10 Eylül, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Divê em çanda xwe bi cîhanê bidin naskirin

Hunermend û Ozan Comert anî ziman ku çanda kurdan wekî deryayekê ye û dewlet naxwaze kurd di nava deryaya çandê de avjeniyê bikin û got: “Divê kurd bêtir çanda xwe biparêzin û bi cîhanê bidin naskirin.

Di rojên dawî de dewlet nivîsên kurdî jê dibe. Govendên kurdan qedexe dike û kesên dikevin govendê binçav dike û digirin. Waliyê dewletê aşkere kir ku zimanê kurdî ne fermî ye û ji ber nivîsên kurdî li dijî fermiyetê ne nivîsên kurdî jê dibin. Li ser polîtîkayên qedexeya ziman û astengiyên li pêş govenda kurdî ozan û hunermend Comert diyar kir ku ji ber çanda kurdan gelek dewlemend e dewlet ji kilamên kurdan ditirse û got: “Çanda me wekî deryayê ye. Divê hunermend û rewşenbîrên kurd vê çandê bi cîhanê bidin naskirin.”

Ozan Comert anî ziman ku wekî tiştekî dijzagonî be nivîsan bi şevê jê dibin û wiha got: “Ev dijmirovahî ye. Ziman deriyê neteweyan e. Ziman şehadeta neteweyê ye. Hemû beşên çand û hunerê ji bo millet û neteweyekî nîşaneya hebûnê ye. Tu îro çandê ji nava nirxê neteweyekî bikişîne di holê de li ser navê neteweyê tiştek namîne.”

Kêlî bi kêlî qirkirina çandî ferz dikin

Ozan Comert da zanîn ku dewleta tirk qirkirina fîzîkî dijwar kiriye û wiha axivî: “Qedexekirina govend, çand, ziman û konseran qirkirin e. Qirkirina kurdan a fîzîkî ji Qoçkirî dest pe kiriye û heta îro jî didome. Kêlî bi kêlî, deqîqe bi deqîqe li ser me kurdan qirkirina çandî ferz dikin. Naxwazin ku kurd dakevin deryaya çanda xwe. Milletê kurd li ser ax û erdnîgariya Rojhilata Navîn milletekî xwezayî ye. Ji sedî 80-90 çanda kurdan ji rehma xwezayê ava bûye. Mirovên bi xwezayê ve girêdayî di aliyê çand û hunerê de pir dewlemend in.”

Kurdî zimanê 8’emîn e

Hunermend Comert da zanîn ku çend meh berê di nava dewletên cîhanê de nirxandinek hat kirin û wiha pêde çû: “Hat diyarkirin ku zimanê kurdî di cîhanê de di rêza  8’emîn de ye. Ji ber vê yekê dewleta tirk ji klamên me ditirse. Em ji sedî 10 kilamên xwe distrên. Em di nava deryaya çand û hunera kurd de tenê di newaleke wê de avjeniyê dikin. Em hina neketine deryaya çand û hunera kurd. Em dibînin li Mêrsîn, Misircê û cihên din ciwan di rewşek asayî de di dawet û seyrangehên xwe de govendên xwe digirin. Govend ne qedexe ne jî. Jixwe dadgehên wan jî gotina “Bijî Serok Apo” wekî azadiya ramanê nîşan dabû.”

Bi sed hezaran kilamên me hene

Di berdewamiya axaftina xwe de Ozan Comert bibîr xist ku bi sed hezaran stran û gotinên peşiyên hene û got:  “Bi sed hezaran çîrok û rûpel wêjeya me heye. Lê em hîna neketine nava wê. Tirsa dewleta tirk ew e ku em têkevin nava vê deryayê. Li Xorosanê, Li Kirmanşahê bi sed hezaran stranên me hene. Xorosan, Kirmanşah û Botan her yek deryayek çandê ne.”

Kilam ruhê me ye

Ozan Comert bibîr xist ku kurd her tim şîn û şahiyan bi hev re dijîn û wiha lê zêde kir: “Dema şehîdên kurdan, cenazeyên keçên kurdan dihatin, dayikên wan bi def û zurneyê ew pêşwazî dikirin. Destê wan hine dikirin û xêliya wan li wan dikirin û didan axa pîroz. Di diroka mirovahiyê de jî wisa ye. Li aliyekî cenaze radibin, şîn heye. Li aliyê din moral û şahî heye. Eger kilam û govendên me nebûna, dê di me de ruh û teqet nemabûya. Kilamê me hêzek mezin dide me. Dewlet li vê yekê temaşe dike. Naxwaze kurd bi çand û hunera xwe derkevin ser dika Mezopotamya û cîhanê.”

Çiya ji bo kurdan dayik e

Hunermend Comerd, bal kişand ser xwedîderketina çandê û wiha got: “Kurd bi çiyayan ve girêdayî ne. Çiya ji bo gelê kurd dayik e. Çiyayan em parastine. Ez dema 8 salî bûm, min li Kanîreşê li medreseyekê dixwend. Wê demê pir amûrên muzîkê neketibûn nava me. Wê demê 3-4 rojan dawet digeriya. Di modernîteya cîhanê de jinên ku wisa govend digerandin tune bû. Di moderniteya cîhanê de wisa kilam nedihatin gotin. Me bi sedan kilam digotin.  Lê piştî dewle tirk em ji çiyayan qetandin û em xistin bajaran, bişaftina spî li ser me meşand û hîna dimeşîne.”

Ozan Comerd rexnedayîna xwe da û got: “Li ser rûyê cîhanê dewletên cîhanê kilameke me nas nakin. Ciwanên me govendê digirin. Kilamên xwe dibêjin. Dibêjin Bijî Serok Apo. Lê têr nake. Serok Apo dibêje; “Bi sedan govenden me hene. Hûn nikarin 40 ciwanên keç û xort bînin cem hev û bi awayekî profesyonel govendên milletê kurd li ser rûyê cîhanê bidin naskirin. Ma hûn nikarin okestraya kilamên kurdî ava bikin? Li ser rûyê cîhanê okestrayek kurdan ava bikin. Heta hûn dikarin bi dengbêjiyê dest pê bikin.”

‘Akademiyan vekin’

Comert bal kişand ser bandora tecrîdê ya li ser çand û hunerê û wiha pêde çû:  “Dewleta tirk her demê projeyan çêdike. Xiyaneta ku dike di dîroka mirovahiyê de mînaka wê tune ye. Çanda 40 salên dawî ne di mîtolojiyan de, ne di çîrokan de heye. Serok Ocalan serokê gerdûnê ye. Eger îro Serok Apo diyalogên xwe bi derve re hebûna, niha ronensasa Rojhilata Navîn dest pê kiribûya. Dewlet bi taybetî ji bo ciwanên nû ji fikr û felseyefa Serok Apo sûdê negirin, ji Rêber Apo dûr dixin. Divê berî her tiştî her hunermend akademiyan vekin. Serok digot akademiyan vekin. Divê mirovên zana di wan de cih bigirin. Divê konservatûaran vekin. Her kilamek destanek e. Divê mirovên pispor dest pê bikin. Derfet û bingeh heye. Divê em deryaya ariye vekin. Divê em ji bin bandora tirk û ereban derkevin. Destpêkirin û pêşengtî lazim e.”