7 Temmuz, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ehmed: Dewlet nijadperestan bi kar tîne

Hevseroka Ofîsa Karên Penaberan a Rêveberiya Xweser Şêxmûs Ehmed ji bo êrîşên ku li dijî penaberan pêk tên wiha got: “Dibe ku dewleta tirk rast e rast di vê bûyerê de êrîşê penaberan nekiribe lê kesên nijadperest ên girêdayê xwe bi kar tîne û wisa zerar dide penaberan.”

Di 28’ê hezîranê de serokkomarî AKP’î Recep Tayîp Erdogan peyamên ku dê dîsa bi Sûriyeyê re têkiliyên dîplomatîk pêş bixin da. Peyama Erdogan ji aliyê hin komên ku bi piştgira dewleta tirk xaka Sûriye û Kurdistanê dagir kirine, erênî nehat nirxandin.

Piştî van bûyeran li bajarê Kayserî yê Tirkiyeyê agahiyek hat parvekirin ku kesekî ji Sûriyeyê êrîşa zayendî li dijî zarokekî 6 salî pêk aniye. Xelqê Kayseriyê li dijî penaberan tecewiza ku li dijî zarokê  pêk hatiye bi kar anîn û dest bi êrîşên li ser sûriyeyan kirin.

Li ser vê yekê komên paramîlîter jî li Efrîn, Mare, Bab, Ezaz, Raî û Idlibê êrîşî baregehên dewleta tirk kirin. Alayên tirkan hatin daxistin, wesayîtên bi plakaya Tirkiyeyê hatin şewitandin û ji Tirkiyeyê hat xwestin ku xwe ji Sûriyeyê vekişîne. Tirkiyeyê jî hêzên teqwiye şand herêmê. Li gor agahiyên heyî li cihê ku gengeşî hene mirî û birîndar hene.

Em der barê polîtîkayên ku bi salane li ser sînorê Tirkiye û Sûriyeyê ji aliyê dewleta tirk ve tên meşandin bi hevserokê Ofîsa Karên Penaberan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Şêxmûs Ehmed re axivîn.

Dewleta tirk ji salên 2011’an vir ve li ser sînorê di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de bi avakirina kampên penaberan çi armanc dikir û çi bi dest xist?

Di sala 2010’an de bihara ereban ji Tûnisê li dijî desthilatdariyên tundrew destpêkir. Dema bihara ereban destpêkir dewleta tirk ket nav hewldanan. Birayên misilman xwestin Şoreşa Rojeva jî bikin ya xwe. Dewleta tirk di vê pêvajoyê de xwest Sûriyeyê bi taybet jî bajarên ku li ser sînorên ji gelê xwecihî vala bike û li gor berjewendiyên xwe bi kar bîne.  Di wê pêvajoyê de li ser sînor bi dehan kampên penaberan hatin avakirin. Dewleta tirk di destpêkê de xwest Serê Kaniyê vala bike.

Di salên 2012-2013’an de di dema Şoreşa Rojava de bi hezaran kesên ku ji şer reviyan li van kampan hatin bi cih kirin. Dewleta tirk dixwest ku destkeftiyên şoreşê li gor berjewediyên xwe  bikar bîne, leşkerên xwe bike nav xaka Kurdistan û Sûriyeyê û bi vî awayê ji bo Misak-i Millî dîsa bike meriyetê şer bike.

Her wiha dewleta tirk xwest ku demografya vê herêmê bê guhertin. Bi derxistina xelqê resen ê vê heremê heta asteke vê armanca xwe pêk anî ye. Dewleta tirk ciwanên ku ji bo debara xwe bikin dixwestin bixebitin perwerde kir û li dijî Şoreşa Rojava bi kar anî. Niha bi deh hezaran ciwan li dervayê Sûriyeyê ji bo berjewendiyên dewleta tirk şer dikin.

Li aliyê din dewleta tirk bi şerê ku li nav Sûriyeyê dest pê kir re gelek şîrketên ku budçeya wan salane bi milyar dolaran kar dikirin, ji Helebê dûr xist û kir nav sînorên Tirkiyeyê. Bi hezaran ciwanên bir di febrîqayên xwe de bi destheqeke pir kêm da xebitandin. Li aliye din ji Neteweyên Yekbûyî ji bo penaberên ku di nav sînorên Tirkiyeyê de ne fon girt. Niha jî ji ber ku ereban li bajarên ku ava dike de bi cih dike ji Qatarê alîkariya pere digire.

Yanî mirov dikare bibêje ku dewleta tirk ji şerê ku pêk hat de hem ji aliye siyasî û aborî ve hem jî ji aliye ku ciwanan li gor berjewendiyên xwe bi kar anî de li gor xwe encaman girt.

*Dewleta tirk tevî ku ji bo penaberên di nav sînorê Tirkiyeyê dijîn pere ji Neteweyên Yekbûyî digire jî heta niha bi hezaran kesan dersînor dike. Kesên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên dersînorkirin kî ne? Kesên ku dersînor dike li ku ne û armanca wan a dersînorkirinê çi ye?

