20 Haziran, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di hevokan de hişmendiya baviksalarî

Ayşe Gokkan

Têgehên ku em dizanin jî pergal û kesên ku hêzê di destê xwe de digirin; têgehên cuda şîrove dikin û li gorî xwe bikar tînin. Pênaseya baviksalarî jî heman tiştî dike. Ya girîng ew e ku ev çewtî berbiçav bibe.

Di ferhenga îngilîzî-kurdî (English-kurdisth Dictionary Musa Altan) de peyva “Mê” bi îngilîzî “female ads: mê mêcik, mîhik, mêhîn, mêza; jinan, jinin, (tiştên xweserî jinan) n.jin; mê (Ji bo ajalan jî rîwekan) feme, feminîce, femînîzm, femînîst, femînize, îngîlîzî jî “mê” dike jin. Peyva “nêr” bi ingilizî “masculine ad xweserî Mêran maskulînî; mêrî, nêrî, mêrokî, mêranê, wekî meran (Ji bo jinan), nêr, nêrza, nêrîn rz.”

Di ferhanga îngilîzî-tirkî, tirkî- îngilîzî (Weşana şano) peyva “eril” s. dilb. Masculinê, eril cins dilb. Masculine, eril sözcük masculine erillik a dilb. Masculine gender. Peyva “dişi” femela, şhe, dişi aslan, dişil femine dişileşmek “To become feminine” dişilis. “Provided with a femele” dişilik a. Feminity femek a dişi; kadın dişilere ilişkin “masculinity a”. Erkeklik, erilik.

Di heman çavkaniyê de peyva “Woman a”, kadın, bayan “Womanhood a” kadınlık, “Womanishs” kadınsı, kadın gibi “Womanhood a” kadın peşinde dolaşmak. “Womanier a zampara”, “Womanliness a”, kadınsılık, kadına yakışan tutum, “Womanly s” kadınsı kadına”

Peyva “Girl- kız, kadın, kadın işçi, sevgili” girlilfiriend-sevgili, kız arkadaş, girlhood- kızlık çağı. Peyva “boy- erkek çocuk, oğlan, oğul. “Boy friend, erkek arkadaş, sevgili”, “boyhood- çocukluk çağı”

Di çavkaniya Türkçe açıklamalı Kürtçe-Kurmanci, zazaca dil dersleri Deniz Gündüz (di sala 2013’yan de weşana VATE) di çavkaniye de zaravayê kurdî “mê, nêr” pênase dike.  Gelekî balkeş e “mê û nêr” bi ajalan (haywan) dide nasîn. Mînak: beran / vosn, mî / miyê/ mesnê ji bo însanan bi bîra (n) waye / wayike û hewd.

Mînak 1:  Mînak balkêş in. “Her” kerê mêr-erkek eşek lê ya mê re “Here” dişî eşek, ajal “mê û nêr” in. “O” nêr e, “A” mê ye. Ango di çavkaniyê de ajal û nehat “Mê” û “Nêr”in, ne jin û mêr in.

A herî berbiçav, rolên newekheviya jin û mêr ferz nekeriye. Rolên ku li zayeda hatiye ferzkirin nepejirandine, Mînak; “A baranî rê bilûrê cinane” (Bilûr ne ferze ku ciwan mêr be û li birlûrê bide) a ku li bulûrê dide jin e.

Mînak 2: “Kereka çorisgêre” an jî “kereka welatparwer e” erênî û neyîniya li jin û mêr wekhev bardike. Mînak: “Laje ku biaqil” “Merdinobi çewet” (“Merdino bêaqil”, “Laje ku bêçare”) li ser dayikê rolên zayendî hin zêde bar dike. Mînak: “Maya mi mi re werd pewtibî (Dayika min ji min re xwarin çêkiribibû). Hin karan jî bi mêr pênase dike. Wekî “O şofor bî” an jî “O ede mekdeb de mudir bîyo”. Lê jinê wek mamoste û meran jî xwendekar nîşan dide. Lê neyîniyê mêr jî daye xuyakirin. Mînak “O tersanek û bênefs bîyo” (Ew-mêr newêrek û bêvîn e).

Bi rolên newekheviya zayenda civakî jî berbiçav cuda saz kiriye. Mînak: “O bine darê de berma” (Ew-mêr, di bin darê de giriya). Ev di heman demê de hestên mêr ku hatine temisandin jî derdixe holê û hîn dike. Ruxmê kêmasiyan jî zayendperest pir nekûr e.

Çavkaniya Rêzimana Kurmancî (Samî Tan): Di sazkirina hevokan ya rola jinê û mêr de wekhevî tê xuyakirin.

Mînak: “Keçikê pirtûk xwendin.” Di yek hêjmaran de “vê/vî, wê/wî, … yek yekî, yekê, kê, kî, û hewld. Ev gelek î girîng e ji bo ku di ferhengan de her dem “yekî” zayenda “Mêr” tê bikaranîn û mînakên wekî; “Delîl li xwişka xwe nerî ango tenê jin li zarokan namêzînin. Dîsa lêkerên ku li ser jinê mayînde tê (Wekî karê jin dikin û yên mêr dikin ji hev veneqedandiye. Jin û mêr jiyanî berpirsiyar in.) kirin pe pejirandiye.

