10 Eylül, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Êdî rewş ji hevkariyê bihuriye

PDK pir bi zanebûn bi Tirkiyeyê re tevdigere. Dixwaze PKK li hemberî Tirkiyeyê têk biçe. PDK dijminatiyê dike. Dijminatiyeke bi zanebûn û stratejîk dike. Îro ji bilî PKK’ê tu tevgerên ku li tevahiya Kurdistanê di nav gel de cih girtine tune ne.

Ji bo ku mirov baş têbigihije ka Barzanî û PDK çi dixwazin divê şêwaza jiyana wan baş were zanîn. Berî niha gelek caran di nûçe û rojnameyan de jiyana zarokên rayedarên PDK’ê û barzaniyan bû rojev. Li dewletên Ewropa û Amerîkayê li maşîneyên herî bûha siwar dibin, li heremên herî dewlemend avahiyan distînin û li van welatan jî dibistanê dixwînin. Her wiha jiyana Nêçîrvan û Mesrûr bixwe jî wisa ye. Mirovek çawa bijî xwesteka wî ya giştî jî wisa ye. Ji bo xwe çi bixwaze dixwaze li gorî xwesteka xwe pergalekê ava bike. Lewma jî şêwaza jiyana barzaniyan di heman demê de pergala ku dixwazin ava jî bikin nîşan dide.

Gelek derdor dema helwest û sekna niha ya PDK û malbata barzaniyan dinirxînin wiha dibêjin: “PDK ji bo berjewendiyê Kurdistanê mecbûr dimîne dîplomasiyê bimeşîne. Di rastiyê de nêzîkatiya wê ne wisa ye, lê taktîk dike.” Hinek jî dibêjin ku hebûna PKK’ê ya li başûrê Kurdistanê rê li ber helwesteke wisa vedike. Yanî PKK’ê wekî hincet dibînin. Gelo ev nirxandin çiqas rast in? Bi rastî PDK mecbûr dimîne bi Tirkiyeyê re tevdigere yan jî bi zanebûn tevdigere? Helwesta PDK’ê ya li dijî tevgerên kurd û têkiliya wê ya bi dagirkeran re bersiva vê pirsê jî dide.

Nirxandina herî rast ev e: PDK pir bi zanebûn bi Tirkiyê re tevdigere. Dixwaze PKK li hemberî Tirkiyê têk biçe. PDK niha ne îxanetê dike. PDK dijminatiyê dike. Dijminatiyeke bi zanebûn û stratejîk dike. Îro ji bilî PKK’ê tu partî û tevgerên ku li tevahiya Kurdistanê belav bûne û di nav gel de cih girtine tune ne. PDK dixwaze bi tasfiyeya PKK’ê re bikeve cihê wê. PKK’ê ji xwe re wekî astenga herî mezin dibîne. Li hemberî berjewendiyên partî û malbatî sekna herî xurt wekî PKK’ê dibîne. Lewma bi Tirkiyeyê re tevdigere. A rast heke ji destê wê hatibûna û qeweta wê hebûya dê bi tena serê xwe êrîşî gerîla kiribûna. Lê ji ber berteka gel û lewaziya xwe vê nade ber çavan. Vê carê jî wekî ku mecbûr maye xwe nîşan dide û bi dewleta tirk re êrîşî gerîla dikin.

Bîrdoziya PDK’ê tu carî xizmet ji gelê kurd û Kurdistanê re nekir. Gelek caran tevgera azadiyê, tevger û partiyên din ên kurdistanî ji bo ku PDK bikeve xizmeta gelê kurd têkilî danîn, hevdîtin kirin, tevlî xebata kongreya neteweyî kirin. Lê mixabin niha asta hatiye ji Kurdistanê qut bûne. Ev ne hevkariya bi dewletên dagirker re ye. Yekeyek tifaqa bi dewletên dagirker re ye. Heke çar dewletên dagirker hebin a pêncemîn jî PDK ye. Ji ber vê jî hewcedarî heye ku sekna PDK û barzaniyan ji nû ve were pênasekirin. Ev yek ne îxaneteke klasîk e.

