16 Eylül, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di atmosfera şerê 3’emîn ê cîhanê de xwendineke rast û rola dîplomasiya rast

Faysal Sariyildiz

Feylezofê navdar yê serdema me Slavoj Zîzek şoreşa Rojava bibîrtîne û dibêje, “Kurdan hêviyên me ya di dinyayê de ji bo demokrasiyê nemabûn dîse şîn kirin” Dîse ji bo şervanên Rojava Zîzek dibêje, “Komek entellektuel, utopyayek şênber kirin”

Wilo dixweyê ku êdî ne tenê em Kurd, hemû gel û pergalên dewletkî jî di wê qeneetê de ne ku di pêvajoyeke dijwar û hesas re derbas dibin. Tiştên di van demên dawî de diqewimin xwedî hêzeke veşartî ne ku çarenusên heyî sero bino bike û yên nû diyar bike. Her çiqas bûbe gotineke klasîk jî ji ber ku vê demê xwedî girîngiyeka mezine hêjaye em dubare bikin. Li dinyayê qaosa pergala dewletkî ji her demê kûrtire û ev demên wusa di nav xwede hem îhtimala felaketên mezin ji bo mirovahiyê hem jî derfetên şoreşên civakî dihewîne. Hêzên hegamonik îdeaya wan ew bû ku bi derfetên pergala modernîteya kapîtalist her diçe pirsgirêkên mirova mînîmize dibin û pergala siyasiya serdest a heyî ya herî baş e. Vê modernîteya serdest ji xwere hin heqîqet afirandibûn û li gorî wê xwe saz kiribû. Her weha xwe navenda her tiştî dida xweyakirin. Pêşberî vê pergalê hemû hewldanên heyî jî weke hewldanên terorî û xerabker pênase û kriminalîze dikir. Moderniya kapitalist ên dijberî xwe weke yên derveyî şaristaniyê binav dikir û li gorî teza wê yên dijberî şaristaniyê gerek werin tinekirin. Bes van demên dawî êdî ne tenê em derdorên ji pergala wan a hov diêşin, ew bi xwe jî her çiqas li ser heqîqetên bê nîqaş li xwe mikur nehatibin jî, dibînin ku cinawirekî çawa afirandine. Nûnerê vê moderniteya serdest ev demeke dikin qare qar û dibêjin felaketên mezin li ber deriyê wan in.

Wek mînak dixwazim di van çend mehên dawî de çend nirxandinên di eniya moderniteya serdest de hatin kirin bi were parve bikim; Wezîrê parastinê yê Almanya Pistorius got ku dive di demeka nêz de weke dewlet ew xwe ji hêla çek û şer ve tekûz û xwurt bikin da ku karibin xwe pêşberî şerekê mezin biparêzin. Wezîrê parastinê yê Britanya Shapps jî got ku bingeha pergala dunyayê di bingeha xwede diheje û got “Em ji dinya piştî herba mezin derbasî pêşiya herbeka nû ya mezin dibin û dive amadekariyên me goreyî wê bin.” Serfermandarê dewleta Norveç îdea kir ku Avrupa ji ber ku karibe bi Rusya re şer bike 2-3 salên wê hene. Nexwe dê firsetê wenda bike. Serfermandarê Swêdê jî di heman çarçovê de got ku dive dewletên rojhilat û bakurê Avrupa hemû ji şer re amade bin. Hin kesên vê pergalê yê payebilin jî pêşniyariyê ji gelê xwere dikin ku têra nizanim çiqasî qut stok bikin da ku di şerekê muhtemel de ji nêza nekevin. Ne tenê rayedarên dewletan heman demêde kesên lêkoliner û akademisyen jî rewşa heyî weke şerekê nû yê cîhanê bi nav dikin.

