv nehatiye. Ji ber vê yekê di 22’ê çileya 2024’an de bi boneya tecrîd bi temamî bi dawî bibe, ji 35 baroyan me hezar û 330 parêzeran serî li Wezareta Dadê dan û me xwest biçin bi girtiyên li Îmraliyê re hevdîtinê bikin. Lê heta niha Wezareta Dadê bersîv nedaye serlêdanên me. Tu aliyê zagonî û hiqûqî yên van cezayê dîsîplînê tune. Biryar bi temamî siyasî ye di bin destê îktidarê de ne.”

Dadgeh bi dizî biryaran digire

Ozçîçek, bal kişand ser cezayê dîsîplînê yê ji her 6 mehan carekê û wiha berdewam kir: “Dagerê Înfazê yê Bûrsayê bi rêk û pêk her ji 6 mehan carekê cezayê dîsîplînê didin girtiyên li Îmraliyê. Lê parêzer ji bo vê sedemê fêr bibin parêzer dixwazin qeyda van cezayan a UYAP’ê bê kirin û bidin parêzeran. Lê hemû daxwaz û serlêdanên parêzeran red dikin. Hemû biryar bi dizî tên dayîn. Li dijî zagon û qanûnan biryaran digirin. Li dijî van qedexeyan parêzer serî li Dadgeha Destûra Bingehîn didin. Îktîdar bi zagonên xwe dixwaze rejîma cezakirin û muameleya xerab ava bike. Bi hincetên bê kok serdana malbat û parêzeran asteng dike.”

‘Em ê têkoşîna xwe bidomînin’

Ozçîçek bal kişand ser armanca serlêdana Baroya Wanê û wiha axivî: “Girtî bi temamî ji cîhana derve hatine qutkirin. 40 meh in bi tu awayî agahî ji girtiyên li Îmraliyê nayê girtin. Ev rewş li dijî hiqûqa neteweyî û navneteweyî ye. Parêzer nikarin wezîfe û erka xwe ya parêzeriyê pêk bînin. Bi vê yekê karê parêzeran asteng dikin. Hezar û 330 parêzeran di 22’ê Çileya 2024’an de li gorî hejmara 2024/1926-4’an serî li Wezareta Dadê dan. Xwestin astengiya lipêşiya parêzeran bê rakirin û karibin erka xwe pêk bînin. Xwestin biçin li Îmraliyê lêkolîn bikin û fikarên der barê jiyan û tenduristiya wî de ji holê rakin. Ji bo ev bêhiqûqî bi dawî bibe em ê ji niha û şûnde jî serlêdanên hiqûqî bidomin. Heta ev biryarên li dijî hiqûqê bi dawî bibin, heta ev sepanên li dijî mafên mirovan bi dawî bibin, em ê têkoşîna xwe ya hiqûqî bidomînin.”