17 Eylül, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di wêjeya zarokan de rola zimên

Adar Jiyan
Adar Jiyan
Li gundê Dengiza ku bi ser Stewra Mêrdînê ve ye wekî zarokê herî dawî yê malbata ku ji 9 zarokan pêk dihat, hatiye dinyayê. Dibistana seretayî li gundê xwe, dibistana navîn li Stewrê, Lîseya Îmam-Xetîbê li Mêrdînê xwend. Pêşî li Zanîngeha Harranê, Fakulteya Perwerdehiyê, Beşa Hînkirina Dersan, paşê Zanîngeha Enqereyê, Fakulteya Ziman, Dîrok û Erdnîgariyê, Beşa Ziman û Wêjeya Fransî qedand. Li Elezîz, Sêwas, Dilok, Mêrdîn, Yozgat û Konyayê mamostetî kir. Ji bilî mamostetiyê nivîsên wî yên der barê ziman, çand û wêjeyê de hatine weşandin. Jiyana xwe ya nivîskariyê bi nivîsandina gotar, helbest û nirxandinên di kovar û rojnameyên cuda de didomîne. Di van demên dawî de zêdetir li ser pedagojiya perwerdehiyê rawestiyaye. Li ser vê mijarê gelek pirtûk, gotar û nirxandinên wi hatine weşandin.

Zimanê me yê zikmakî ne di qadeke zanînê ya ku li saziyên perwerdehiya fermî ye dest pê dike, lewre hişmendiya zimanê zikmakî di du saliya zarokên me de, dest pê dike.

Tiştê ku hebûna civakekê li ser hîmekî tebût dide rûniştandin nirxên wê yên çandî û neteweyî ne. Jiyana mirov û hebûna wî/wê di hemû dem û serdeman de xwe dispêre hin nirxên civakî. Şiyana pêşdebirina zimanê zikmakî gelek nirxên derûnî, civakî, neteweyî û gerdûnî di xwe de dihewîne.  Berhemên wêjeyî yên nivîskî û devkî ku di çarçoveya “wêjeyê” de tên nirxandin û bala cîhana xiyalê dikişînin, çiqas xwediyê reng, pîvan û şêwazeke gewzîn û estetîk bin dê ji hêla peyvsaziyê ve jî ewqas bedew bin.

Şaxê zanistê yê herî girîng perwerdehiya ziman e. Kelbengî û geşedaniyên ku di warê ragihandinê de girîngiya ziman a di jiyana mirovî û civakî de zêde kiriye û rê li ber lêkolînên cidî yên li ser hînkirina ziman jî vekiriye, wêje ye. Tê zanîn ku di derdorên hînkirina ziman û wêjeyê de, nêzîkatiya hîndekariyê bi piranî li ser jiberkirin û dayîna agahiyan e. Ev jiberkirin û agahî bi zanîna dîroka wêjeyê re hemsal in. Ji ber vê yekê, di zarokatiya mirov de jîrekiya axaftina xweş, pêşvebirina çandê û têkiliya huner, muzik û wêjeyê û hwd hemû bi perwerdehiya ziman re bi dest dikevin. Gelek çîrok, çîrvarok, roman, bîranîn, berhemên jînenîgariyê, geştname, helbest û hwd hest, raman û xiyalên kesên ku em wan ji aliyê derûnî ve hê zarok (wekî zarokan pak û paqij) dihesibînin di xwe de dihewînin. Ji bo wê, ji aliyê pedagojîk ve hêja ye ku berhemên zarokan wekî cûreyên sereke yên wêjeyê bên dîtin û di çarçoveya têgiha wêjeyê de werin nirxandin.

Wêje, aramî û zindîtiyê dide giyanê mirov û ji bo derûniya mirov roleke erênî dilîze. Ji bo wê, divê di vedîtina zarokan û fêrbûna awayên jiyanê de fonksiyona wêjeyê ya rêberiyê jî neyê jibîrkirin. Wêje, teşwîq dike ku zarok bi hin çalakiyan mijûl bibin û zimanê xwe yê zikmakî pêşve bibin. Bi rastî jî wêje, hem rêberiya zarokan dike û hem jî kêfeke çêjdar dide wan. Loma zarok berhemên wêjeyî yên ku bala wan dikişînin bi kêfxweşî dixwînin.

Çawa ku pêşketina zarokan a laşî û civakî dikemile û diguhere, pêşketina zimanê wan jî distewe û diguhere. Belê her temenek xwediyê taybetmendiyeke cuda û xweser e. Qîrîna ku ji zayînê dest pê dike, dibe bingeha pêşketina zimên jî. Zarokên ku domanên girî, qîrîn û çirçiqînê diqedînin, bi giranî di maweya  9-12 mehan de peyva xwe ya yekem derdibirin. Ji yek saliya xwe pê ve têdigên ku her tişt xwediyê navekî taybet û xweser e. Ji sal û nîvekê pêve dest bi berhevkirina peyvan dikin. Herwiha zarokên ku bi mekanîzmayeke fêrbûna zimanî ya xwezayî ve girêdayî ne, bi bandora hawirdora xwe ya nêzîk zû dest bi fêrbûna ziman dikin. Piştî temamkirina domana zaroktiyê ya ku ji du salên pêşîn ên jiyanê pêk tê, dema axaftinê dest pê dike. Zarokên ku di destpêkê de bi hevokên ku ji du-sê peyvan pêk tên şiyana îfadekirina daxwazên xwe bi dest dixin, zimanê xwe yê zikmakî zûtir pêş dixin. Zimanê zikmakî ew ziman e ku zarok ji dê û bavê xwe, mezinên malbatê, derdor û hevalên xwe hîn dibin. Zimanê zikmakî ew ziman e ku di binhişê mirov de cih digire û têkiliyên herî xurt ên ferdî û civakî pêk tîne. Bi gelemperî pergala dengvedana zimanê dayikê wekî stran, lorîn, ken û girî di nav rêzên kûr ên zimanê zarokê de cih digirin. Zarok di jiyana xwe de vî zimanê zikmakî yê ku ji dayika xwe û derdora xwe hîn dibe bi kar tîne. Pêvajoya hîndekariya zimanê zikmakî ku di nav malbat û derdorên nêzîk de bi hînbûna bêserûber pêk tê, dest pê dike. Piştî wê jî li saziyan/dibistanan) çanda fêrbûna ziman a bi zanistî/zaneyî dest pê dike.