Lê ev ne binavkirineke nû ye. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hê beriya niha 15 salan di parastnameya xwede dibêje şerê cîhanê yê 3’yemîn dest pê kiriye û wuha didomîne; “Şerê sêyemîn ê cîhanê rastiyeke û navenda wê Rojhilata Navîn û atmosfera çanda wê ye. Tenê tiştên li Iraqê pêk tên jî diyar dike ku şer tenê ne bi dewletekêve eleqedare û ji vê bêhtir bi berjewendiyên hêzên hegamonîk yê dinyayê ve têkildare. Ev şer enceq bê bandorkirina Iranê, bi istiqrarkirina Iraq û Efganîstanê û ji holêrakirina tehdîtbuyîna Çîn û Latîn Emerîqayê dê biqede.”

Birêz Ocalan tenê ne di nirxandineka xwe de em dikarin bêjin roja ku bi itifaqeke lewitiya navdewletî dîl hatî girtin û heta neha di her nirxandinėn xwe de, di her pirtûka xwe de û di her firsetê de bal kişand ser heman tiştî û tenê ne ji gelê Kurd re ji hemû derdorên civakiyê ku ji hêla moderniteya kapitalist ve têne perçiqandin û keda wan tê xwarin re got ku pergala dinyayê ya heyî ji ber ku ne pergaleka adil û miroviye, Ji ber ku li ser keda mirova desthilatdarî û sermayê kom dike dê her biçe krîza wê kûr bibe û êdî nikaribe xwe bidomîne. Yan dê xwe revîze bike û pergala heyî bi şêwazekê din bidome yan jî pêşberî vê pergalê eniyeke kuresela mirovayî û demokratîk dê rêxistin û xwert bibe û di encamê de şoreşek pêk were. Birêz Ocalan her weha derketina şerekê nû yê cîhanî tiştek mutleq didît. Tiştên di van salên dawî de diqewimin gotinên Birêz Ocalan yek bi yek piştrast kirin. Pandemiya Coronayê ya ku 2020 dest pê kir û hemû dinya vegirtî weke şeqamekê li ruyê pergala hegamonîka dinyayê ket û hemû derewên wê raxist ber çava. Me dît kû pandemiyek dikare pergaleka ku xwe wek xweda didît rezîl û ruswa bike. Ne sazî û dezgehên vê pergalê têrî dikir ku bibe bersiv ne sermaye û derfetên din. Ekonomiya dinyayê derbe xwar û krîza pergalê kûr bû. Di vê pêvajoyê de lêgerînên nû dest pê kirin. Ji xwe pergala dunyayê ji dû sê seriyê hegamonîkê afirî bû. Li hêlekê eniya rojava ku ji Emerîqa û dewletên Ewropa pêk dihat, li hêla din jî eniya ku ji Rusya serkêşiya wê dike. Hin kes Çînê jî di nav vê eniyê de pênase dikin hin kes jî weke hêzeka serbixweya ku her diçe mezin dibe dibînin. Lêgerînên pergala hegamonîk weke dihate texmînkirin dê ji gurkirina şerê nuyên cîhanê pêve ne tişteka din bûye. Baş tê zanîn ku xurtbuyîna eniyên hegamonîk enceq bi vegirtin-mêtîngerkirin û dîzaynkirina cih û bazarên nû mumkune. Dîsa pêdivî bi vê hebû. Her çiqas Rusyayê Kirima ku weke herêmeke xweser girêdayî Ukraynayê bû di sala 2014‘an de desteserkiribû û ev nebûbû sedema şerekê mezin ji 2022‘an pê de bi sorkirina eniya Rojava (NATO) şerê Ukrayna û Rusya gur bû. Ukrayna baş dizanîbû ku bi derfetên xwe yên şer nikare bi Rusya re şer bike. Belkî bi mijara me ve raste rast ne girêdayî be bes dive em zanibin qerakterê Ukrayna yê netew-dewlet jî bu sedemeke esasî ji derketina şerê Rusya û Ukrayna re. Li Ukrayna nêzî 10 milyon Rus hebûn û Ukrayna weke hemû netew dewleta daxwazên Rusa yên xweserî nasnedikirin. Her çiqas sedema rasteqîn ne ev jî be Putin bê statubuna Rusên li Ukrayna weke sedema şer dida xweyakirin. Emerîqa bi sor kirin û motîvekirina Ukrayna xwest çend armanca pêkbîne û heya neha gelek ji va pêk anîne jî. Weke hêzeke leşkeriya eniya Rojava NATO ji bo Emerîqa xwedê roleka heyatiye bes berî niha çend salan di çavê endamê wê yê Ewrupî de tu itibara wê nemabû, ji bo Emerîqa û stratejiya wê ya hegamonîk ev xetereyek mezin bû. Êdî weke Fransa, Almanya û