20 Haziran, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Em berxwedana xwe bikin yek

Meşvana “Meşa Demokrasiyê” û Rêvebera DBP’ê Narîn Gezgor anî ziman ku gel qeyûm qebûl nake û xwest her kes hêz û berxwedana xwe bike yek.

Çalakiyên li dijî qeyûm mezin dibe. Li aliyekî nobeta edaletê digirin, li aliyeki meşên demokrasiyle tên li darxistin. Xebatên mitînga “Şaredarî yên me ne, em ê destûrê nedin desteserkirinê” ya ku di 13’ê hezîranê de li Qada Otogarê li dijî tayînkirina qeyûm bê lidarxistin, dewam dikin. Hevserokê KCD, HDK, TJA, DBP û DEM Partî, Tifaqa Ked û Azadiyê, pêkhateyên DEM Partiyê û gelek kes dê beşdarî bibin. Beşek rêveber û parlamenterên DEM Partiyê li navçeyên Colemêrgê “Meşa Demokrasiyê” dan destpêkirin û beşek jî li navenda Colemêrgê mal bi mal gel digerin û gel vedixwînin mitîngê.

Endama Lijneya Rêveber a Navendî ya DBP’ê û meşvana “Meşa Demokrasiyê” Narîn Gezgor der barê Meşa Demokrasiyê û mîtînga ku sibê li Colemêrgê pêk bê bang kir û xwest hêza xwe bikin yek û berxwedanê bikin yek.

Narîn Gezgor anî ziman ku di 3’ê Hezîranê de qeyûm tayînî vîna gelê Colemêrgê kirin û wiha got: “Em wekî hemû pêkhateyên DEM Partiyê, nûnerên rêxistinên sivîs û demokratîk li dijî tayînkirina qeyûm em çend roj in li Colemêrgê ne. 2 roj in me ji navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê meşa demokrasiyê daye destpêkirin. Em ê heta Colemêrgê bimeşin. Em çûn serdana gundan. Gel em bi coş û moral em pêşwazî kirin.”

‘Bertekên gel pir zêde ne’

Narîn Gezgor da zanîn ku bertek û nerazibûnên gel ên li dijî tayînkirina qeyûman zêde bûn û wiha berdewam kir: “Gel dibêje em qebûl nakin ku qeyûm tayînî vina me bikin. Em li tevahiya gundên Şemzînanê geriyan. Em hatin navçeya Geverê. Li Geverê jî gel em pir bi coş û moral pêşwazî kirin. Bertekên xwe yên li dijî qeyûman anîn ziman. Gelê Şemzînan, Gever û Colemêrgê dibêjin, ‘Em tayînkirina qeyûman wekî tunehesibandina vîna gel û înkara nasnameyê pênase dikin. Em ê heta dawî li dijî qeyûman li ber xwe bidin’.”

Divê hemû rêxistinên demokratîk bibin yek

Gezgor, da zanîn ku piştî Geverê derbasî Navçeya Çelê jî bûn û serdana gundan kirin û wiha lê zêde kir: “Em li cihê dîrokî û ji bo gel xwedî wate geriyan. Em li gundan bi gel re hatin cem hev. Em bi şev li Çelê man. Li Colemêrgê em ê meşek xurt li dar bixin û bertekên xwe bînin ziman. Çawa ku em gelê kurd li dijî qeyûman serî natewînin û li ber xwe didin, divê gelê tirkiye, jin, ciwan û hemû pêkhateyên Tirkiyeyê jî li dijî qeyûm dengê xwe bilind bikin. Divê hemû partiyên siyasî, rexistinên civakî û demokratîk berê xwe bidin colemêrgê. Em bi hevre mil bidin berxwedana demokratîk.   Em bi hevre têkoşina gelê kurd bilind bikin. Heta em bi hevre mil nedin hev û ji bo azadî û demokrasiyê tênekoşin, em ê nikaribin demokrasiyê mayinde bikin. Ji ber vê yekê divê em tev hêza xwe bikin yek. Em berxwedana xwe bikin yek.”