30 Haziran, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di êrîşa Israîlê de 10 kes ji malbata lîderê Hemasê hatin kuştin

Çavkaniyên nêzî Hemasê diyar kirin  ku roja Sêşemê artêşa Îsraîlê êrîş biriye ser kampeke penaberan a li Xezeyê û di encamê de ji malbata Îsmaîl Haniye 10 kes hatine kuştin

Berdevkê Parastina Sivîl Mahmûd Basal got, “Hin şehîd hîn jî di binê enqazê de ne.” Basal got, Zahr Haniye xwişka lîderê Hamasê di nava kesên ku hatine kuştin de ye.

Beriya niha jî di nîsana sala derbasbûyî de 3 zarokên Heniyê û 3 neviyên wî di encama êrîşeke israîlî de hatibûn kuştin.

Ji 7’ê cotmehê anku ji dema êrîşa Hemasê ya li ser niştecihên israîlî û navendên leşkerî, di encama êrîşên Israîlê de 37 hezar û 626 Filistînî hatine kuştin û 86 hezar û 98 Filistînî jî birîndar bûne.

Di demekê de ku hemû hewlên navdewletî û herêmî ji bo pêkanîna agirbestekê têk çûne de gelê Filistînê li Xezayê bi birçîbûn û tunebûnê re rû bi rû maye û di rewşeke gelekî xirab de dijî.