Britanya ku dewletên Ewrupî yên herî xurt bûn di xwertkirina NATO‘de berpirsiyariyên xwe bi cî netanîn û alikariya maddî û leşkerî di asta dihat xwestinde nedikirin. Heta Macron di sala 2019‘an de got ku êdî mirina NATO ya mêjî pêk hatiye. Bes piştî şerê Ukrayna û Rusya û bi vê ve girêdayî gefên Rusya yên nukleerî hemû endamên NATO‘yê ji bo xurtkirina NATO kirin nav hewldanên mezin. Dîse Rusya ji destpêkirina şer heya niha hem di hêla leşkerî de hem jî di hêla madî de derbeyên mezin xwarin. Em karin bêjin ku Rusya êdî di reqebeta hegemonyayêde ne feqtoreke weke berî neha çend salan xurte. Ew Ewrupaya ku pesnê xwe bi şaristaniya xwe dida jî niha ji tirsa dilerize û hemû giraniya xwe êdî dide tenzîmkirina leşkerî. Vê gavê Ewropa peredokseke ji bo îdeaya xwe dramatîk dijî. Hilbijartina parlementoya Ewropa ya dawî ku di meha Hezîranê pêkhatî di polîtîkaya qiteyê de erdhejek pêk anî. Di vê hilbijartinê de hema hema di hemû dewleta de partiyên nijadperest serkeftineke mezin bi dest êxistin. Lêkolîner weke ji xwertbuna nijadperestiyêre weke sedem di serî de herka bi milyonan multeciya ya berbi Ewropa, qeyrana madi û şerê Ukrayna û Rusya didin xweyakirin. Halbûkî sedema herka ji rojhilata navîn ber bi Ewropa dîse polîtîkayên Ewropa yên oportunistine. Weke mînak heger Ewropa ji ber hesabê xwe yê pragmatisti zorbeyekê weke Erdoxan îdare nekiriba ev qas mirov neçar nediman û berê xwe nedidan Ewropa. Erdoğan ji bo ku gelê Kurd çavê xwe veneke û destkeftiyên wî dîse wenda bibin bi salaye tevlî karê hemû welata dibe, şer û rêxistinên terorî yên weke DAIŞ’ê xurt dike û bi milyonan mirov dikevin rêyan. Tenê ji Suriyê ku hejmara hemwelatiyên wê derdora 25 milyona bû, ji wan zêdeyî 12 milyana welatê xwe terikandin. Weke lokomatîfa eniya hegamonîka Rojava Emeriqa ji bo hegamonya xwe bidomîne tenê ne xwedî vê hamleyê bû. Nêzîkatiya wê ya behara Ereban jî biheman armancê ve girêdayî kifş bû. Pergala li Rojhilata navîn saz buyî ji ber qerakterê rêveberiyên despotîk ji gera mal, sermaye û bazarê re astengî diafirand. Ji lewma Emerîka li gelek ciya raperîn an teşwîk dikirin an jî pêşberî wa bêdeng dima. Piştî demekê Emerîqa dît ku hem tişta hêvî dike pêknaye hem jî hêzên olî yên tundrew weke astengiyekê ji kontrolê derdikevin xwert dibin. Li hêla din Îrana ku ji berê de Emerîqa wê wek dijmin dibîne xurt dibe û destê Tirkiya di serokatiya Erdogan de jî dibe xwedî derfetên şantaja di navbera her du eniyên hegamonîk de. Ji lewma Emerîqa xwest pêşiya mudehaleyeka dina Rojhilata navîn vebe. Ji meha Cotmeha 2023’an pêde israîlê bi piştgermiya xwe ya bi Emerîqa çalakiya Hemasê ya terorî kire hêncet û şerekê lewitî yê bi terora dewletê yê bê ehlaq da destpêkirin. Heya neha zêdeyî 50 hezar sivîlên Filistînî bi şêwazên hovane hatine qetilkirin. Hîna jî Emerîka û dewletên Ewropa yê ku xwe weke xwediyê şaristaniya serdemê dibînin tenê ne bêdeng dimînin ji vê hovitiyêre hemû alîkariyên madî û leşkerî dikin. Bi vî şerî em dikarin bêjin Îran qels, rezîl û ruswa bû. Tirkiye jî ji ber ku derveyê vê pêvajoyê hate hiştin hinekî hate bê îtîbarkirin û rola wê ya şantaja hinekî şikest. Bes mebesta Emerîqa ya ji vî şerî tenê ne ev bû. Emerîqa bi vî şerî derbeyek li projeya Çînê ya ku Rojhilata dûr, Rojhilata navîn, Asya û Ewropa bi hev ve girê dide jî da û heman demê de pêşiya projeya alternatif a Hindîstan, Rojhilata navîn û Ewropa hinekî vekir. Di projeya xwe ya nû de dewletên weke Rusya, Iran û Tirkiye derveyî denklemê hatin hiştin.

