27 Haziran, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dosyaya Tahîr Elçî hê nehatiye girtin

Serokê Baroya Amedê Nahît Eren têkildarî beraata kujerên Tahîr Elçî anî ziman ku dibe dadgeha herêmî biryara beraetê dabe, lê hîna dosya nehatiye girtin û dê heta dawî bişopînin.

Danişîna 11’emîn a doza Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî li 10’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê pêk hat. Şandeya dadgehê der barê her sê polîsên bersûc de biryara beraetê da.

Têkildarî biryarê Serokê Baroya Amedê Nahît Eren nirxandin kir û wiha got: “Dadgehê di 12’ê hezîranê de der barê bersûcên Tahîr Elçî de biryara beraetê da. Em li hemberî vê biryarê matmayî neman. Ji ber ku bi salan e mixabin li dijî kurdên ku mexdûr dibin, pergala darazê ya vî welatî wekî polîtîkayekê; kujer û bersûcan bêsûc dihêle. Biryara der barê Tahîr Elçî de careke din ev yek piştrast kir. Berê jî gelek parêzerên kurd hatin qetilkirin. Lê mixabin di van dosyayan de bi tenê kujerek jî dernexistin pêşberî darazê û ceza nekirin. Mînaka herî dawî jî dosyaya Tahîr Elçî bû. Lê ev biryara dadgehê di wijdana gel de cih nagire. Her kesî di weşanên zindî de faîl dît. Li ber çavê her kesî ev cînayet pêk hat. Ev dosyaya cinayetê di encama darizandinek formalite de piştî 8 sal û nîv bi biryara beraetê bi encam kirin.”

Dadgehê em mafdar derxistin

Serokê Baroya  Amedê Nahît Eren, bal kişand ser sekna darazê û wiha berdewam kir. “Ji roja ewil de me her tim anî ziman ku tu hewldana darazê ya dozê ronî bikin û bersûcan darizînin tune ye. Bi heman rengî îktîdara siyasî jî, ji bo cinayetê Elçî ronî bike samîmî nêzîk nebû. Me her tim got nîşet û armanca wê ya cinayet ronî bike tune ye. Vê biryara dawî careke din em mafdar derxistin. Li aliyê din jî ji ber helwest û hewldanên diyar em şaş nekir. Lê dîsa ev pêvajo hêj bi dawî nebûye. Dadgeha herêmê biryar daye, lê em ê îtîraz bikin. Pêvajoya temyizê heye. Pêvajoya Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) heye.”

Em ê heta dawî şopdarê dozê bin

Prz. Nahît Eren, destnîşan kir ku heta parêzerên kurd hebin û dê şopdarê vê dozê bin û wiha berdewam kir: “Heta parêzerên kurd û parêzerên demokrat ên Tirkiyeyê hebin, em destûr nadin ev dosya vê dozê bi vî rengî bi encam bibe.”

Ji ber nasnameyê  wî ew kuştin

Eren, anî ziman ku dosyaya Tahîr Elçî ji ber nasnameya wî, ji ber têkoşîna wî ya mafên mirovan, ji ber têkoşîna wî ya li dijî neheqî, bêhiqûqî û têkoşîna heqiquqî bi vî rengî bi encam bû û wiha lê zêde kir: “Em baş dizanin ku dosya ji ber nasnameya wî û têkoşîna wî bi vî rengî bi encam bû. Bandora cînayeta Tahîr Elçî gelek zêde bû. Lê geşedanên beriya cînayetê Tarîh Elçî û piştî cînayetê wî, nişanî me da ku dê rastiya cînayetê ronî nekin. Beriya ku Tahîr Elçî bê qetilkirin, rastî kampanya lînç e hat. Li pêş çavan ew birin ser kuştinê. Lê hem cemawerî û hem em hemû baş dizanin ku kê û çawa ev cînayet pêk anî.”

Eren da zanin ku li ser vê erdnîgariya ku li ser dijîn, gelek cînayetên bi vî rengî pêk hatin û wiha pêde çû: “Her tim cînayet pêk hatin. Her tim kujer hatin parastin. Lê civakê tu carî kurd, rewşenbîr, demokrat û pêşengên ku bi vî rengî hatin qetilkirin ji bîr nekir. Tahîr Elçî jî ji aliyê kurdan û demokratên vî welatî ve dê tu carî neyê jibîrkirin.”

Eren diyar kir ku dê ev nav û lehenga her tim û li her derê biparêzin û bîranînên wan bidin jiyandin û wiha berdewam kir: “Em ê her dem parêzeriya wan bikin. Em ê têkoşîna wan berdewam bikin. Dibe ku hin kes bifikirin ku bi vê biryara sembolîk deftera dozê hatibe girtin. Lê dosya Tahîr Elçî hêj nehatiye girtin. Em hemû baş dizanin ku delîl çawa hatin windakirin reşkirin. Ev aşkere di dosya dozê de hat dîtin. Teqez dê rojeke ev cînayet dê bên ronîkirin. Kesên bûne sedema van cînayetan û delîl reş kirin, dê derkevin pêşberî darazê. Dê rojekê bên darizandin. Bila fikara tu kesî tune be.”