9 Eylül, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Îranê kurdan, Tirkiye jî jinan qetil dike

Li Tirkiyeyê di 6 mehên dawî de 205 jin hatin qetilkirin. Li Îranê jî Rejîma Îranê di 10 rojên dawî de 27 jin û ciwanên kurd darve kir. Rejimê di 6 mehên dawî de 38 kolber kuştin û 236 kolber birîndar kirin.

Li kîjian devera cîhanê dibe bila bibe, eger cihekî dewlet lê hebe, înkar, dagirkerî, mêtîngerî, kedxwarî, kuştin girtin, tecrîd heye. Eger li dijî wê dewletê kes û hêzên civakparêz, kedparêz, pirzimanparêz, pirçandparêz û pirbawerîparêz hebin, dewlet her tim wan li hemberî xwe dibînin. Ji ber ku dewlet zêde ji azadî, demokrasî, wekhevî, edalet, heq û hiqûqê hez nake. Dewlet bêtir ji zayendperestî, olperestî, netewperestî, zanistperestiyê hez dike. Malperestî û tekakesîperestiyê diparêze.  Îro em van mînakan bi awayekî gelek şênber dibînin. Dewlet kesên li dijî wê difiririn û tev digerin an davêjin zindanan, an jî qetil dike. Kesên xizmeta wê nake, dixe nava tora tiryak û fihûşê. Di demên dawî de herî zêde li Tirkiye û Îranê ev rastî şênber dibe. Di salên dawî de tirkiye bi qetilkirina jinan û qedexe û talankirinê derdikeve pêş. Li gorî îstatîstîkên “Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin” di 6 mehên dawî yên 2024’an de 205 jin hatin qetilkirin. Ev raste rast komkujî ye. Ev raste rast qetîam e. Îro li Hamasê şer heye lê ew qas jin nehatine kuştin. Li Tirkiyeyê qetilkirinek veşarî û sergirtî heye. Li Tirkiyeyê qetilkirinek li demê hatiye belavkirin heye. Dibe ku raste rast rayedar û karmendên dewletê ev komkujî pêk neanîbin. Lê îro polîsên dewletê, leşkerên dewletê ku ji ewlekariya jiyana mirovan berpirsiyar, çima çav û guhê xwe digirin. Eger çav û guhên xwe bigirin, wê demê raste rast şirîk in. Di mijara kuştinê de zanebûn û planek heye. Dadgehên ku ji edaletê berpirsiyar çima kujeran nagirin û ceza nakin. Eger kujer bê ceza dimînin raste rast saziyên darazê, karmendên darazê berpirsiyar in. Eger polîs, leşker û rayedarên darazê erka xwe pêk nînin, raste rast hikûmet û dewlet berpirsiyar e. Divê hikûmet û dewlet li dijî vê yekê hesap bipirse. Eger îro hikûmet û dewlet li hemberî vê yekê ker, kor û lal in, wê demê raste rast destê dewletê di nava vê komkujiya jinan de heye.

Li gorî dane û îstatîstîkên Platformê Piştî Erdogan di 1’ê Tîrmeha 2021’an de dawî li Peymana Stenbolê anî, sal bi sal kuştina jinan zêde bû. Li gorî daneyên Platformê di 6 mehên ewil ên 2021’an de 131 jin, di 6 mehên ewil ên 2022’an de 164 jin, di 6 mehên ewil ên sala 2023’an de 147, di 6 mehên ewil ên 2024’an de jî 205 jin hatine qetilkirin. Em dibînin ku piştî peymanê sal bi sal kuştina jinan zêde bûye.

Di meha Nîsana 2024’an de 32 jin bi destê mer hatine qetilkirin û 13 jin bi guman mirine. Li gorî çeteleya tundiyê ya meha Gulanê 34 jin û 8 zarok hatin qetilkirin. Mirina 18 jin û 2 zarokan  jî bi guman e.

