5 Temmuz, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di çalakiya Madimakê de xwestin hesab bê pirsîn

Bi hesaran kesên ku di navde nûnerên partiyên siyasî hebûn komkujiya Madimakê şermezar kirin û xwestin kujer bên dîtin û darizandin. 

Di 2’yê Tîrmeha 1993’yan de li Hotêla Madimakê ya li navenda Sêwazê 33 rewşenbîr hatin şewitandin û qetilkirin. Bi hezaran kesan, qurbaniyên komkujiya madimakê bi bîr anîn. Bi hezaran kesên bi pêşengtiya Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal (PSAKD) û Federasyona Haci Bektaşi Velî kom bûn, li pêşiya Komeleyên Haci Bektaş Velî ber bi Hotêla Madimakê ve meşiyan. Girseyê di meşê de wêneyên kesên hatin qetilkirin hilgirtin. Girseyê pankarta “Rêya we pîroz e, ronahiya me venamire, Pîr Sûltan Abdal ê ber bi bêdawîtiyê ve dimeşe namire” hilgirtin û gelek caran dirûşmên “Yên Sêwaz şewitandin ew kes in ên AKP ava kirin”, “Can şewitîn lê sûcdar li ku ne?” û “Ronahiya Sêwazê dê venemire” berz kirin. Girseyê di meşê de navên kesên hatin qetilkirin yek bi yek gotin û dema navên wan hatin gotin girseyê bi yek dengî got “Dijî.”

Girseyê li pêş Hotêla Madimakê daxuyanî da. Hevserokên Giştî yên DBP Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir, Hevserokê Giştî yê DEM Partî Tuncer Bakirhan, Serokê Giştî yê CHP Ozgur Ozel û Serokê Giştî TÎP Erkan Baş, rêxistinên elewiyan, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl û gelek welatî di kortejan de cih girtin.

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan diyar kir ku li vir eşkere mirov qetil kirin û got: “Dema komkujî kirin, serokkomarê demê weke bûyereke munferît pênase kir û îdia kir ku hêzên ewlekariyê peywira xwe bi cih anîne. Serokwezîrê demê jî heman axaftin kir û got; ‘Şikir ku tu ziyan negihiştiye gelê me.’ Ew canên di wir de hatin şewitandin, êş û elemên elewî û kurdan tune hesibandin. Di dema rêveberiyeke wiha de cînayet û komkujiyek hate kirin. Faîlên rast dernexistin holê. Tenê çendek kesên li vir hatin darizandin ku piraniya wan hatin berdan, beraet kirin. Bi efûya serokkomar hatin berdan.”

Bakirhan destnîşan kir ku Komkujiya Madimakê sûcê li dijî mirovahiyê ye ku pêk hatiye û wiha domand: “Em ê wek DEM Partiyê her şopînerên qurbaniyên komkujiyan bin û li cem hemwelatiyên xwe elewî bin. Em ê mil bidin milê hev û li dijî komkujiyan, cihêkariyê û zilmê têbikoşin. Heta ku berpirsiyarên rastî derkevin holê em ê mil bidin milên hevrêyên xwe elewî û bi tevî saziyên xwe ve têkoşîna xwe bidomînin.

Serokê Giştî yê TÎP’ê Erkan Baş, Serokê Giştî yê EMEP’ê Seyît Aslan û Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar jî axivîn.

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar anî ziman ku komkujî ji aliyê hêzên tarî yên dewletê ve hatiye kirin û got: “Doza komkujiyê 30 sal berdewam kir û bi demboriyê encam bû. Zîhniyeta vê komkujiyê 31 salan berdewam kir. Desthilatdariyê rê li ber polîtîkaya bêcezahiştinê vekir ku kujerên elewiyan neyên cezakirin. Desthilatdarî piştî 31 salan bi xwe li ser kursiyê bersûc rûnişt û kujeran parast. Ya ku bi demboriyê re rû bi rû bê hiştin desthilatdarî bi xwe ye. Em ê wek kurdên elewî tu carî komkujiyên tên kirin, ji bîr nekin û hesab ji berpirsiyaran bixwazin.”

Piştî axaftinan beşdaran qerenfîl danîn ber otêlê û bernameya bîranînê bi dawî bû.