26 Haziran, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dr. Seher: Pergala Îmraliyê hewldana tinekirinê ye

Aktîvîsta Misrî Dr. Seher Hesen Ehmed diyar kir ku pergala li Îmraliyê parçeyek ji siyaseta qirêj û zalim a Tirkiyeyê ye û got: "Ev rejîm ne tenê tecrîdeke fîzîkî ye, di heman demê de hewldana tinekirinê ye."

Aktîvîsta Misrî Dr. Seher Hesen Ehmed têkildarî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji nûçegîhana ANF’ê Nûjiyan Adar re axivî.

Dr. Seher Hesen Ehmed destpêkê bal kişand ser bandora Abdullah Ocalan a li ser tevgerên siyasî û civakî û got, “Ocalan yek ji lîderên herî bi bandor e. Dengê Kurdan e û berhemên wî bi kûrahî bi dîroka çandî û siyasî ya gelê Kurd dadikeve. Ocalan mîna ‘Konfederalîzma Demokratîk’ modelên alternatîfa dewletê ya kevneşop weke teoriyên civakî û siyasî yên cuda pêşkêş kir. Bi rêya van teoriyan dixwaze civakeke ku xwe dispêre jiyana bi hev re ya aştiyane ya çandên cuda, demokrasiya yekser ava bike. Ocalan sîstema cîhanê ya li ser kapîtalîzm, mêtingerî û emperyalîzmê ava bûye rexne dike, ji bo pêkanîna wekheviya civakî û edaletê alternatîfan pêşniyar dike. Berhemên wî xwe dispêrin tecrûbeyeke demdirêj a şexsî ya têkoşîna leşkerî û siyasî. Ev tecrûbe têkildarî zor û zehmetiyan agahiyên hêja pêşkêş dike. Berhemên wî mijarên edaleta çandî û civakî dide pêş, girîngiya xurtkirina jinan û misogerkirina wekheviya zayendî ya civakî destnîşan dike. Ji ber vê jî xwendina berhemên Ocalan têkildarî rastiya Kurdan, sîstema civakî û siyasî ji bo afirandina teoriyên alternatîf dibe alîkar, her wiha ji bo her kesên dixwazin bi rengekî rexneyî li sîstema cîhanê ya heyî binierin dibe çavkaniyeke analîz û lêkolînê ya girîng.”

Dr. Seher Hesen Ehmed têkildarî tecrîda giran a li Îmraliyê jî wiha axivî: “Ya ku Tirkiye dike nîşaneya siyaseta wê ya qirêj û zalim e. Ev rejîm ne tenê tecrîda fîzîkî ye, di heman demê de hewldaneke bi rêk û pêk a ji bo tinekirina fikir û nasnameya têkoşîna Kurdan e. Ji aliyê exlaqê civakî ve ev sîstem ji gelek aliyan ve dikare bê lêkolîn. Li dijî mirovahiyê ye û binpêkirina rûmetê ye. Rejîma qirkirinê ya li Îmraliyê mînakek ji binpêkirina rûmeta mirovan û binpêkirina mafên mirovan e. Armanca sîstemê ew e ku mirovan ji mafên xwe yên nasname, çandî û siyasî bêpar bihêle. Rejîm bi zilma li ser lîderên mîna Ocalan dixwaze tevgerên azadiyê û ruhê kolektîf tine bike. Tevî şert û mercên giran jî Ocalan û yên pê re li girtîgehê li ber xwe didin ku ev yek nirxekî hîn mezin ê manewî nîşan dide.”

Dr. Hesen Ehmed anî ziman ku hebûna rejîmeke zordar a li Îmraliyê tê wateya lawazkirina tevgerên civakî û azadîxwaz ên li herêmê û got, “Hewldanên ji bo pêkanîna wekheviya civakî û edaletê asteng dike. Nirxên azadî, edalet û mafên mirovan li tevahiya cîhanê divê bêne parvekirin û bicihanîn. Binpêkirina van nirxan li cihekî hingî baweriya bi wan a di asta navneteweyî de lawaz dike.”