Di serhildan û berxwedanên li Kurdistanê de gelek caran kes an jî eşîrên ku bi dewletê re tevgeriyane derketine. Mesela Rayber, Qaso, Yezdînşêr ji van kesan in. Dîsa di serhildana Şêx Seîd de Kor Huseyîn Paşa û eşîra wî bi zanebin tevlî serhildanê nebûne. Lê di tu deman de partiyek û malbatek ewqasî vekirî bi dewletê re tevnegeriyane. Mesela Bucakan rasterast piştgiriya dewletê dikirin, tu îdiaya wan li ser kurdbûnê tune bû. Lewma mirov wan divê cuda bigire. Lê PDK cuda ye. Hem li ser navê Kurdbûnê tevdigere hem jî bi dewletên dagirker re tifaqê dike. Bi hevkariya Sedam li hemberî YNK şer kir. Sedam anî heya nava Kurdistanê. Bi Şahê Îranê re li hemberî Komala, PKD-Î û partiyên din ên Rojhilat şer kir. Heman ferasetê bi salan bi Esad re têkilî domandin. Niha jî bi dewleta tirk re hem li Rojava hem li Başûr hem jî li Bakur li hemberî tevgerên kurd şer dike. Ew jî têr nake çeteyên DAIŞ’ê girtine rex xwe. Tiştek sosret e heman DAIŞ’ê serê pêşmergeyan jê dikir. Lê niha li gel hev şerê dijî kurdan dikin.

Helbet pirsgirêk bi serê xwe ne têkilî danîna bi dewletên dagirker re ye. Ji bo gelek mesele çareser bibin divê têkilî hebin. Divê hewldanên ji bo guhertina rêveberiya dewletan jî hebe. Rastî çi be li gorî wê tevbigere. Lê nabe ku partiyek ji bo partiyên din tune bike bi hêzên dagirker re tevbigere. Ev rewşeke din e. PDK bi vê helwesta xwe xeta berxwedanê qirêj dike. Hêzên berxwedêr terorîze dike. Li tevahiya Kurdistanê bi vî awayî rewabûna dagirkeriyê ava dike. Dema tu bi Tirkiyeyê re tevbigerî wê demê tu Tirkiyeyê wekî hêzeke dagirker nabînî. Heke ne dagirker be wê demê tevgerên li dijî Tirkiyeyê şer dikin sûc dikin. PDK hêzên berxwedêr û azadîxwaz sucdar dike û hêzên dagirker jî rewa dike. Talûkeya herî mezin jî ev e.

Heke bi serê xwe beyî Tirkiyeyê li hemberî PKK’ê şer bike, mirov dikare bêje ku nakokiyên bîrdozî hene. Lê nexêr çi hêzeke zalim û qirker hebe ligel xwe tîne Kurdistanê. Ev jî nîşan dide ku mesele ne partiyek an jî hêzek e. Îro dibe ji xwe re wekî PKK hincet nîşan bide lê sibe hêzeke din derkeve dê wê jî hedef bigire. Jixwe berî ku PKK derkeve, gelek şoreşgerên kurd bi destê feraseta PDK’ê hatin qetilkirin. Mijara Dr. Şivan (Saît Elçî) û Saît Kirmizitoprak li holê ye. Wê demê PKK jî nebû. Dîsa derketina YNK’ê bixwe jî bi vê helwesta malbata Barzanî ve girêdayî ye.

Barzanî û PDK hebûna xwe di desthilata faşîst a AKP-MHP’ê de dibînin. Lewma şêwaza jiyana wan jî heman e. Çawa Erdogan zarokê xwe şandin derveyî welat dane xwendin û niha di nav kêfê de dijîn bi heman awayî Barzanî jî wisa dikin. Vê jî wekî tiştekî baş didin nîşandan. Lê divê were zanîn ne rayedarên PDK’ê û ne jî malbata Barzaniyan ev pere bi keda enî û destê xwe qezenç nekirine. Hemû jî bi firotina çavkaniyên kurdan berhev kirine. Dahata ku ji çavakaniyên Kurdistanê tê pêwîst e li gel belav bike, ji xwe re dike sermaye. Ji bo ku ev hesab jê neyê pirsîn jî dixwaze hêzên hemberî xwe tasfiye bike. Pir baş dizane, niha ew di nav karekî çawa de ye. Pir baş dizane, karê ku dike gelek qirêj û gemar e. Ji bo vê qirêjiya xwe bidomîne her tiştê ji dest tê dike. Bi van karên gemarî zirara herî mezin dide gelê kurd. Di nav qada navneteweyî de nahêle ku kurd bibin rojev û statuya kurdan were nîqaşkirin.

Êdî rewşa heyî ji nakokiyên navxweyî derbas bûye. Ji hevkariyê jî bihuriye. Ev rasterast dijminatî ye. Dijminatiya li hemberî statuya gelê kurd e.