Fêrkirina zimanê zikmakî ya ku bi çanda mebestî didome jî rêgezên bikaranîna rast û durist bingeh digire. Di dema perwerdehiya ziman a pêşdibistanê û dibistana seretayî de zarok bi beşdarbûna çalakiyên cuda hunera xwe ya bihîstin, axaftin, xwendin û nivîsandinê pêş dixe. Ji bo wê divê di saziyên perwerdehiyê yên honakî de li gel wêjeyê, di bin navê waneyên zimên de hînkirina zimanê zikmakî jî bê kirin. Ji aliyê din ve, divê li saziyan bi xebatên çand û hunerî yên gerdûnî re bi taybetî wêje jî di bin banê dersên zimanê zikmakî de bê dayîn. Ji bo afirandina berhemên wêjeya zarokan, pêwîst e ku cîhana zarokan a rengîn û taybetiyên vê cîhanê ji gelek aliyan ve bi baldarî werin şopandin, analîzkirin û fêrkirin.

Çareserkirina pirsgirêka lihevnekirina termînolojiyê ya ku di gelek warên wêjeyê de derdikeve holê, li ser hîmê hêmana wêjeyê tê avakirin. Her çendî ku îro têgiha “wêje”yê bi gelek awayên cuda tê îfadekirin jî, nihêrîna gelek lêkolînerên ku bi mijarê re eleqedar dibin li ser hin xalên bingehîn, heman e. Îcar divê mamosteyên zimanê kurdî vê pêwendiyê baş pêk bînin da ku encamên herî baş û sûdmend wergirin. Divê rêbazeke wisa baş bi kar bînin da ku çanda neteweyî û çanda gerdûnî hevdû temam bikin ku zarok bi perspektîfa herî berfireh li jiyanê û cîhana gerdûnî binihêrin û hestên herî baş û mirovî bi dest bixin Ji bo wê jî, divê mamoste di dersên kurdî de bi çalakiyên cûr bi cûr pêşî kêf û hînbûna xwendina pirtûkên wêjeyî bidin xwendekarên xwe da ku wan bigihînin astekê ku bi serê xwe li berhemên hêja bigerin û tiştên ku dixwînin xwe bi xwe binirxînin.

Ji bo ku mamoste bikarin hişmendiya zimanê zikmakî pêş bixin, divê van rêbazên bingehîn li ber çavan bigirin:

  1. Bilêvkirina rast û durist a peyvan û bikaranîna wan a di cih de
  2. Axaftina dûrî devokên herêmî
  3. Rastbikaranîna peyvan û sazkirina hevokên tekûz
  4. Bi zarokan re axaftina bi narînî û dilnazikî
  5. Di têkilî û sohbetên giştî de rêzgirtina rêzikên axaftinê yên bedew
  6. Bikaranîna peyvên erênî û gotinên xweş

Hêmanên hîndekariya zimanê zikmakî yên ku li ser çar zîrekiyên bingehîn ku ji hev nayên veqetandin û bi hev ve girêdayî ne ev in:

  1. Xwendin
  2. Guhdarîkirin
  3. Perwerdehiya axaftin û nivîsandinê

Divê baş were zanin ku;

Peyv û gotinên ku bi dilnazikî tên bikaranîn ên mîna “merheba” , “ezbenî”, “rojbaş”,  “spas dikim”, “lêborîna xwe dixwazim”, “noşîcan be”, “mala te ava be”, ‘tu her bijî’, “destê te sax be”, “oxira te ya xêrê be”, şîfaya xêrê dixwazim”, “serê te sax be” û hwd; herwiha duristî, hezkirin, giramî, rêzdarî; paqijî, nişmîtî, birêkûpêkî, bipergalî, binbarî, berpirsiyarî, pejnkarî, hestyarî, dilnermî, dilnizmî, dilawerî, dilovanî,  pêşbînî, xweşbînî, cîhanbînî, aşbûnî û hwd. jî hemû ji hêla malbatê ve tên hînkirin. Bêguman hîndekariya zimanê zikmakî ne qadeke zanîn û behredariyê ye ku ji saziyên perwerdehiya fermî dest pê bike û di asta herî bilind a perwerdehiya fermî de bi dawî bibe. Lewre hişmendiya zimanê zikmakî di du saliya zarokê de ku hê nû dest bi axaftinê dike, dest bi dike. Bingeha perwerdehiya zimanê zikmakî di malbatê de tê dayîn; belê perwerdehiya ziman a birêkûpêk ji aliyê mamosteyan ve di dibistana seretayî (an jî di saziyên zimên) de tê dayîn.