Di hevokan de wê/wî bi kar tîne ew tê wateya rola “Jin û mêr” wekhev in. Mînak: “Bavê min derî li min vekir”, “Zozanê name nivîsand”, “Sînemê çîrokek digot”. Ango derî vekirin ne wezîfeya jinê ye. An jî nivîsandina çîrok gotin û hwd. karê jinê ye.

Lê di heman çavkaniyê de navê nivîskar helbestvan, siyasetmedar û hemû navê meran in. Bi vê şêwazê wekî ku jina helbestvan, siyasetmedar tune ne. Tenê mêr hene. Mînakên navê jinên xanim Kurdistan, Hefsexan, Naqîp, Mizgîn, Aydin, siyasedmedar Aysel Tugluk, Gultan Kişanak, Sebahat Tuncer, Meryemxan, Eyşe Şan û hwd.

Ruxmê vê kêmasiyê “Rêzimana kurmancî xizmeta wekheviya zayenda civakî dike. (Hemû nivîskar, helbestvan, siyasetmedarên jin û mêr (ên kurd) li cem me bi qîmet in. Rexneyên ku tên kirin ji bo ku baştirîn be.

Çavkaniyek rêzikziman a ku Baran Rizgar nivîsandiye ji bo hînkirina zimanê kurdî çîrokê ku mînak dane û pêşgotin û hemû bi navê mêr dest pê dike. Mînak: “…yekî…, Gundiyekî, merovek, … li gundekî mirovekî… Rojekê du birayan … mêrik dibê mirov.. axa û xulam… û hwd. Bi wêneyên ku peyvan pênase dikede jin; jin kincan dişo, nexweş e, odê bimale û hwl. Çîroka li ser jinê; “Jina fen û futan, bûk: xwesî…”. Di van mînakan de jiyan li dora mêr saz dibe. Ev şêwaz di hînkirina ziman de zayendperestiyê mayînde dike. Hişmendiya baviksalarî, tundiya li ser jinê, dide domandin. Û jineosîdê diafirîne. Hewceye ku bi hînbûna ziman re jin jiyan azadî saz bibe. Nexwe em çima li dijî serdar ên li ser serê we re têbikoşin?

Di çavkaniyan de gelek navdêr û rengdêr bi hişmendiya baviksalarî di hevokan de hatine bikaranîn. Wekî tê zanîn hemû ziman cînarê hev in û heval in; Danûstendina peyvan (di navbera zimanan de) hevalbendî ye. Di heman demê de nîşaneya parvekirina hevaltiya netewan e. Lê netewek peyvê ku ji neteweya cîranê xwe girtibe û heyîniya wan peyvan ji bo ku biçûk bixîne li dijî cîranê xwe bikar bîne, wateyê erênî jî ji bo xwe bikar bîne îxanet e. Di çavkaniyan de “Navdêr” “Dengdêr” jî bi wateyên erênî “Mêr” ên neyînî bi peyva “Jin” hatiye bikaranîn. Ez neketim nava van peyvan ku ez jî dubare nekim.

Wekî tê zanîn ziman mijara felsefeye ye jî. Wate, rastî, “Berpeyî,” têkiliya di navbera ziman û raman de niqaşiya sereke ye.

Zimanê (peyv-hevok) wek kesayet ku em bi kar tînin pênaseya me jî diyar dike. Bikaranîna peyva “Jin” nerîna ji derheqê jinê ango statuya jinê diyar dike. Ji suîstimalê re vekirî ye. Serdest jî bi demokrasî, wekhevî azadî dilizîn. Li gorî xwe bikar tînîn. Bi kabîlîyeta ziman manîpulasyonkirina mumkûn e; Bi hêz û tundê tawanbariya bêzagon, îşkence, tunekirina mafê jiyanê, revakirina şer, didomînin. Ruxmê têgehên ku em dizanin jî pergal û kesên ku hêzê di destê xwe de digirin; têgehên cuda şirove dikin û li gorî xwe bikar tînin. Pênaseya baviksalarî jî heman tiştî dike. Ya girîng ew e ku ev çewtî berbiçav bibe.

Bi vê ve girêdayî hemû çavkanî (yên ku di nivîsê de) ji hev sûdê digirin. Lê di van çavkaniyan de li gorî pêşgotinên hev li zayendê namêzînin. Mînak tê gotin ku “…di salên 90’î de têkoşîn bi gelek alî pêş ket…” erê berxwedana azadiya jinê jî di heman demê de pêş ket. Çima di ferhengan de nayê xuyakirin? Dîsa çavkaniyên ku jê sûd wergirtine rêz dikin. Lê ajansa jinê tune ye. Mînakek din: “…êdî kesên.. çi qas dûrî hev bin jî dikarin.. bêyî rûkirina sînoran ji aliyê hest û ramanê ve yekîtiya xwe pêk tînin…” lê bele bi peyva û hevokekê zayendperest, sînorên hîn kûrtir di navbera jin û mêr de tê avakirin û serdestî, sermayedarî, nijadperestî… mayînde dibe. (Dê bidome)