Tirkiye piştî ewqas destkeftiyên ku ji şerê Sûriyeyê girt niha derbasê planeke nû bûye. Dewleta tirk bi dersînorkirina bi hezaran sûriyeyiyan ku hejmara wan ji aliyê wezîrê tirk ve jî hatibû pişt rastkirin hewl dide bajarên ku ji xelqê resen xalî kiriye li gor berjewendiyên xwe tije bike. Vê polîtîkayê bi tyabet jî li bajarên kurdan ên wek Efrîn,  Girê Spî û Serê Kaniyê ku dagir kiriye pêk tîne. Li van deveran jixwe dest datîne ser mal û milkên kurdên ku ji cihê xwe koç nekirine.

Dewleta tirk bi taybet sûriyeyên ku li Tirkiyeyê bi wan re tevnagerin dersînor dike. Ji bo wan li cihên ku ne ji wirin bi cih bike jî ji Qatar û hin komaleyên Kuweytî û Filîstî fon digire. Di vê tevgerê de xala sereke guhertina demografîk e.

*Dewleta tirk li deverên ku dagir kiriye li dijî welatiyan û penaberan polîtîkayeke çawa dimeşîne?

Li van deveran polîtîkayên pir qirêj tên meşandin. Navê hemû deveran guhertine. Zarokan bi polîtîkayên xwe û bi zimanê tirkî perwerde dikin. Pereyên ku li vir tên bikaranîn pereyê tirkan in. Li ser saziyên fermî alayên tirkan darvekirine.  Li deverên dagirkirî kes ji aliyê leşkerên tirk ve tên girtin û li dadgehên wan tên darizandin. Heta bi salan cezayê girtîgehê li wan tê birin. Yanî dewleta tirk dixwaze li vir derdestiya dewleta tirk û hişmendiya tirkbûnê bide avakirin.

Ji destpêka 2011’an de ku milyonek kes koçê Tirkiyeyê bûn de dewleta tirk ji bo penaber biçin welatên Ewropa rêyan ava kir. Bi van rêyan şantajê li welatên Ewropa kir û got an hûnê alîkarî bidin min ez ê wan berdim ku bên Ewropayê. Di nav kesên ku ji Tirkiyeyê çûn Eweropayê de bi, sedan terorîst jî hebûn ku li Ewropayê çalakiyên terorî jî pêk anîn. Tirkiye bi vî awayê li dijî dewletên Ewropayê destê xwe xurtir kir.

*Wek tê zanîn li Tirkiyeyê bi milyonan penaber hene û van penaberan li dijî dewletên Ewropayê wek gefeke siyasî tên bikaranîn. Ji bo mijara penaberan din av dewletan de nebe mijara gefê divê hem ji aliyê gel ve hem jî ji aliyê Neteweyên Yekbûyî de çi bê kirin?

Ev bûyerên ku li bajarê ku li Kayserî pêk hat de diyar dibe ku di nav Tirkiyeyê de hem ji aliye hikûmetê ve hem jî ji aliyê gelê tirk ve li dijî sûriyeyiyan nijadperestiyek heye. Ev nijadperestiya li Tirkiyeyê di salên dawî de pêş ketiye. Ji ber vê yekê tecawiza ku pêk hat ji aliyê gel ve wek hincet hat nişandan û êrîş li ser can û malên  sûriyeyiyan hat kirin.

Dibe ku dewleta tirk rast e rast di vê bûyerê de êrîşê penaberan nekiribe lê kesên nijadperest ên girêdayê xwe bi kar tîne û wisa zerar dide penaberan.  Ji gotinên Erdogan û wezîrê dadê tê fêm kirin ku dê ev gengeşiyên heyî berdam bikin.

*Çend roj berê li bajarê Kayserî ê Tirkiyeyê penabereke ji Sûriyeyê li dijî zarokeke 6 salî êrîşa zayendî pêk anî û piştî vê sûcê şexsî li djî hemû penaberan êrîşek hat dest pêkirin. Her wiha li nav bajarên ku ji aliyê dewleta tirk ve hatine dagirkirin jî li dijî tirkan çalakî hatin destpêkirin. Li gor nêrîn û tecrûbeya te sedemên van gengeşiyan û encamên wan çi bin?

Di nav dewleta tirk de nijadperestî pir zêde ye. Bi taybet bi hevkariya AKP û MHP’ê vê nijadperestiyê zêdetir bû. Ev nijadperestî ne tenê li dijî penaberan li dijî kurdên bakurî jî heye.

Dewleta tirk dixwaze ku gengeşiyek pêk were û ew jî karibe siyaseta xwe pêk bîne. Lii aliyek dixwazin ku sûriyeyiyên ku li Tirkiyeyê mabe li deverên dagirkirî bi cih bikin li aliyê din dixwazin bi rejîma Şamê re dan û stadinê pêk bînin û dor li Rêberberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bigirin.

Her wiha di nav deverê dagirkirî yên Sûriyeyê de jî komên ku li dijî lihevkirina AKP’ê û rejîma Şamê dertên hene. Dê ev jî li dijî welatparêzên li Sûriyeyê bên bikaranîn.