Dîsa li gorî çeteleya tundiyê ya JINNEWS’ê berhev kiriye di 2023’an de herî kêm 320 jin hatine qeitlkirin û 189 jin jî bi guman jiyana xwe ji dest dane. Li gorî daneyên JINNEWS’ê di 2022’an de herî kêm 311 jin hatin qetiklirin û 181 jinî bi guman jiyana xwe ji dest daye.

Tenê dema em li daneyên daneyên piştî betalkirina Peymana Stenbolê û 6 mehên dawî dinerin, em dibînin ku komkujiyek gelek mezin heye. Lê tişta balkêş ev komkujî êdî pir ji rêzê û asayî tê dîtin. Kengî ku kuştin asayî bû, wê demê sinc, hest, rêgezên civakê êdî parçe dibin. Kengî rêgezên civaka sincî û polîtîk parçe bûn, êdî kuştin dest pê dike. Li dijî kuştinê jî bêdengî û xemsarî dest pê dike.

Dema em li Tirkiyeyê dinerin, kuştina jinan li pêş e. Lê li aliyê din dema em li dewleta cîran Îranê dinerin, vê varê em dibînin kuştina ciwanên kurd li pêş in. Keç û xortên kurd ên ji bo çand, ziman û nasnameya xwe têdikoşin ji aliyê  Rejîma Îranê ve tên darvekirin. Kurdên ji bo debara  xwe kolberiyê dikin li ser sînoran têne qetilkirin.

Herî dawî di 27’ê Tîrmehê de li ser sînorê Kirmşanê hêzên Îranê êrişê kolberan kir, di encama êrişê de kolberekî kurd kuştin. Rejîma Îranê kolberekî xelkê gundê Niwên ya ser bi bajarê Kirmaşanê kuşt.

Hêzên rejîma Îranê di 16’ê tîrmehê de jî li sînorê bajarê Serdeşt hejmareke kolberan dan ber guleyan û kolberek qetil kirin û du kolber jî birîndar kirin. Di 9’ê tîrmehê de jî êrîşî kolberan kir û kolberek kuştin û 8 kolber jî birîndar kirin. Hêzên çekdar ên rejîma Îranê di 8’ê Tîrmehê de jî kolberek xelkê Selasî Bawecan ya li sînorê Newsud qetil kirin. Di êrîşê de 4 kolber jî birîndar kirin. Rejîma Rejîma Îranê di 6 mehên ewil de 38 kolber kuştin. 236 kolber jî birîndar kirin.

Li gorî daneyên Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê, Rejîma Îranê di 10 rojên dawî de li sernaserî girtîgehên Îranê 27 kes bi dar vekirine û 4 jin in.

Ev daneyên jor nîşanî me dide ku Tirkiye jinan qetil dike, Îran jî jin û ciwanên kurd qetil dike. Lê tişta balkêş li dijî van qetilkirin, darvekirinan bêdengiyek heye. Divê berî her tiştî sazî û rêxistinên kurdan û saziyên jinan li dijî van qetilkirinan dengê xwe bilind bike. Eger di serî de sazî, rêxisti nû parityên kurdan û saziyên jinan nebin yek û li dijî van komkujiyan dengê xwe bilind nekin û çalakiyên kolanan li dar nexin, ev komkujî ne tê dîtin û ne jî tê bihîstin. Eger li dijî van qetilkirinan em dengê xwe bilind nekin û nebêjin êdî bes e, dê kuştin, darvekirin û qetilkirin zêdetir bibe. Mafê jiyanê pîroz e. Mafê jiyanê rewa ye. Divê her kes ji bo mafê jiyana jin, ciwan dengê xwe bilind bikin. Eger îro em li dijî qetilkirina jin û ciwanan dengê xwe bilind nekin, dê qetilkirin jî bidome, talankirin û wêrankirina xwezayê jî bidome, kuştina sewalan jî bidome. Em ji vê yekê re dibêjin êdî bes e.