6 Temmuz, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

DFG: 41 rojnameger girtî ne

DFG rapora hezîranê aşkere kir û anî ziman ku li Tirkiyeyê 41 rojnameger girtî ne û 55 rojnameger tên darizandin.

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), Rapora Binpêkirina Mafên Rojnamegeran a Meha Hezîrana 2024’an aşkere kir. DFG’ê da zanîn ku di çalakiyên li dijî qeyûm ên li Wan û Colemêrgê de polîsan mudaxileyî çalakiyên demokratîk ên gel ku bi rojan berdewam bûn, kirin û wiha got: “Polîsan tundî li rojnamevanên ku çalakiyên protestoyî dişopandin kirin. Xebatkarên çapemeniyê hatin astengkirin û destûr nehat dayîn ku dîmen û wêneyan bigirin. Di van êrişan de rojnamevan Newroz Reşîtoglû, birîndar bû û rakirin nexweşxaneyê. Reşîtoglû yê ji mesafeyeke nêz ve bi reşandina ava şid ve rûbirû ma, piştî tedawiya wî ya li nexweşxaneyê, ji nexweşxaneyê derket.”

DFG’ê di raporê de da zanîn ku tundiya li dijî rojnamegeran li Enqere, Amed û Êlihê ku çalakiyên protestoyî lê hebûn berdewam kir û cih da van agahiyan: “olîsan gelek caran êrişî rojnamevanan kirin û destûr nedan ku dîmenan bikişînin. Di vê pêvajoyê de polîsan êrişê 4 rojnamevanan kirin, miameleya xerab li 6 rojnamevanan kirin, gef li 8 rojnamevanan xwarin û destûr nedan ku 7 rojnamevan dîmen bigirin.

Di 21’ê hezîrana 2024’an de rojnameya Turkgûnê di manşeta xwe de bi nivîsa îmzeya Kadîr Yildiz hatiye weşandin, ji ber nûçeya kuştina Sînan Ateş rojnamevan Mûrat Agirel, Bariş Pehlîvan, Tîmûr Soykan û Bariş Terkoglû hedef nîşan da. Dîsa hin rêveberên MHP’î moderetora bernameya ‘Kirmizi Çîzgî’ ya di Halk Tv’yê de tê weşandin Gozder Şeker û rojnamevan Îbrahîm Kahvecî yê her tim bi bernameyê re ye hedef girtin û gef li wan xwarin. Rojnamevan Mûrat Agirel ji aliyê kesên hatin heta mala wî ve gef lê hate xwarin.

 Rojnameger tazî kirin

DFG’ê di berdewama raporê de cih da tazîkirina nûçegîhanan û ev agahî parve kirin: “Di girtîgehên ku 41 rojnamevan lê tên ragirtin, lêgerîna tazî li nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Esra Solîn Dal hate kirin. Dal têkildarî mijarê serlêdan kir û giliyê berpirsyaran kir lê ev serlêdan bi biryara neşopandinê encam girt. Ev bû yek ji mînaka polîtîkaya necezakirinê. Di vê pêvajoya ku tecrîda girankirî berdewam dike de rêveberiya Girtîgeha Marmarayê bi hinceta ‘qedexe’ ne rojnameyên Evrensel û Bîrgunê nedan girtiyan.”

Daneyên îstatîstîkî yên binpêkirinên mafan ên li dijî rojnamegeran ên di meha hezîranê de wiha ne;

1 – Binpêkirinên li dijî mafê jiyanê û ewlehiya rojnamevanan

Rojnamevanên êrişî wan hatin kirin 4

Rojnamevanên hatin binçavkirin 1

Rojnamevanên rastî mûameleya nebaş hatin 6

Rojnamevanên gef li wan hate xwarin 8

Rojnamevanên şopandina wan a nûçeyê hate astengkirin 7

Li girtîgehan binpêkirinên li dijî rojnamevanan 1

2 – Binpêkirinên azadiya raman û îfadeyê yên li dijî rojnamegeran

Rojnamevanên derbarê wan de lêpirsîn hatine destpêkirin 3

Rojnamevanên derbarê wan de doz hatine vekirin 1

Rojnamevanên hatine cezakirin

Hejmara kesan 1

Cezayê Hefsê 7 sal û 3 meh û 15 roj

Cezayê Pereyî 12 hezar û nîv lîre

Rojnamevanên darizandina wan berdewam dikin

Hejmara Dosyayan 39

Hejmara Kesan 55

Hejmara rojnamevanên girtî (ji 3’yê tîrmeha 2024’an ve) 41

3 – Binpêkirinên li dijî mafên civakî û aboriyê yên rojnamegeran

Rojnamevanên ji kar hatin derxistin

 4 – Sansûr û astengkirinên li dijî saziyên çapemenî û medyayê

Cezayên RTUK’ê  Hejmara Weşanê 1

Hejmara Cezayî

Rawestandina bernameyê 5

Cezayê pereyî 189 hezar û 282 lîre

Qedexeya Weşanê 10

 5 – Astengkirinên xwegihandina li dijî qenalên dijîtal û înternetê

Malperên înternetê yên hatin girtin 4

Nûçeyên xwe gihandina wan hatin astengkirin 2 hezar 150

Naverokên medyaya dîjîtal ên naveroka wan hatine astengkirin 3”

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê