30 Haziran, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Doza Kobanê ya duyemîn destpê kir

Rûniştina destpêkê ya ‘Doza Kobanê ya Duyemîn’ ku der barê 5 parlamenterên berê yên HDP’ê hatiye vekirin, destpê kir.

Di navbera 6-8’ê Cotmeha 2014’an de li dijî êrişa DAIŞ’ê yên li ser Kobanê hatibûn protestokirin. Darizandina rêveberiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a ji ber van çalakiyan didome. Bi hinceta van çalakiyên protestoyî derheqê parlamenterên HDP’ê yên berê Huda Kaya, Serpîl Kemalbay, Fatma Kurtulan, Pero Dundar û Garo Paylan de doz hatibû vekirin. Danişîna ewil a dozê dest pê kir. Danişîna dozê li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê li Kampusa Girtîgeha Sîncanê tê lidarxistin. Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari, parlamenter û endamên Kongreya Îslama Demokratîk (DÎK) jî di danişînê de amade bûn. Girtiya siyasî Huda Kaya li Girtîgeha Jinan a Sîncanê bi rêya SEGBÎS’ê tevlî danişînê bû.

‘Em ê serî li derewan nedin’

Di danişînê de dadgehê tawanbariyên di îdianameyê de tên kirin bi bîr xist. Piştre jî siyasetmedar Huda Kaya axivî. Kaya, wiha got: “Ev îdianameye weke kopyayeke xerab a îdianameyên berê hate pêşiya min. Ji ber axaftinên xwe yên ku tu heqaret tê de tune ne têm darizandin. Di axaftinên min de her tim daxwaza aştî û wekheviyê heye. Lê ev axaftin ji bo tolhildanê anîne pêşiya min. Heke em bi tena serê xwe bimînin jî dê tu caran serî li derewan nedin.”

Huda Kaya nerazîbûn nîşan da ku bangên alîkariyê yên ji bo rizgarkirina birîndarên di bûyerên Cizîrê de, hatiye xistina nava dosyayê.

Parêzer Zîlan Leventoglû bal kişand ser pêvajên ku di navbera 2013-15’an de qewimî ne û bi bîr xist ku 11 sal li ser vê pêvajoyê re derbas bûn. Zîlan Leventoglû anî ziman ku AKP’iyên ku di nava pêvajoyê de cih girtine ji ber fealiyetên xwe nayên darizandin, lê siyasetmedarên HDP’î tên darizandin.

Dadgehê navber da danişînê.