Dibe ku min serê we bi va agahiyan êşandibe bes mebesta min ew e ku bêjim di nav vê qaos û gêreya di navbera hêzên serdest de dibe ji bo gelên têkoşîna azadiyê didin jî derfetên serkeftinê diafirin bes ev tevger xwedî hêzeka di her qadê de rêxistin û peredigmeyeka rast bin. Ji bo vê mînaka herî şênber şoreşa Rojava ye. Wexta mirov li gorî qalib û pîvanên pozîtivist fikirîbûya serkeftina vê şoreşê ne pêkan bû. Bes şoreşeka rasteqîn pêk hat û diyarî hemû mirovahiyê bû. Ûjdana mirovahiyê û dinya pispor û feylezofa jî ev şoreş dîtin û rast pênase kirin. Feylezofê herî navdar yê serdema em têde dijîn Slavoj Zîzek şoreşa Rojava bibîrtîne û dibêje, “Kurda hêviyên me yê di dinyayê de ji bo demokrasiyê nemabûn dîse şîn kirin” Dîse ji bo şervanên Rojava Zîzek dibêje, “Komek entellektuel, utopyayek şênber kirin”

Bêguman gava mirov ne xwedî perspektîfeka kuantomîka polîtîk be ne mirov şoreşa Rojava fêhm dike ne jî derfetê serkeftinê yê di vê atmosfera kaotik de li pêşiya xwe baş dibîne.

Wusa dixweye ku ev şerê nû yê cîhanî hê wê bi salan bidome. Taybetî ji bo kesên wek me ku xebatê dîplomasiyê didomînin têgihiştineka kûr ya teoriya pergalê tiştekî ferze. Her weha yên xebatê dîplomasiyê tenê dîplomasiya bi derdorèn dewletkî ve sînor dibînin ne mumkune bigihine vê têgihiştinê û biser kevin. Heger pêvajoya Kobanê de ûjdana mirovahiyê neketiba tevgerê û ji raya giştiya dinyayê bi milyonan mirov xwe li dora Kobanê nekiribane xelek hêzên dewletkî xwe mecbûr nedidîtin û ne diketin tevgerê.